Efesiyara
3 Bona vê yekê, ez Pawlos, yê ku ji bo baweriya xwe hindava Mesîh Îsada û ji bo xatirê we, yên ku ji miletên din in, girtî me . . . 2 Belê, bê şik we bihîstiye ku ez hatime kifşkirinê, wekî alî we bikim, ku hûn kerema Xwedêye mezin bistînin. 3 Çawa ku min berê kin wera nivîsîbû, Xwedê minra sura xweye pîroz eşkere kir. 4 Lema gava hûn vê nemê bixûnin, hûnê bivînin ku ez sura pîroz derheqa Mesîh fem dikim. 5 Ev sur nisilên berêra nehate eşkerekirinê, lê niha bi saya ruh şandiyên wîye pîrozra û pêxemberara hatiye eşkerekirinê. 6 Sur ev e: Kesên ji miletên din, yên ku mizgîniyê qebûl kin û tevî Mesîh Îsa yektiyêda bin, wê tevî me bibine xweyîwar, û hevparên bedenê, usa jî tiştên ku Xwedê mera soz dane, wê bistînin. 7 Ez ji bo kerema mezin, ya ku Xwedê ça pêşkêş daye, bûme xizmetkarê vê surê. Ewî ev pêşkêş li gora qewata xwe daye min.
8 Minra, yê ku nava pîrozada ji yê herî biçûk kêmtir im,* ev kerema mezin hate dayînê. Ev yek minra hate dayînê, wekî ez mizgîniya derheqa keremên bêhesab, yên ku ji Mesîh tên, bela kim. 9 Bi vî cûreyî, ez alî hemû meriva dikim ku ewana bivînin, wekî Xwedayê ku her tişt efirandiye, çawa sura pîroz, ya ku ewî bi qirna vedişart, eşkere dike. 10 Ew her tişt bona vê yekê bû, wekî niha bi saya civatê serwêrtî û hukumetiyên li ezmanara bîlaniya Xwedê gelek aliyava bê eyankirinê. 11 Ev yek li gora qirara wîye heta-hetayê ye, ya ku Xudanê me Mesîh Îsava girêdayî ye. 12 Bi saya Mesîh em dikarin aza* xeber din, û pê baweriya me hindava wî, bona me rê vebûye, wekî em nêzîkî Xwedê bin. 13 Lema jî ez hîvî ji we dikim ku hûn ji bo tengasiyên min, yên ku ez seva we dikişînim, aliyê ruhanîda sist nebin, çimkî ew bona rûmeta we ne.
14 Bona vê meniyê, ez ber Bav dikevime ser çoka, 15 bi saya kîjanî her malbet ser ezmana û ser erdê heye.* 16 Ez dua dikim ku Xwedê bi dewlemendtiya rûmeta xwe, we bi qewata ruhê xweyî pîroz qewî ke. 17 Û ez dua dikim wekî bi saya baweriya we, Mesîh dilê weda bijî û dilê we bi hezkirinê tije be. Bira hûn kokên xwe kûr berdin û ser hîmê qewî bisekinin, 18 wekî hûn tevî hemû pîroza bi temamî bikaribin berayê, dirêjayê, bilindayê û kûrayê fem bikin. 19 Usa jî bira hûn hezkirina Mesîh, ya ku ser her zanebûnêra ye, bizanibin, û hûnê bi hemû hunurên Xwedê tije bin.
20 Xwedê pê qewata xweye ku nav meda eyan dibe, dikare ji hemû tiştên ku em hîvî dikin yan jî difikirin, hê zêde bike. 21 Lema bira heta-hetayê nava hemû nisilada wîra rûmet bê dayînê pê civatê û Mesîh Îsa. Amîn.