Galatiyara
5 Mesîh em bona azaya usa aza kirine. Lema qayîm bisekinin û dîsa nekevine binê nîrê xulamtiyê.
2 Ez Pawlos, wera dibêjim: Hergê hûn bêne sinetkirinê, ji Mesîh tu kar wê bona we tune be. 3 Ez dîsa tînim bîra her mêrê ku tê sinetkirinê, wekî ew borcdar e xwe li temamiya Qanûnê bigire. 4 Hergê hûn dixwazin bi saya Qanûnê rast bêne hesabê, wekî usa ne hûn ji Mesîh qetiyayî ne, û ji kerema wîye mezin dûr ketine. 5 Lê em pê ruhê Xwedê bi hizret hîviya gumana rastiyê ne, ya ku ji baweriyê tê. 6 Çimkî yektiya Mesîh Îsada, ne sinetkirin ferz e, ne jî nesinetkirin, lê ya ferz bawerî ye, kîjan ku bi hezkirinê eyan dibe.
7 Hûn rind direviyan! Îja kî riya we girt wekî hûn guhdariya rastiyê nekin? 8 Hînkirinên usa ji wî nînin, yê ku gazî we dike. 9 Hine hevîrtirşk temamiya hevîr hiltîne. 10 Ez bawer im ku hûnê, yên ku tevî Xudan yektiyêda nin, tiştekî din nefikirin. Kesê ku wera çetinaya pêşda tîne, kî jî hebe, ewê cezayê xwe bistîne. 11 Birano, hergê min heta niha hîn kira ku sinet lazim e, qe ezê bihatama zêrandinê? Wekî usa ye mirina Îsa Mesîh ser stûna cefê, kevirê likumandinê nîne. 12 Xwazil mêrên ku dixwazin serê we tevlihev kin, xwexa xwe bixesandana.*
13 Birano, hûn bona azayê hatine gazîkirinê. Lê tenê evê azayê usa nedine xebatê, ku pey xwestinên xweyî bedenî herin, dewsê bi hezkirin hevdura xulamtiyê bikin. 14 Çimkî temamiya Qanûnê bi vê temiyê tê sêrî: “Meriva hez bike çawa tu xwe hez dikî”. 15 Lê hergê hûn hevdu digezin û hevdu dixwin, haj xwe hebin ku hûn qira hevdu neynin.
16 Lê ez dibêjim: Berdewam kin li gora rêberiya ruhê Xwedê bimeşin, û hûnê nehêlin ku xwestinên bedenê we zeft kin. 17 Çimkî bedena gunekar ji bo xwestinên xweye bedenî miqabilî ruh e, û ruh jî miqabilî bedena gunekar e. Ew her du miqabilî hev in, lema jî hûn wan tişta nakin, çi ku dixwazin bikin. 18 Xêncî vê yekê, hergê hûn li gora rêberiya Xwedê dimeşin, hûn bin qanûnêda nînin.
19 Kirên bedena gunekar eşkere ne: Zinêkarî, mirdarî, rabûn-rûniştina şermî, 20 pûtparistî, sêrbazî, dijminatî, şer, kumreşî, hêrs, hevrikî, dutîretî, cudetî, 21 hevsûdî, serxweşî, kêfkirina bêsînor û necayîz, û tiştên mîna van. Çawa min hûn berê hişyar kiribûn, ez we dîsa hişyar dikim: Kesên ku tiştên usa dikin wê Padşatiya Xwedê war nebin.
22 Lê berê ruhê pîroz ev e: hezkirin, şabûn, edilayî, sebir, dilovanî, qencî, bawerî, 23 şkestîbûn,* xwegirtin. Miqabilî van tişta qanûn tune. 24 Usa jî kesên ku para Mesîh Îsa ne, bedena xweye gunekar tevî temên wêye xirab û xwestinên wê, stûnêva mix kirine.
25 Hergê em li gora rêberiya ruhê Xwedê dijîn, werên em usa jî berdewam kin bi terbetî li gora rêberiya ruhê Xwedê bimeşin. 26 Bira em nebine merivne xwehez, hevra nekevine lecê û hevsûdiyê hev nekin.