Karên Şandiya
14 Konyayêda Pawlos û Barnabas tevayî ketine kinîşta* Cihûya, û wana usa xeber da, ku gelek merivên Cihû û Yûnanî bûne bawermend. 2 Lê Cihûyên ku bawer nekirin, nav miletên din dan,* wekî ewana miqabilî bira rabin. 3 Lema Pawlos û Barnabas êpêce wext wêderê man û wana pê qewata Yehowa bê tirs xebera qenciya wîye mezin bela dikir. Û Xwedê jî bi vê yekê ku pê destê wan nîşan û keremet dikirin, şedetiya vê yekê dikir. 4 Lê cimeta bajêr parevebû, hineka pişta Cihûya digirtin, û hinekên din jî pişta şandiya digirtin. 5 Çaxê him merivên ji miletên din, him jî Cihûya tevî serwêrên xwe dixwestin hicûmî ser Pawlos û Barnabas bikin û wana bidine ber kevira, 6 ewana vê yekê pêhesiyan û reviyan bajarên Lûkayonyayê; Lîstra û Dêrbeyê û der-dorê wan. 7 Wêderê jî wana mizgînî bela dikir.
8 Lîstrayêda merivekî nigada seqet hebû. Ew ji bûyîna xweda seqet bû û tu cara negeriyabû. 9 Gava Pawlos xeber dida, ewî merivî guh dida wî. Pawlos li wî nihêrî, dît ku baweriya wî heye û dikare qenc be, 10 bi dengekî bilind gotê: “Rabe û ser nigên xwe bisekine”. Hingê ewî banzda û destpêkir rê here. 11 Gava xelqê dît ku Pawlos çi kir, wana bi zimanê Lîkaonî got: “Xudan dilqê merivada daketine jêr cem me!” 12 Wana destpêkir Barnabasra bêjin Zews, lê Pawlosra jî Hermês, çimkî ewî diha zêde xeber dida. 13 Û kahînê Zews, paristgeha kîjanî ber bajêr bû, ga anîne ber dergehên bajêr tevî tacegula, û xwest tevî xelqê, Pawlos û Barnabasra bike qurban.
14 Lê gava şandiya, dêmek Barnabas û Pawlos ev yek bihîstin, wana kincên xwe qelaştin û bi lez ketine nava elaletê û bi dengê bilind gotin: 15 “Birano, hûn çima usa dikin? Em jî mîna we meriv in, û şaşiyên me jî hene. Em mizgîniyê didine we, ku hûn terka wan tiştên pûç bidin, û Xwedayê sax bihebînin, yê ku erd û ezman, ber û hemû tiştên nav wanda çêkirine. 16 Ewî rojên nisilên berêda îzin dida hemû mileta, ku ewana riya xweda herin. 17 Lê dîsa jî ewî şedetiya xwe dida. Mesele, ewî qencî dikir, wera ji ezmên baran dibarand, erdên we demsalada ber didan, têr-tije xwarin dida we û dilê we bi şabûnê tije dikir”. 18 Rast e wana ev gilî digotin, lê dîsa jî ancax cimet dane sekinandinê, ku wanra qurbana nedin.
19 Lê ji Entakyayê û Konyayê Cihû hatin û elalet miqabilî Pawlos rakirin, wana ew dane ber kevira, û kişandine ji bajêr der, çimkî difikirîn ku ew miriye. 20 Lê gava şagirt dora wî top bûn, ew rabû û kete bajêr. Roja din, ew tevî Barnabas çû Dêrbeyê. 21 Çaxê wana wî bajarîda mizgînî bela kir û alî gelek meriva kirin ku bibine şagirt, vegeriyane Lîstrayê, Konyayê û Entakyayê. 22 Wêderê wana dilê şagirta qewî dikir û alî wan dikirin, wekî ewana baweriyêda bimînin, û wanra digotin: “Pêşiya ku em bikevine Padşatiya Xwedê, em gerekê gelek tengasiyara derbaz bin”. 23 Xêncî wê yekê, wana her civatekêda rûspî kifş kirin, û paşî duakirin û rojîgirtinê, wana rûspiyên ku Xwedê bawer kiribûn, tesmîlî Yehowa kirin.
24 Paşê ewana nava Pisîdyayêra derbazî Pamfîlyayê bûn. 25 Û çaxê wana xebera Xwedê Pergayêda elam kirin, çûne Etalyayê. 26 Ji wêderê ewana bi gemiyê derbazî Entakyayê bûn, kîderê bira ewana tesmîlî qenciya Xwedêye mezin kiribûn, bona şixulê ku wana îda xilaz kiribû.
27 Gava ewana gihîştine wêderê, civat li hev top kirin û derheqa wan hemû tişta çi ku Xwedê bi destê wan kiribû, gilî kirin. Wana got ku Xwedê miletên dinra derê baweriyê vekiriye. 28 Û ewana wedekî dirêj tevî şagirta man.