Li Gora Lûqa
5 Carekê, gava Îsa ber gola Cênîsartê* xebera Xwedê hîn dikir, gelek meriv hatin û der-dorê wî teng dikirin, wekî guh bidine wî. 2 Ewî du qeyîkên girêdayî ber golê dîtin, mesîgir ji wan derketibûn û torên xwe dişûştin. 3 Îsa kete yek ji wan qeyîka, ku ya Şimhûn bû, û ji wî xwest ku qeyîkê hinekî ji devê golê dûr xe. Paşê ew rûnişt û ji qeyîkê destpêkir elaletê hîn ke. 4 Ewî gava xeberdana xwe xilaz kir, Şimhûnra got: “Qeyîkê bive cîkî kûr, û torên xwe bavêjine avê”. 5 Lê Şimhûn got: “Dersdar, me temamiya şevê kir-nekir tiştek negirt. Lê wekî tu dibêjî, ezê tora bavêjime avê”. 6 Gava wana usa kir, haqas mesî girtin ku torên wan îda diqetiyan. 7 Hingê wana bi nîşana gazî hevalên xweyî qeyîka dinda kirin, wekî bên û alî wan bikin. Ewana hatin her du qeyîk tijî mesî kirin, û hinek mabû qeyîk nuq bûna. 8 Gava Şimhûn Petrûs ev yek dît, xwe ber Îsa avîte ser çoka û got: “Ji min dûr keve, Xudan, ez merivekî gunekar im”. 9 Ewî usa got, çimkî ew û hemûyên ku tevî wî bûn, gelek ecêbmayî man ku haqas mesî girtibûn, 10 usa jî kurên Zebedî Aqûb û Yûhenna, yên ku hevalkarên Şimhûn bûn, ecêbmayî man. Lê Îsa Şimhûnra got: “Netirse. Ji vir şûnda tuyê meriva mîna mesiya bigirî”. 11 Wana qeyîkên xwe kişandine ber devê berê, her tişt hîştin û pey wî çûn.
12 Careke din gava Îsa li bajarekî bû, wêderê merivekî serdapêda kotî hebû. Gava ewî Îsa dît, xwe avîte erdê û ji wî reca kir: “Xudan, hergê tu tenê bixwazî, tu dikarî min qenc kî”.* 13 Îsa jî destê xwe dayê û gotê: “Ez dixwazim! Qenc be”. Derbêra kotîbûn jê çû. 14 Îsa temî da wî, wekî vê yekê tu kesîra nebêje, û got: “Lê here xwe nîşanî kahîn ke, û çawa Mûsa temî daye, bona paqijbûna xwe qurbanê bide, wekî ew bona wan bibe îzbatiya qenckirina te”.* 15 Lê nav-dengê Îsa hê zêde bela dibû û gelek meriv top dibûn, wekî guh bidine wî û ji nexweşiyên xwe bêne qenckirinê. 16 Lê Îsa gelek cara diçû ciyên xewle, wekî dua bike.
17 Rojekê, çaxê ewî malekêda hîn dikir, Fêrisî û dersdarên Qanûnê, yên ku ji her gundê Celîlê, Cihûstanê û ji Orşelîmê hatibûn, wêderê rûniştî bûn. Yehowa qewat da Îsa, ku meriva qenc ke. 18 Hingê hine meriva, yekî şilûşet nav nivînada* anîn. Wana dixwest wî bivine hindurê malê û ber Îsa daynin. 19 Lê ji bo elaletê, wana nikaribû wî bivine hindur. Lema ewana hilkişiyane ser banî, kermîd rakirin û ew daxistine jêrê ber Îsa. 20 Gava ewî baweriya wan dît, yê şilûşetra got: “Gunên te hatine baxşandinê”. 21 Hingê qanûnzan û Fêrisî fikirîn û gotin: “Ew kî ye van kifiriya dike? Xêncî Xwedê kî dikare guna bibaxşîne?” 22 Fikirên wan Îsara eyan bûn û ewî wanra got: “Hûn dilê xweda çi difikirin? 23 Çi diha hêsa ye bêjin? ‘Gunên te hatine baxşandinê’, yan ‘Rabe û rê here’? 24 Lê seva hûn bizanibin ku hukumê Kurê însên ser erdê heye, wekî guna bibaxşîne . . .” Û ewî gote yê şilûşet: “Ez tera dibêjim, rabe, nivîna xwe hilde û here mala xwe”. 25 Hingê ew ber wan rabû, nivîna ku ser paldayî bû, hilda çû mala xwe û şikirî dida Xwedê. 26 Hemûşk heyr-hujmekar man û şikirî didane Xwedê. Wana bi xof digot: “Me îro tiştên ecêb dîtin!”
27 Paşî vê yekê, Îsa derkete derva û xercgirekî bi navê Lêwî dît, yê ku li ciyê topkirina xerca rûniştî bû, û wîra got: “Pey min were”. 28 Ewî jî her tişt hîşt, rabû û pey wî çû. 29 Paşê, Lêwî mala xweda bona Îsa sifreke mezin vekir. Wêderê gelek xercgir û kesên din jî tevî wan ber sifrê rûniştibûn. 30 Hingê Fêrisiya û qanûnzanên wan destpêkirin gazina bikin û şagirtên wîra gotin: “Hûn çira tevî xercgir û gunekara dixwin û vedixwin?” 31 Îsa caba wan da û got: “Ne ku yên sihet-qewat hewcê hekîm in, lê yên nexweş. 32 Ez hatime ne ku gazî yên rast kim, lê gazî gunekara kim, wekî ewana tobe kin”.
33 Wana wîra got: “Şagirtên Yûhenna gelek car rojî digirin û dua-dirozga dikin, û şagirtên Fêrisiya jî usa dikin, lê şagirtên te dixwin û vedixwin”. 34 Îsa caba wan da: “Qe hûn dikarin zorê hevalên zeva bikin, wekî ewana rojî bigirin, heta zeva tevî wan e? 35 Lê wext wê bê, gava bi rastî zeva ji wan bê hildanê, û wan rojada ewana wê rojî bigirin”.
36 Ewî meselek jî wanra anî: “Tu kes perçekî ji kinceke teze nabire û kinceke kevinva nadirû. Hergê kesek usa bike, hingê perçê teze wê kinca kevin biqelişîne, û him jî perçê kinca teze û yê kevin hev nayên. 37 Usa jî tu kes şerava teze nake meşkên* kevin. Hergê kesek usa bike, şerava teze wê meşka biteqîne û birije, meşk jî wê xirab bin. 38 Lê gerekê şerava teze bikine meşkên teze. 39 Û kesek pey şerava kevinra naxwaze ya teze vexwe, çimkî ewê bêje: ‘Ya kevin xweş e’”.