Efesiyara
2 Usa jî Xwedê hûn sax kirin, gava hûn mirî bûn şaşî û gunên xweda, 2 yên ku we berê dikir, çimkî we mîna merivên vê dinyayê dijît. We gura serwêrê ku qewata wî ser hewayê heye, dikir. Ev hewa, dêmek ruh, niha jî ser merivên neguhdar hukum dike. 3 Berê em hemû mîna wan bûn, yên ku li gora xwestinên xweye gunekar û fikirên xwe hereket dikin. Û mîna yên din, em jî ji bûyîna xweva hêjayî xezeba Xwedê bûn. 4 Lê Xwedayê ku xweyê remtiya dewlemend e, ji hezkirina xweye mezin 5 em bi saya Mesîh sax kirin, çaxê em hê gunên xweda mirî bûn. (Hûn bi kerema wîye mezin hatine xilazkirinê.) 6 Xêncî vê yekê, ewî em, yên ku tevî Mesîh Îsa yektiyêda nin, ne tenê sax kirin, lê usa jî li ezmana tevî wî dane rûniştandinê. 7 Xwedê ev yek kir, wekî nava demên ku wê bên, bi merdanî dewlemendtiya kerema xweye mezin mera, yên ku tevî Mesîh Îsa yektiyêda nin, bide kifşê.
8 Bi saya vê kerema mezin hûn pê baweriyê xilaz bûne, û ev yek ne ji we ye, lê pêşkêşa Xwedê ye. 9 Belê, xilazbûn kirinava girêdayî nîne, wekî meniya tu kesî tune be ku payê xwe bide. 10 Em karên destê Xwedê ne û ewî em bi yektiya tevî Mesîh Îsa efirandine, wekî em kirên qenc bikin, yên ku Xwedê pêşda safî kiribû, ku em bikin.
11 Lema jî bînin bîra xwe, wekî wextekê hûn, yên ku ji miletên din in, nesinetkirî dihatine hesabê aliyê wan kesada, yên ku bi destê meriva hatibûn sinetkirinê. 12 Hingê hûn bê Mesîh bûn, xerîbên miletê Îsraêl bûn, û hûn nediketine nava peymanên ser hîmê soz. Hûn vê dinyayêda bê guman û bê Xwedê bûn. 13 Lê niha hûn tevî Mesîh Îsa yektiyêda nin. Hûn, yên ku berê ji Xwedê dûr bûn, bi saya xûna Mesîh nêzîkî wî bûn. 14 Çimkî Mesîh edilaya me ye. Ewî du kom kire yek û dîwarê ku ewana ji hevdu başqe dikirin, hilşand. 15 Ewî bi saya bedena xwe, koka dijminatiyê anî, û Qanûna ku ji temî û qeyda bû, betal kir. Ewî ev yek kir, wekî ji du komên ku tevî wî yektiyêda nin, cimeteke teze çêke û edilayê bîne. 16 Û ewî bi saya stûna cefayê du kom kire cimetek, wekî ewana tevî Xwedê li hev bên, çimkî ewî bi mirina xwe koka dijminatiyê anî. 17 Û ew hat mizgîniya edilayê da we, yên ku ji Xwedê dûr in û yên ku nêzîkî wî ne. 18 Çimkî bi saya wî, em hemû, dêmek her du kom, dikarin aza bi ruhekî nêzîkî Bav bin.
19 Awa hûn îda xelq û xerîb nînin, lê hûn bajarvan in çawa pîrozên din, û neferên mala Xwedê ne. 20 Hûn ser hîmê şandiya û pêxembera hatine avakirinê, lê kevirê sereke* yê vî hîmî Mesîh Îsa ye. 21 Temamiya avayî, ya ku tevî wî yektiyêda ye, hemû parên xweva ku hevva rind girêdayî ne, mezin dibe û dibe paristgeha pîroz bona Yehowa. 22 Û çimkî hûn tevî Mesîh yektiyêda nin, hûn jî tevî yên din têne avakirinê ku bibine ew cî, kîderê Xwedê bi ruhê xwe têda ye.