KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • 2 Korintî 8
  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

2 Korintî Naveroka Kin

      • Topkirina qurbankirinên bona Mesîhiyên li Cihûstanê (1-15)

      • Tîto dişînin li Korintê (16-24)

  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
  • 13
  • 14
  • 15
  • 16
  • 17
  • 18
  • 19
  • 20
  • 21
  • 22
  • 23
  • 24
Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
2 Korintî 8:1-24

2 Korintî

8 Îja birano, em dixwazin hûn derheqa kerema Xwedêye mezin, ya ku civatên Makedonyayêra hatiye dayînê, bizanibin. 2 Wana nava cêribandinada tengasî dikişand, lê dîsa jî şabûna xwe unda nedikirin, û ewana çiqas jî kesîb bûn, dîsa jî destvekirî bûn. 3 Ez şedetiya vê yekê didim, ku çi ji destê wan dihat, wana dikir. Erê, wana hela hê ji qewata xwe der jî dikirin. 4 Wana xwexa ji me reca dikir, ku em îzinê bidine wan, wekî ewana jî komekê bidine pîroza. 5 Wana hê zêde kir, ne ku çiqas em hîviyê bûn. Belê, li gora qirara Xwedê, wana bi dil û can Xudanra xizmet kiriye û komek dane me jî. 6 Lema jî me Tîto hêlan kir, wekî wî şixulê ku ewî bal we destpêkiribû, dêmek topkirina qurbankirinên we, temam ke. 7 Çawa ku her tiştên we têr-tije hene: bawerî, feresetê xeberdanê, zanebûn, xîret, û hezkirina meye hindava weda, bira qurbankirinên weye bi merdanî jî usa têr-tije bin.

8 Bi van gotinên xwe ez ne ku fermanê didime we, lê dixwazim dîna we bikişînime ser xîreta kesên din û têderxim hela hûn bi rastî kesên din hez dikin yan na. 9 Hûn kerema mezin ya Xudanê me Îsa Mesîh zanin: Çiqas ew dewletî bû jî, ew bona xatirê we bû kesîb, seva ku hûn bi saya kesîbiya wî dewletî bin.

10 Ez aha difikirim: Bona we wê baş be, wekî hûn vî şixulî temam kin, çimkî îda salek pêşda we ne tenê ev şixul destpêkir, lê we usa jî nîşan kir, ku hûn dixwazin vê yekê bikin. 11 Lema jî şixulê ku we destpêkiriye, temam kin. Gava hûn li gora vê yekê ku çiqas ji destê we tê, bidin, hûnê hazirbûna xwe nîşan kin. 12 Tiştên ku ji dil tên, li Xwedê xweş tên. Çimkî Xwedê dixwaze ku meriv haqasî bide, çiqas dikare, ne ku çiqas nikare. 13 Ez naxwazim barê kesên din sivik kim, lê barê we giran kim. 14 Lê ez dixwazim ku zêdeya destê weda, kêmasiya kesên din tije ke, û zêdeya kesên din jî, kêmasiya we tije ke, seva ku weke hev be. 15 Çawa ku hatiye nivîsarê: “Bal kê gelek hebû, zêde nîbû, û bal kê hindik bû, kêm nîbû”.

16 Şikir Xwedêra wekî Tîto jî mîna me bi dilê sax bona we xem dike. 17 Û ew ne tenê hîvîkirina mera razî bû, lê xwexa jî gelek dixwaze alî we bike, lema bi rezedilî tê bal we. 18 Em birakî din jî tevî wî dişînin, yê ku hemû civat payê wî didin bona tiştên ku ew seva belakirina mizgîniyê dike. 19 Xêncî wê yekê, ev bira aliyê civatada hatiye bijartinê, wekî bona rûmeta Xudan tevî me ev pêşkêşa qurbankirî bigihîne cî û bela ke, ku bê îzbatkirinê, wekî em hazir in alî kesên din bikin. 20 Bi vî awayî, tu kes nikare gazina me bike bona vê yekê, ku em çawa wan qurbankirina bela dikin. 21 Çimkî em ‘xîret dikin ku her tiştî rast û helal bikin, ne tenê ber Yehowa, lê ber meriva jî’.

22 Em tevî wan usa jî birakî xweyî din dişînin. Me ew gelek car cêribandiye, û me dît ku ew gelek tiştada xîret e. Lê niha ew hê zêde xîret e, çimkî ew baweriya xwe we tîne. 23 Hergê pirsên we derheqa Tîto hebin, bizanibin wekî ew dostê min û hevalkarê min e, yê ku bona kara we xizmet dike. Û hergê pirsên we derheqa birên me hebin, bizanibin ku ewana şandiyên civata ne û rûmetê didine Mesîh. 24 Lema jî hezkirina xwe hindava wan birada îzbat kin, û civatara nîşan kin ku çira em payê we didin.

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Elametiyên Konfêdênsîal
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin