Îbraniyara
11 Bawerî ev e ku meriv dudilî nabe, wekî gumana wî wê bê sêrî, û îzbatiya vê yekê ye, wekî çi ku nayêne dîtinê bi rastî hene. 2 Hema bi saya baweriyê merivên ku wedê berêda dijîtin* li Xwedê xweş hatin.
3 Bi saya baweriyê em fem dikin ku her tiştê li ezmên û ser rûyê erdê, li gora xebera Xwedê hatine çêkirinê. Tiştên ku em divînin, pêşda hatine ji tiştên ku em navînin.
4 Bi saya baweriyê Habîl qurbaneke ku ji ya Qayîn qîmettir bû, pêşkêşî Xwedê kir. Bi wê baweriyê ew çawa yekî rast hate hesabê, çimkî Xwedê pêşkêşên wî qebûl kir. Û rast e Habîl mir, lê yeke bi baweriya xwe ew hê xeber dide.*
5 Bi saya baweriyê Henox aliyê Xwedêda hate hildanê, wekî mirinê nevîne. Ew tu ciya nehate dîtinê, çimkî Xwedê ew hildabû. Pêşiya ku Xwedê Henox hilda, Xwedê da kifşê, wekî ew ji wî razî ye. 6 Xêncî wê yekê, bê bawerî nabe ku kesek Xwedê xweş bê. Çimkî her kesê ku nêzîkî Xwedê dibe, wekî wî bihebîne, gerekê bawer bike ku Xwedê heye û wekî ew xelat dike wan, yên ku bi dil û can wî digerin.
7 Bi saya baweriyê, gava Nuh ferman ji Xwedê stand derheqa tiştên ku hê nehatibûn dîtinê, xwedêxofî da kifşê û gemîk çêkir, wekî malbeta xwe xilaz ke. Bi saya vê baweriyê ewî dîwana dinyayê kir, û bi saya baweriya xwe ew yekî rast hate hesabê.
8 Bi saya baweriyê, gava Birahîmra hate gotinê ku ew gerekê rê keve û here wî ciyê ku ewê ça milk bistîne, ewî gura Xwedê kir. Ew ji welatê xwe derket, lê nizanibû diçe ku. 9 Bi saya baweriyê, ewî erdê sozdayîda ça xerîb dijît, û çadirada tevî Îshaq û Aqûb, yên ku warên wî sozî bûn, dima. 10 Çimkî ew hîviya wî bajarî bû, hîmê kîjanî qewî ye, û efirandar û avakarê kîjanî Xwedê ye.
11 Rast e Serah emirda mezin bû, lê bi saya baweriyê ewê qewat stand û hemle derket.* Ewê bawer dikir ku Xwedê wê sozê xwe bîne sêrî.* 12 Lema jî, ji Birahîm, ji merivê ku îda kal bû, zar dinê ketin. Hejmara zarên wî mîna steyrkên ezmên û mîna qûma li ber devê berê, bêhesab bû.
13 Ev hemû meriv mirin, û rast e wana pêkanîna sozên ku wanra hatibûn dayînê, nedît, yeke baweriya xwe unda nekirin, ev soz dûrva dîtin û pêra şa bûn. Û wana eşkere elam dikir, wekî ewana xerîb in û wedelû ser wî erdî dijîn. 14 Çimkî yên ku tiştên usa dibêjin, zelal didine kifşê, wekî ewana bi dil û can cîkî digerin, ku bibe mala wan. 15 Û hergê ewana hertim ciyê ku ewana jê derketibûn bianiyana bîra xwe, wê mecal bidîtana wekî vegerin. 16 Lê niha ewana xîret dikin ku bigihîjine cîkî diha baş, dêmek cîkî ku layîqî ezmana ye. Lema Xwedê şerm nake, ku ewana wî hesab dikin Xwedayê xwe, çimkî ewî bajarek wanra hazir kiriye.
17 Bi baweriyê Birahîm, gava hate cêribandinê, hindik mabû Îshaq bikira qurban. Birahîm şa bû ku jêra soz hatibûne dayînê, û hazir bû kurê xweyî tayê tenê bike qurban, 18 derheqa kîjanî Xwedê jêra gotibû: “Zureta te wê ji Îshaq be”, 19 lê ew bawer bû ku Xwedê dikare kurê wî ji mirinê rake, û ewî kurê xwe usa stand, ça bêjî ji mirinê hatibû rakirinê. Û evê yekê nîşan kir, ku axiriyêda wê çi biqewime.
20 Bi saya baweriyê, Îshaq dua li Aqûb û Esaw kir bona tiştên ku wê biqewimiyana.
21 Bi saya baweriyê, gava Aqûb ber mirinê bû, dua li her du kurên Ûsiv kir. Ewî xwe li gopalê xwe girt û serê xwe ber Xwedê danî.
22 Bi saya baweriyê, gava Ûsiv ber mirinê bû, got wekî kurên Îsraêl wê ji Misirê derkevin, û ewî temî da wan ku ewana hestiyên wî ji Misirê derxin.*
23 Bi saya baweriyê, gava Mûsa hate bûyînê, bi destê dê-bavê xwe sê meha hate veşartinê, çimkî wana dît ku ew zareke bedew e, û ewana ji fermana padşa netirsiyan. 24 Bi saya baweriyê gava Mûsa mezin bû, ewî nexwest wekî jêra kurê qîza Firewin bê gotinê. 25 Ew fikirî ku hê qenc e tevî cimeta Xwedê biçerçire, ne ku wedelû nava kêfa gunada derbaz ke. 26 Ewî ça yê bijartî,* bêhurmetî hebûneke diha mezin hesab kir, ne ku xiznên Misirê, çimkî çevê wî ser heqê xelatê bû. 27 Bi saya baweriyê ew ji Misirê derket û ji hêrsa padşa netirsiya. Çimkî ewî bi sebir teyax dikir, ça bêjî ewî Xwedayê ku tu kes nikare bivîne, didît. 28 Bi saya baweriyê, ewî Cejina Derbazbûnê derbaz kir û xûn reşande ser rexderiya, wekî melekê Xwedê nixuriyên Îsraêliya nekuje.
29 Bi saya baweriyê, ewana Bera Sorra, ça ser erdê zihara derbaz bûn. Lê gava Misiriya jî xwest derbaz bin, ewana avêda xeniqîn.
30 Bi saya baweriyê, gava cimeta Îsraêl heft roja dora dîwarên Erîhayê zivirîn, dîwar hilşiyan. 31 Bi saya baweriyê, Rexaba qav tevî yên neguhdar nehate kuştinê, çimkî ewê bi edilayî cesûs mala xweda qebûl kirin.
32 Ez dîsa çi bêjim? Hergê ez derheqa Gîdeyon, Barak, Şimşon, Yeftah, Dawid, Samûyêl yan pêxemberên din gilî kim, wext wê têrê neke. 33 Bi saya baweriyê, ewana miqabilî padşa serdiketin, rastî diparastin, ji Xwedê soz distandin, devê şêra digirtin, 34 qewata agir ser wan hukum nedikir û ji devê şûr xilaz dibûn. Gava ewana sist dibûn, qewat distandin, şerda qewî dibûn, û dijminên xwe ji hev bela dikirin. 35 Hine kulfeta miriyên xwe bi saya rabûna miriya dîsa dîtin. Hine kesên amin heta mirinê hatine çerçirandinê, çimkî qebûl nekirin bêne azakirinê, seva ku bigihîjine rabûna miriya ya diha baş. 36 Hinekên mayîn jî ber qamçiya, ber qerfa, hela hê jî qeyd-zincîrada û kelada dihatine zêrandinê. 37 Ewana didane ber kevira, ewana dihatine cêribandinê, bi birekê dihatine birînê, bi devê şûr dihatine kuştinê, bi postê pêz û bizina digeriyan, wana nava hewcetiyêda sebir dikir, tengasî û cefa dikişandin. 38 Dinya nehêjayî wan bû. Ewana beriyada, çiyada, şkeftada û qulên bin erdêda digeriyan.
39 Rast e ev hemû meriv bona baweriya xwe îzbatî standin ku Xwedê ji wan razî ye, yeke wana nedît ku çawa ew sozên ku wanra hatibûn dayînê, hatine sêrî, 40 çimkî Xwedê tiştekî diha baş bona me hazir kiriye, wekî ewana bêyî me negihîjine kamiliyê.