KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Karên Şandiya 18
  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

Karên Şandiya Naveroka Kin

      • Xizmetiya Pawlos Korintêda (1-17)

      • Vegerandina li Entakya Sûryayî (18-22)

      • Pawlos diçe Galatyayê û Firîgyayê (23)

      • Apolosê xeberxweş alîkariyê distîne (24-28)

Karên Şandiya 18:4

Spartin

  • *

    Yan “sînagog”, dêmek ciyê hebandina Cihûya.

  • *

    Yan “Ewî tevî wan şêwir dikir”.

Karên Şandiya 18:8

Spartin

  • *

    Nixumandin edeteke rêlîgî ye, ku meriva pêda dikine bin avê û derdixin.

  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
  • 13
  • 14
  • 15
  • 16
  • 17
  • 18
  • 19
  • 20
  • 21
  • 22
  • 23
  • 24
  • 25
  • 26
  • 27
  • 28
Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
Karên Şandiya 18:1-28

Karên Şandiya

18 Paşî vê yekê, Pawlos ji Atînayê derket û çû Korintê. 2 Wêderê ew rastî Cihûkî bi navê Ekîla hat, yê ku esilê xweda ji Pontosê bû. Ew tevî jina xwe Priskîlayê ji Îtaliyayê teze hatibû, çimkî Qeyser Klawdyo ferman dabû, wekî hemû Cihû ji Romê derkevin. Pawlos çû bal wan. 3 Û çimkî pêşê wan yek bû, ew mala wanda ma û tevî wan kon çêdikirin. 4 Pawlos her rojên Şemiyê kinîştêda* gotar dixwendin,* û kesên Cihû û kesên Yûnanî didane bawerkirinê.

5 Gava Sîlas û Tîmotêyo ji Makedonyayê hatin, Pawlos destpêkir hê zêde xebera Xwedê bela ke û Cihûyara îzbat dikir ku Îsa ye Mesîh. 6 Lê çimkî ewana miqabilî wî radibûn û ew bêhurmet dikirin, ewî kincên xwe dawşand û wanra got: “Bira xûna we ser stiyê we be. Ez bêsûc im. Ji vir şûnda ezê herim cem merivên ji miletên din”. 7 Pawlos ji wêderê çû û kete mala merivekî bi navê Tîto Yûsto, yê ku Xwedê diheband. Mala wî kêleka kinîştê bû. 8 Serwêrê kinîştê Kirîspo temamiya malbeta xweva baweriya xwe Xudan anî. Usa jî gelek Korintiyên ku mizgînî bihîstin, bawer kirin û hatine nixumandinê.* 9 Xudan şev dîtinokêda Pawlosra got: “Netirse, berdewam ke xeber de û xwe ker neke, 10 çimkî ez tevî te me, û tu kes wê zirarê nede te; vî bajarîda gelek meriv hene, yên ku wê baweriya xwe min bînin”. 11 Lema Pawlos sal nîvekê wêderê ma û xebera Xwedê wan hîn dikir.

12 Rojên weliyê Axayayê Galiyoda, Cihûya giliyên xwe kirine yek, hicûmî ser Pawlos kirin û ew birine ber textê hakim. 13 Wana got: “Ev meriv cimetê hîn dike, wekî Xwedê ne li gora qanûnê bihebînin”. 14 Gava Pawlos dixwest tiştekî bêje, Galiyo Cihûyara got: “Cihûno, hergê vî merivî neheqî bikira yan xirabîke mezin, wî çaxî minê bi sebir guh bida we. 15 Lê hergê dew bona xebera ye, nava ye, yan bona qanûna we ye, hûn xwexa safî kin. Ez naxwazim bibime hakimê van tişta”. 16 Û ewî ewana ji wêderê derxistine derva. 17 Hingê wan hemûya serwêrê kinîştê Sostênîs girtin û pêşberî textê hakim kutan. Lê qe xema Galiyo nîbû.

18 Pawlos çend roja wêderê ma, paşê xatirê xwe ji bira xwest û pê gemiyê berbi Sûryayê çû. Priskîla û Ekîla jî tevî wî bûn. Pêşiya vê yekê, ewî Kenxêryayêda porê xwe kin kiribû, çimkî sond xwaribû. 19 Gava ewana gihîştine Efesê, ewî ewana wêderê hîştin, lê xwexa kete kinîştê û tevî Cihûya dikete xeberdanê. 20 Çiqas jî wana hîvî ji wî dikir ku ew wexteke dirêj wêderê bimîne, yeke ew qayîl nebû. 21 Lê ewî xatirê xwe ji wan xwest û gote wan: “Hergê Yehowa bixwaze, ezê dîsa vegerim bal we”. Û ew pê gemiyê ji Efesê 22 derbazî Qeyseryayê bû. Ew hilkişiya Orşelîmê û silav da civatê. Paşê ew dakete Entakyayê.

23 Pawlos hinek wext wêderê ma, paşê rê ket. Ew herêma Galatya û Firîgyayêda cûre-cûre ciya digeriya û dilê hemû şagirta qewî dikir.

24 Wê demê Cihûkî bi navê Apolos, yê ku esilê xweda ji Skenderyayê bû, hate Efesê. Ew yekî xeberxweş bû û Nivîsarên Pîroz rind zanibû. 25 Ew derheqa riya Yehowa hatibû hînkirinê. Bi saya ruhê pîroz, ew gelek xîret bû û ewî derheqa Îsa rast xeber dida û hîn dikir. Lê zanebûna wî tenê derheqa nixumandina Yûhenna bû. 26 Apolos destpêkir kinîştêda bi mêrxasî xeber de. Gava Priskîla û Ekîla xeberdana wî bihîstin, wana ew bire cem xwe û riya Xwedê hê rind jêra zelal kirin. 27 Apolos dixwest derbazî Axayayê be, lema bira şagirtara nivîsîn û hîvî kirin, wekî ewana bi dil û can wî qebûl kin. Gava Apolos gihîşte wêderê, ewî gelek alî wan meriva kir, yên ku bi saya qenciya Xwedêye mezin bibûne bawermend. 28 Ewî bi xîreteke mezin ber cimetê îzbat dikir wekî hînkirinên Cihûya nerast in, û bi saya Nivîsarên Pîroz nîşan dikir ku Îsa Mesîh e.

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Elametiyên Konfêdênsîal
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin