Romayara
6 Îja em niha çi bêjin? Gelo em gerekê berdewam kin gune bikin, seva ku qenciya Xwedêye mezin hindava meda zêde be? 2 Hemikî na! Em bona gune mirine, îja em ça dikarin berdewam kin gune bikin? 3 Yan hûn nizanin, wekî em hemûyên ku Îsa Mesîhda hatine nixumandinê,* mirina wîda jî hatine nixumandinê? 4 Gava em mirina wîda hatine nixumandinê, em tevî wî hatine definkirinê, seva ku çawa Mesîh pê rûmeta Bav ji mirinê hate rakirinê, em jî bi jîyîneke teze bijîn. 5 Hergê em mîna wî mirin û usa tevî wî yektiyêda bûn, emê usa jî tevî wî yektiyêda bin, çaxê mîna wî ji mirinê bêne rakirinê. 6 Em zanin ku şexsiyeta meye berê tevî wî ser stûnê hatiye mixkirinê, seva ku qewata gune bedena meda nemîne û em îda gunera xulamtiyê nekin. 7 Çimkî gava meriv dimire, ew ji gunê xwe aza dibe.*
8 Em tevî Mesîh mirine, û em bawer dikin ku emê tevî wî bijîn jî. 9 Çimkî em zanin wekî Mesîh ku ji mirinê rabûye, îda namire. Mirin îda ser wî hukum nake. 10 Ew carekê mir, wekî gune bide hildanê. Lê niha ew dijî, wekî qirara Xwedê bîne sêrî. 11 Hûn jî xwe bona gune mirî hesab kin, lê bijîn seva ku qirara Xwedê bînin sêrî, çawa şagirtên Îsa Mesîh.
12 Nehêlin ku gune ser jîyîna we hukum ke, û we mecbûr ke gura xwestinên bedena xwe bikin. 13 Bedenên xwe nedine gune ça hacetên bona xirabiyê.* Lê xwe tesmîlî Xwedê bikin, çawa merivên ku ji mirinê hatine rakirinê û bedenên xwe jî ça hacetên bona qenciyê* tesmîlî Xwedê kin. 14 Bira gune ser we hukum neke, çimkî hûn bin Qanûnêda nînin, lê bin qenciya Xwedêye mezinda nin.
15 Îja hergê em bin Qanûnêda nînin, lê bin qenciya Xwedêye mezinda nin, em gerekê gune bikin? Tu car na! 16 Hûn nizanin ku hergê hûn mîna xulama guhdariya kesekî dikin, hûn dibine xulamên wî? Hergê hûn xulamên gune ne, hûnê bimirin, hergê hûn xulamên Xwedê ne û guh didine wî, hûnê merivne rast bêne hesabê. 17 Lê şikir Xwedêra, wekî rast e hûn wextekê xulamên gune bûn, lê niha hûn gura vê hînkirinêda nin, ku we standiye. 18 Belê, hûn ku ji gune aza bûne, hûn bûne xulamên rastiyê. 19 Ji bo wê yekê ku hûn kamil nînin, ez bi zimanekî hêsa tevî we xeber didim. We li gora xwestinên bedena xwe dikir, û hûn xulamên heramiyê û bêqanûniyê bûn. Lê niha hûn gerekê li gora wan xwestina bikin, kîjan ku we dikine xulamên tiştên rast û pîroz. 20 Çimkî gava hûn xulamên gune bûn, we xulamtiya tiştên rast nedikir.
21 Hingê we ji kirên xwe çi ber distand? We tiştên usa dikir, ji bo kîjana hûn niha şerm dikin, û axiriya wan tişta mirin e. 22 Lê niha gava hûn ji gune aza bûne û bûne xulamên Xwedê, hûn berê pîroziyê tînin, û ew yek berbi jîyîna heta-hetayê dibe. 23 Çimkî heqê gune mirin e, lê pêşkêşa Xwedê jîyîna heta-hetayê ye, kîjan ku ew bi saya Xudanê me Îsa Mesîh dide me.