Karên Şandiya
10 Qeyseryayêda merivek hebû, navê wî Kornêlyo bû, ew sersedekî koma* Îtalî bû. 2 Ew xwedêxof bû û temamiya malbeta xweva Xwedê diheband. Ewî kesîbara gelek qencî dikir û her gav Xwedêra dua dikir. 3 Nîvro nêzîkî siheta sisiya,* ewî dîtinokêda zelal dît, ku melekê Xwedê hate bal wî û wîra got: “Kornêlyo!” 4 Kornêlyo tirse-tirs li wî nihêrî û pirsî: “Çi ye Xudan?” Ewî jî got: “Xwedê duayên te bihîst û qenciyên ku te kesîbara kiriye, dît û bîr nake. 5 Niha meriva bişîne Yafayê û gazî Şimhûn ke, ku jêra Petrûs tê gotinê. 6 Ew mêvanê Şimhûnê çermker e,* mala kîjanî ber berê ye”. 7 Gava melekê ku tevî wî xeber dida, çû, Kornêlyo gazî du berdestiyên xwe û eskerekî xwedêxof kir, yê ku bin destê wîda bû. 8 Ewî her tişt wanra got û ewana şandine Yafayê.
9 Ewana roja din gava nêzîkî bajêr dibûn, hingê nîvro nêzîkî siheta donzdeha* Petrûs derkete ser banê xanî, wekî dua bike. 10 Ew gelek birçî bû û xwest xwarinê bixwe. Gava hê xwarin hazir dikirin, ewî dîtinokek dît. 11 Ewî ezmanê vekirî û tiştekî mîna perçekî mezinî kitanî dît, kîjan ku bi her çar niçên xweye bilindkirî dadikete ser erdê. 12 Hindurê wêda her cûre heywanên çarnig, şûlikiyên erdê û teyredên ezmên hebûn. 13 Hingê ewî dengek bihîst, ku wîra got: “Petrûs, rabe, heywanekî serjêke û bixwe!” 14 Lê Petrûs got: “Ez nikarim Xudan, çimkî min tu car tiştekî mirdar û heram nexwariye”. 15 Ewî cara duda ev deng bihîst, ku got: “Tiştên ku Xwedê helal kirine, îda heram hesab neke”. 16 Ev yek cara sisiya jî qewimî, û derbêra ev tiştê mîna perçe, hilkişiya li ezmên.
17 Petrûs şaş ma, û gava ew hê ser mena vê dîtinokê difikirî, merivên ku ji aliyê Kornêlyo hatibûne şandinê, mala Şimhûn dîtin û ber dergeh sekinîn. 18 Wana kire gazî û pirsîn gelo Şimhûnê ku jêra Petrûs tê gotinê, mêvanê vê malê ye, yan na. 19 Petrûs hê ser vê dîtinokê difikirî, ruh* wîra got: “Sê meriv te digerin. 20 Lema rabe, berjêr be û tevî wan here. Dudilî nebe, çimkî min ew şandine”. 21 Petrûs jî peya bû, çû cem wan meriva, û got: “Kesê ku hûn lê digerin, ez im. Hûn bona çi hatine?” 22 Wana got: “Kornêlyoyê sersed em şandine. Ew merivekî rast û xwedêxof e, û hemû Cihû qedirê wî digirin. Ewî pê melekekî pîroz ji Xwedê rêberî stand, ku bişîne pey te, wekî tu bêyî mala wî, û ew guh bide gotinên te”. 23 Hingê Petrûs ewana teglîfî malê kirin, û ça mêvanên xwe ewana qebûl kirin.
Roja din, ew rabû û tevî wan çû. Çend birên ji Yafayê jî tevî wî çûn. 24 Rojek şûnda ewana gihîştine Qeyseryayê. Kornêlyo jî hîviya wan bû, û ewî heval û merivên xwe li hev top kiribûn. 25 Gava Petrûs kete hindur, Kornêlyo hate pêşiya wî, xwe avîte ber nigên wî û ber wî ta bû. 26 Lê Petrûs ew rakir û got: “Rabe, ez jî mîna te merî me”. 27 Ew Kornêlyora bi xeberdanê kete hindurê malê û dît ku gelek meriv top bûne. 28 Petrûs wanra got: “Hûn rind zanin wekî miqabilî Qanûnê ye ev yek, ku Cihû tevî miletê din rabe-rûnê, yan jî hevva herin-bên. Lê Xwedê nîşanî min kir, ku ez gerekê tu merivî mirdar û heram hesab nekim. 29 Lema gava ewana hatine pey min, min gazin nekir û hatim. Niha ez dixwazim bizanibim we çira gazî min kiriye”.
30 Hingê Kornêlyo got: “Çar roj pêşda, nêzîkî vê sihetê, nîvro nêzîkî siheta sisiya* min mala xweda dua dikir. Nişkêva merivekî bi kincên sipî ber min sekinî 31 û got: ‘Kornêlyo, Xwedê duayên te bihîst û qenciyên te dît.* 32 Meriva bişîne Yafayê û gazî Şimhûn ke, ku jêra Petrûs tê gotinê. Ew mêvanê Şimhûnê çermker e, mala kîjanî ber berê ye’. 33 Hingê min derbêra meriv şandin pey te, û ça baş e tu hatî. Niha em hemû jî ber Xwedê sekinî ne, wekî Yehowa çi temî daye te ku mera bêjî, bibihên”.
34 Hingê Petrûs got: “Niha ez bi rastî fem dikim ku Xwedê firqiyê nake orta meriva, 35 lê ji her miletî, merivê ku ji wî ditirse û rastiyê dike, Xwedê wî qebûl dike. 36 Xwedê mizgîniya edilayê Îsraêliyara bi Îsa Mesîh şand; ew Xudanê hemûya ye. 37 Hûn zanin wekî ji Celîlê girtî, nav temamiya Cihûstanêda derheqa çi xeber didan pey wê nixumandinêra, ya ku Yûhenna elam dikir: 38 ku çawa Xwedê Îsayê ji Nisretê pê ruhê pîroz kifş kir û qewat da wî. Usa jî çawa Îsa li welêt digeriya, qencî dikir û kesên ku bin hukumê Mîrê-cinada diçerçirîn, qenc dikir, çimkî Xwedê tevî wî bû. 39 Em şedên van hemû tişta ne, yên ku ewî welatê Cihûyada û Orşelîmêda kirin. Lê wana ew ser stûnê* dardakirin. 40 Roja sisiya Xwedê ew ji mirinê rakir û îzin da, wekî ew merivara xuya be. 41 Ewî îzin neda ku her kes wî bivîne, lê tenê îzin da me, yên ku paşî rakirina wî ji mirinê, tevî wî xwarin û vexwarin. Em berêda aliyê Xwedêda hatine bijartinê, wekî wî bivînin û derheqa wî gilî kin. 42 Usa jî, Îsa temî da me wekî em merivara mizgîniyê bela kin û bi cûrekî baş şedetiyê bidin ku Xwedê ew bijartiye, wekî bibe hakimê saxa û miriya. 43 Hemû pêxember derheqa wî şedetiyê didin, û dibêjin ku bi saya navê wî gunên her kesê ku baweriya xwe wî tîne, wê bêne baxşandinê”.
44 Hê Petrûs derheqa van tişta xeber dida, ruhê pîroz hate ser hemû kesên ku ev xebera Xwedê dibihîstin. 45 Bawermendên Cihû,* yên ku tevî Petrûs hatibûn, ecêbmayî man, çimkî ruhê pîroz ça pêşkêşa ji Xwedê ser miletên dinda jî hate barandinê. 46 Çimkî wana dibihîst ku ewana bi zimanên xerîb xeber didin û şikiriyê didine Xwedê. Hingê Petrûs got: 47 “Îda kî dikare riya wan bigire ku ewana pê avê bêne nixumandinê, yên ku mîna me ruhê pîroz standin?” 48 Hingê Petrûs temî da ku ewana bi navê Îsa Mesîh bêne nixumandinê. Paşê wana ji wî hîvî kir, wekî çend roja cem wan bimîne.