1 Têsalonîkî
1 Ez Pawlos, Sîlvanûs* û Tîmotêyo vê nemê civata Têsalonîkiyara dinivîsin, ya ku tevî Bavê me Xwedê û Xudan Îsa Mesîh yektiyêda ye:
Bira kerema mezin û edilayî ser we be!
2 Gava em duayên xweda we bîr tînin, em her gav bona we hemûya razîbûna xwe didine Xwedê. 3 Çimkî em ber Bavê me Xwedê tu car bîr nakin şixulên weyî bi baweriyê û kirên weyî bi hezkirinê. Em usa jî bîr nakin, ku we bi saya gumana hindava Xudanê me Îsa Mesîh tengasiyada sebir dikir. 4 Gelî birên ku hezkiriyên Xwedê ne, em zanin ku ewî hûn bijartine. 5 Çimkî gava me mizgînî wera bela kir, me ne tenê bi giliya, lê bi qewat, bi ruhê pîroz û bi baweriya qewî gîhande we. Hûn zanin ku em nav weda bona xatirê we bûne merivne çi cûreyî. 6 We nava gelek tengasiyada xebera Xwedê bi şabûnê, kîjan ku ruhê pîroz dide, qebûl kir. Vê yekêda we çev da me û Xudan. 7 Bi vî cûreyî, hûn bona hemû bawermendên Makedonyayêda û Axayayêda bûne mesele.
8 Bi we xebera Yehowa ne tenê Makedonyayêda û Axayayêda hate bihîstinê, lê hemû dera. Û bi vî cûreyî, meriva derheqa baweriya weye hindava Xwedê bihîst, û îda nelazim e ku em tiştekî bêjin. 9 Çimkî ewana xwexa gilî dikin, ku me ça cara pêşin hevdu dît û ça we terka pûtên xwe daye, wekî Xwedayê rast û sax bihebînin, 10 û ji ezmana hîviya hatina Kurê wî bin, dêmek Îsayê ku ewî ji mirinê rakir. Belê, Îsa wê me xilaz ke ji xezeba ku tê.