1 Korintî
9 Ne ez aza me? Ne ez şandî me? Ne min Xudanê me Îsa dîtiye? Ne hûn keda min in xizmetiya Xudanda? 2 Hergê kesên din min şandî hesab nakin jî, bona we bê şik ez şandî me! Hûn îzbatiya wê yekê ne, ku ez şandiyê Xudan im.
3 Ez wanra, yên ku min sûcdar dikin, caba xwe usa didim: 4 Gelo îzina me tune, wekî tiştên ku didine me, em bixwin û vexwin? 5 Gelo îzina me tune ku em bizewicin û jina bawermend tevî xwe bivin rêwîtiyê? Şandiyên mayîn, birên Xudan û Kîfas* jî usa dikin. 6 Gelo tenê ez û Barnabas mecbûr in bixebitin, wekî ebûra xwe bikin? 7 Gelo kîjan esker kîsî xwe qulix dike? Gelo kî rezekî diçîne û ji berên wî naxwe? Gelo kîjan şivan şîrê kerî venaxwe?
8 Ez van tişta li gora nihêrandina meriva nabêjim. Qanûn jî besa van tişta dike. 9 Qanûna Mûsada hatiye nivîsarê: “Devê gayê ku bêderêda* dixebite, girênede”. Gelo Xwedê tenê bona ga xem dike? 10 Yan ew bi rastî bona kara me dibêje? Belê, ev yek bi rastî bona kara me hatiye nivîsarê. Him yê ku erd cot dike, him jî yê ku bêderêda dixebite, dikare bi guman hîviya para xwe be.
11 Hergê me nava weda tiştên ruhanî bela kirine,* gelo wê nerast be ku em hine tişta bona hewcên xwe ji we qebûl kin?* 12 Hergê îzina kesên din heye, ku alîkariya we bistînin, ne hê zêde îzina me heye? Lê dîsa jî me ev îzina xwe nedaye xebatê. Dewsa vê yekê, em ber her tiştî teyax dikin, seva em riya tu kesî negirin, wekî baweriya xwe mizgîniya derheqa Mesîh bînin. 13 Gelo hûn nizanin ku ewên paristgehêda xizmet dikin, tiştên paristgehê dixwin? Yan jî, hûn nizanin ku ewên ber qurbangehê xizmet dikin, pareke ji tiştên ku ser qurbangehê têne qurbankirinê, distînin? 14 Hema bi wî cûreyî, Xudan temî daye, wekî ewên ku mizgîniyê bela dikin, pê mizgîniyê ebûra xwe bikin.
15 Lê dîsa jî min tiştek ji we nexwestiye. Û ez van tişta bona vê yekê nanivîsim, wekî tiştekî ji we bixwazim. Hê baş e ez bimirim, ne ku kesek meniya mine firnaqbûnê ji min bistîne! 16 Hergê ez mizgîniyê bela dikim, meniya min tune ez payê xwe bidim. Çimkî ev borcê min e. Wey li min, hergê ez mizgîniyê bela nekim! 17 Hergê ez bi rezedilî vê yekê dikim, xelata min heye, lê hergê jî ne bi xwestina xwe vê yekê bikim, yeke ev borcdarî minra hatiye dayînê, ez gerekê bikim. 18 Wekî usa ne, xelata min çi ye? Xelata min ev e, ku ez dikarim bi rezedilî û bêpere mizgîniyê bela kim. Bi vî cûreyî, ez ça mizgînvan hukumê xwe bona kara xwe nadime xebatê.
19 Rast e ez merivekî aza me, lê min xwe kire xulamê her kesî, wekî çiqas dikarim gelek meriva qazanc kim. 20 Bona Cihûya ez bûme mîna yekî Cihû, wekî Cihûya qazanc kim. Bona kesên ku bin qanûnêda nin, ez bûme mîna kesekî ku bin qanûnêda ye. Rast e ez bin qanûnêda nînim, lê vê yekê dikim, wekî kesên ku bin qanûnêda nin, qazanc kim. 21 Bona kesên bê qanûn ez bûme mîna kesekî bê qanûn. Rast e ez bê qanûn nînim ber Xwedê, lê bin qanûna Mesîhda me, ez vê yekê dikim, ku yên bê qanûn qazanc kim. 22 Bona yên sist ez bûme yekî sist, wekî yên sist qazanc kim. Ez bona hemû cûre meriva bûme her tişt, wekî çiqas tê standin hineka xilaz kim. 23 Ez hemû tiştî bona xatirê mizgîniyê dikim, wekî vê mizgîniyê kesên dinra bela kim.
24 Hûn zanin, wekî yên ku lecmeydanêda nin, hemû jî direvin, lê tenê yek xelatê distîne. Hûn jî usa birevin, ku xelatê bistînin! 25 Her kesê ku dikeve lecê, her tiştîda xwegirtinê dide kifşê. Ewana vê yekê dikin, wekî tacê ku diçilmise, bistînin. Lê em vê yekê dikin, wekî tacê ku heta-hetayê naçilmise, bistînin. 26 Bona vê yekê ez bê nêt narevim. Ez badîhewa kulma xwe navêjime hewê. 27 Ez bedena xwe dixim û wê dikime xulam, wekî usa nîbe ku ez xelqêra mizgîniyê bela kim, lê xwexa jî neyême qebûlkirinê.