Li Gora Metta
9 Hingê Îsa kete qeyîkê, derbazî aliyê din bû û çû bajarê xwe. 2 Wêderê, meriv şilûşetekî nav nivînada* anîne cem wî. Gava Îsa baweriya wan dît, yê şilûşetra got: “Netirse, lawo! Gunên te hatine baxşandinê”. 3 Hingê hine qanûnzan nav xweda fikirîn: “Ew kifiriya dike”. 4 Lê Îsa zanibû ewana çi difikirin, û got: “Hûn çira dilê xweda tiştên xirab difikirin? 5 Çi diha hêsa ye bêjin? ‘Gunên te hatine baxşandinê’, yan ‘Rabe û rê here’? 6 Lê belê, seva hûn bizanibin ku hukumê Kurê însên ser erdê heye, wekî guna bibaxşîne . . .” Paşê ewî yê şilûşetra got: “Rabe, nivîna xwe hilde û here mala xwe”. 7 Ew jî rabû û çû mala xwe. 8 Gava elaletê ev yek dît, ecêbmayî ma û şikirî da Xwedê, yê ku hukumekî usa daye destê meriva.
9 Çaxê Îsa ji wêderê çû, ewî merivekî bi navê Metta dît, yê ku li ciyê topkirina xerca rûniştî bû, û wîra got: “Pey min were!” Ew jî rabû û pey wî çû. 10 Paşê gava Îsa mala Mettada ber sifrê rûniştibû, gelek xercgir û gunekar hatin, tevî Îsa û şagirtên wî ber sifrê rûniştin. 11 Gava Fêrisiya ev yek dît, şagirtên wîra gotin: “Çira dersdarê we tevî xercgir û gunekara xwarinê dixwe?” 12 Îsa gotinên wan bihîstin û got: “Ne ku merivên sihet-qewat hewcê hekîm in, lê yên nexweş. 13 De herin hîn bin, hela çi tê hesabê ev gilî: ‘Ez remê dixwazim, ne ku qurbanê’. Çimkî ez hatim, ne ku gazî yên rast, lê gazî gunekara kim”.
14 Hingê şagirtên Yûhenna hatin bal Îsa û pirsîn: “Em û Fêrisî rojî digirin, lê şagirtên te rojî nagirin?” 15 Îsa caba wan da: “Gelo meniya hevalên zevê heye, wekî şînê bikin heta ku zeva tevî wan e? Lê wext wê bê, gava zeva ji wan bê hildanê, û hingê ewana wê rojî bigirin. 16 Tu kes kinceke kevine qelişîva perçê teze nadirû, çimkî perçê teze wê kinca kevin bikişîne û ciyê qelişî wê hê li ber hev here. 17 Usa jî tu kes şerava teze nake meşkên* kevin, wekî meşk neteqin, xirab nebin, û şerav jî nerije. Lê meriv şerava teze dikine meşkên teze, û her du jî têne xweykirinê”.
18 Gava Îsa besa van tişta dikir, serwêrek* hate cem wî, ber wî kete ser çoka û gotê: “Qîza min dibeke îda miriye. Lê were destê xwe dayne ser wê, û ewê bijî”.
19 Hingê Îsa rabû û tevî şagirtên xwe pey wî çû. 20 Wî çaxî jineke ku 12 sala diçerçirî, çimkî ser xûnê vebibû, piştêva hat û dest da rîşiyên kincê wî, 21 çimkî ewê xwera digot: “Hergê ez tenê destê xwe bidim kincê wî, ezê qenc bim”. 22 Îsa zivirî, ew dît û got: “Netirse, qîza min! Baweriya te tu qenc kirî”. Û wê demê ev jinik qenc bû.
23 Gava Îsa kete mala wî serwêrî, ewî bilûrvan û xelqê ku şîna giran dikirin, dît. 24 Hingê ewî wanra got: “Ji vir derkevin, çimkî keçik nemiriye, lê raza ye”. Ser vê yekê ewana wî keniyan. 25 Gava cimet ji malê derket, Îsa kete hindur, destê keçikê girt û ew rabû. 26 Ev deng-bes temamiya vê herêmêda bela bû.
27 Çaxê Îsa ji wêderê diçû, du merivên kor dane pey wî, û dikirine qîrîn: “Kurê Dawid, gunê xwe me bîne!”* 28 Gava ew kete malê, ev merivên kor hatine bal wî, û Îsa ji wan pirsî: “Hûn bawer dikin, ku ez dikarim we qenc kim?” Wana cab da: “Belê, Xudan”. 29 Îsa jî destê xwe da çevên wan û got: “Bira anegorî baweriya we, çevên we vebin!” 30 Û çevên wan vebûn. Lê Îsa sert temî li wan kir: “Bira tu kes vê yekê pênehese!” 31 Lê çaxê ewana derketin derva, derheqa wî temamiya herêmêda bela kirin.
32 Gava ewana ji wêderê diçûn, cinaketîkî lal anîne bal Îsa. 33 Çaxê Îsa cin derxist, yê lal destpêkir xeber de. Meriv ecêbmayî man, û gotin: “Tiştekî aha Îsraêlêda tu car neqewimiye”. 34 Lê Fêrisiya digot: “Ew bi destê serwêrê cina, cina derdixe”.
35 Îsa hemû gunda û bajara digeriya, kinîştên* wanda hîn dikir, mizgîniya Padşatiyê bela dikir û meriv ji hemû cûre êş û nexweşiya qenc dikirin. 36 Çaxê Îsa ev meriv dîtin, dilê wî ser wan şewitî, çimkî ewana mîna pezên bê şivan, birîndar û beredayî bûn. 37 Paşê ewî şagirtên xwera got: “Belê, şixulê nandirûnê gelek e, lê xebatkar hindik in. 38 Lema, hîvî ji Xweyê nandirûnê bikin, wekî nandirûna xwera xebatkara bişîne”.