Îbraniyara
4 Heta ku sozê derheqa ketina nav rihetiya Xwedê hê qewatêda ne, werên em haj xwe hebin,* ku tu kes ji me vî sozî unda neke. 2 Çimkî çawa ku wanra mizgînî hatibû dayînê, mera jî hatiye dayînê. Lê belê, gotinên ku wana bihîst bona wan bêkêr bûn, çimkî baweriya wan, ne mîna baweriya merivên guhdar bû. 3 Lê em, yên ku bawer dikin, dikevine nav rihetiya wî. Lê derheqa kesên neguhdar Xwedê usa got: “Lema min ji hêrsê sond xwar: ‘Ewana wê nekevine nav rihetiya min’”. Rast e kirên Xwedê ji wextê efirandina dinyayê xilaz bibûn, lê yeke ewî ev yek got. 4 Nivîsarada derheqa roja hefta ewî usa got: “Û Xwedê roja heftada ji hemû şixulên xwe rihet bû”. 5 Û dîsa ew dibêje: “Ewana wê nekevine nav rihetiya min”.
6 Kîjanara mizgînî pêşiyê hatibû belakirinê, neketine nav rihetiya Xwedê, çimkî neguhdar bûn. Lê hine kes hê dikarin bikevine nav rihetiya wî. 7 Pey gelek wextra bona vê yekê Xwedê dîsa rojeke din kifş dike, ku zebûra Dawidda dibêje “Îro”. Çawa ku berê vê nemêda hatiye gotinê: “Îro, gava hûn dengê wî bibihên, dilê xwe hişk nekin”. 8 Hergê Yêşû ewana bivirana berbi vê rihetiyê, hingê Xwedê wê besa rojeke din nekira. 9 Lema jî bona cimeta Xwedê, rihetiya roja Şemiyê* hê qewatêda dimîne. 10 Kesê ku dikeve nava rihetiya Xwedê, ew jî ji şixulên xwe rihet dibe, çawa ku Xwedê ji şixulên xwe.
11 Lema werên çi ji destê me tê em bikin, ku bikevine nava rihetiya Xwedê, wekî tu kes ji me nekeve ser riya neguhdariyê. 12 Xebera Xwedê sax û zor e, û ji her şûrê dudevî tûjtir e. Ew hela hê jî dikeve nava can û ruh, movik û mejiyê hestiya û wana ji hev vediqetîne, û dikare fikir û nêtên dila têderxe. 13 Tu kes û tu tişt ber çevê Xwedê veşartî nîne. Lê her tişt ber çevê wî vekirî û eşkere ye, ber kîjanî emê caba xwe bidin.
14 Çimkî kahînê meyî mezin û bilind, Îsa, Kurê Xwedê ye û ew çû ezmana, lema jî werên em berdewam kin derheqa baweriya xweye hindava wîda gilî kin. 15 Kahînê meyî mezin kêmasiyên me fem dike, çimkî ew jî mîna me hemû aliyava hate cêribandinê, lê ewî gune nekir. 16 De werên em nêzîkî textê kerema mezin bin, û wîra bê tirs dua bikin. Bi vî cûreyî, gava em hewcê alîkariyê bin, emê rem û kerema wîye mezin bistînin.