Romayara
12 Birano, ez hîvî ji we dikim bona wê dilşewatiya Xwedê, hûn bedenên xwe ça qurbaneke sax, pîroz û li Xwedê xweş, pêşkêşî wî bikin. Û hiş-aqilê xwe bidine xebatê, wekî Xwedêra xizmet kin. 2 Û îda îzinê nedine vê dinyayê ku ser we hukum ke, lê cûrê fikirandina xwe biguhêzin, wekî hûn xwexa qirara Xwedê fem bikin, ya ku qenc e, xweş e û bêkêmasî ye.
3 Çimkî Xwedê minra qenciya mezin kiriye, lema ez ji we hemûya reca dikim ku çiqas we dikeve, ji wê zêdetir ser xwe nefikirin. Lê bira her kes ji we li gora baweriya ku Xwedê daye we, bi serwaxtî bifikire. 4 Çimkî bedenekêda gelek endem hene, lê kirên wan ji hev cude ne. 5 Mîna vê yekê, em çiqas gelek bin jî, em bedenek in, çimkî em tevî Mesîh yektiyêda nin û hevva girêdayî ne. 6 Ji bo qenciya mezin ku Xwedê bona me kiriye, me her kesî cûre-cûre pêşkêş standiye. Hergê me pêşkêşa pêxembertiyê standiye, werên em li gora baweriya xwe pêxembertiyê bikin; 7 hergê ya xizmetiyê standiye, werên em çiqas dikarin xizmet kin; hergê ya hînkirinê standiye, werên em çiqas dikarin hîn kin. 8 Hergê pêşkêşa me ew e, ku em dilê meriva qewî kin, werên em dila qewî kin. Hergê pêşkêşa me dayîn e, werên em bi merdanî bidin. Yê ku rêberiyê dike, bira bi xîret rêberiyê bike. Yê ku dilremtiyê dide kifşê, bira vê yekê bi dil û can bike.
9 Bira hezkirina weda durûtî tune be. Xirabiyê nefret kin û xwe li tiştê qenc bigirin. 10 Bira hezkirin û dilgermî nav weda hebe. Qedirgirtinêda hûn gava pêşin bavêjin. 11 Xebathez* bin, ne ku tembel bin. Bira ruhê pîroz dilê weda agirê xîretê vêxe. Bi temamiya dilê xwe Yehowara xizmet kin. 12 Bi gumana xwe şa bin. Tengasiyên xweda sebir kin. Her gav dua bikin. 13 Alîkariyê bidine cimeta Xwedê,* li gora hewcên wan. Timê mecala bigerin ku mêvanheziyê bidine kifşê. 14 Dua li wan bikin yên ku we dizêrînin, belê dua li wan bikin, û nifira li wan nekin. 15 Tevî yên şa dibin şa bin û tevî yên digirîn bigirîn. 16 Hûn çawa derheqa xwe difikirin, derheqa kesên din jî usa bifikirin. Bi zêdeyî ser xwe nefikirin, lê xweyê nihêrandineke milûk bin. Hûn çevê xweda xwe dewsa bîlana daneynin.
17 Gava meriv xirabiyê li we dikin, hûn xirabiyê li wan nekin. Çi ber çevê hemû meriva qenc e, wê bikin. 18 Çiqas ji destê we tê, tevî hemû meriva edilayêda bin. 19 Delalno, heyfê hilnedin, lê cî bidine xezeba Xwedê, çimkî Nivîsarên Pîrozda usa tê gotinê: “Yehowa dibêje: ‘Heyfhildan ya min e; ezê heyfê hildim”. 20 Lê tu usa bike: “Hergê dijminê te birçî ye, xwarinê bide wî. Hergê ew tî ye, avê bide wî. Hergê tu usa bikî, tuyê dilê wî nerm kî”.* 21 Nehêle ku xirabî ser te keve, lê bi qenciyê tu ser xirabiyê keve.