Fîlîpiyara
4 Birên mine hezkirî, hûn şabûn û tacê serê min in, û ez gelek bîra we dikim. Delalno, ez ji we reca dikim, ku hûn Xudanra amin bimînin.
2 Ez hîvî ji Eyodiyayê û Sîntîxayê dikim, wekî xizmetiya Xudanda ser nêtekê bin. 3 Hevalkarê minî amin, ez hîvî te jî dikim wekî tu berdewam kî alî van xûşka bikî. Ew xûşk tevî Klêmens û hevalkarên minî din mil bi mil belakirina mizgîniyêda kar dikirin. Navê wan hemûya kitêba jîyînêda nivîsar in.
4 Her gav pê Xudan* şa bin. Ez dîsa dibêjim: Şa bin! 5 Bira serwaxtiya we her kesîra eşkere be. Bîr nekin ku Xudan nêzîk e. 6 Bona tu tiştî xem nekin, lê xwestina we bira bi dua-dirozga, bi razîbûnê, Xwedêva eyan be. 7 Hergê hûn usa bikin, edilaya Xwedê, ya ku ser femkirina merivara ye, wê dil û hişê* we bi saya Mesîh Îsa biparêze.
8 Heyneser birano, berdewam kin kûr bifikirin derheqa van tişta çi ku rast in, ferz in,* ber çevê Xwedê heq in, temiz in, hêjayî hezkirinê ne, hêjayî hurmetê ne, namûsî ne û hêjayî pesindayînê ne. 9 Hûn ji min çi hîn bûn, we çi stand, çi bihîst û çi dît wê yekê bikin, û hingê Xwedêyê edilayê wê tevî we be.
10 Ez gelek şa me û şikiriyê didime Xudan, ku we dîsa destpêkir bona min xem bikin. Rast e we her gav bona min xem dikir, lê mecala we tune bû ku hûn vê yekê nîşan kin. 11 Gotina min ev nîne ku ez hewcê tiştekî me, çimkî ez hîn bûme ku hemû halîda bi tiştên ku destê minda hene razî bim. 12 Ez tunebûnê jî zanim, hebûnê jî zanim. Her tiştîda û her halîda ez vê surê hîn bûme, ku çawa razî bim têrbûnêda yan birçîbûnêda, yan hebûnêda yan jî tunebûnêda. 13 Ez dikarim bi saya Xwedê, yê ku qewatê dide min, her tiştî bikim.
14 Lê dîsa jî we qenc kir, ku we tengasiyên minda alî min kir. 15 Gelî Fîlîpîno, hûn xwexa zanin, ku gava we mizgînî bihîst û ez ji Makedonyayê çûm, tenê civata we komek dida min. 16 Gava ez Têsalonîkêda bûm, we ne tenê carekê, lê du cara tiştên ku ez hewce bûm, minra şandin. 17 Ez hîviya pêşkêşê nînim. Ez tenê dixwazim, wekî hûn xelata ku ji dayînê tê, bistînin. 18 Lê hemû tiştên ku minra lazim in cem min hene, hela hê zêde jî. Ew tiştên ku we bi destê Êpafrodîto minra şandine, besî min in. Pêşkêşa we mîna qurbaneke bînxweş e, ya ku dilê Xwedê xweş tê. 19 Û Xwedayê min wê ji dewlemendtiya xweye rûmet, bi Mesîh Îsa her hewcê we bi temamî razî ke. 20 Bav û Xwedayê mera bira heta-hetayê rûmet bê dayînê. Amîn.
21 Aliyê minda hemû pîrozên Xwedê, yên ku yektiya Mesîh Îsada nin, silav kin. Birên ku tevî min in jî we silav dikin. 22 Hemû kesên pîroz, îlahî yên ji mala Qeyser, we silav dikin.
23 Birano, bira kerema mezin ya Xudan Îsa Mesîh ser we be, bona ruhê ku hûn didine kifşê. Amîn.