Tîtora
3 Berdewam ke bike bîra xûşk-bira ku gura serwêr û hukumetada bin, guhdariya wan bikin û bona her şixulê qenc hazir bin. 2 Bira ewana ser tu kesî xirab xeber nedin û şerûd nîbin, lê bira maqûl bin û tevî hemû meriva nerm bin. 3 Çimkî berê em jî bêfem û neguhdar bûn, dihatine xapandinê û em xulamên cûre-cûre kêf û xwestina bûn. Usa jî me xirabî û hevsûdî dikir, em merivne mirdar bûn û me hevdu nefret dikir.
4 Lê Xilazkarê me Xwedê însanetêra qencî û hezkirina xwe nîşan kiriye. 5 Ewî em xilaz kirin, ne ku bona kirên meyî rast, lê ji bo rema xwe. Ewî em paqij kirin, wekî em jîyîna nû bistînin, û ewî em bi saya ruhê xweyî pîroz nû kirin, bi vî cûreyî em xilaz kirin. 6 Ewî pê Xilazkarê me Îsa Mesîh, ev ruh bi merdanî ser meda barand, 7 wekî em pê kerema wîye mezin rast bêne hesabê û paşê li gora gumana jîyîna heta-hetayê bibine xweyê war.
8 Ev gotin bi îtbar in, û ez dixwazim ku tu her gav besa van bikî, wekî kesên ku baweriya xwe Xwedê anîne, hiş-aqilê xwe bidine ser vê yekê ku kirên qenc bikin. Ev tişt bona meriva qenc û kêrhatî ne.
9 Lê tu xwe ji dew-dozên bêfemî, ji lêkolîna derheqa rikinyata, ji hevrikiyê û ji şer-dewên derheqa Qanûnê dûr bigire, çimkî ew pûç û vala ne. 10 Merivê ku hînkirinên qelp bela dike, carekê şîret ke, cara duda jî, û hergê ew guh nede te paşê wî înkar ke. 11 Çimkî tu zanî wekî yê usa ji riya rast derketiye, gune dike, û ew xwexa dîwanê ser xweda tîne.
12 Gava ez Artemas û Tixîko bişînim bal te, her tiştî bike, wekî bêyî Nîkopolîsê bal min, çimkî min safî kiriye ku ez zivistanê wêderê derbaz kim. 13 Zênasê qanûnzanra û Apolosra çi lazim e bide wan, wekî rêwîtiya xweda kêmasiya tiştekî nevînin. 14 Bira birên me jî hîn bin qenciyê bikin û gava hewcetiya mezin hebe, alîkariyê bidin, wekî xizmetiya wan bêber nîbe.
15 Hemûyên ku tevî min in, te silav dikin. Aliyê minda kesên ku me hez dikin û baweriyêda nin, silav ke.
Bira kerema mezin ser we hemûya be!