Galatiyara
6 Birano, hergê kesek bêhemdê xwe gaveke şaş bavêje, hûn ku aliyê ruhanîda gihîştî ne, xîret kin wekî wî bi nermî vegerînin ser riya rast. Lê haj xwe hebin, ku hûn jî neyêne cêribandinê. 2 Berdewam kin barên hevdu hilgirin, û bi vî cûreyî hûnê qanûna Mesîh bînin sêrî. 3 Hergê kesek xwe dewsa tiştekî datîne, lê xwexa tu tişt nîne, ew xwexa xwe dixapîne. 4 Lê bira her kes dîna xwe bide kirên xwe, û hingê ewê xwera şa be, ne ku xwe beramberî kesekî din ke. 5 Çimkî her kes wê barê xwe hilgire.
6 Xêncî vê yekê, bira her kesê ku bi xebera Xwedê tê hînkirinê, hemû tiştên qenc tevî dersdarê xwe pareveke.
7 Haj xwe hebin: Nefikirin ku hûn dikarin Xwedê bixapînin, çimkî meriv çi diçîne, wê ewê jî biçine. 8 Yê ku bona bedena xweye gunekar diçîne, ewê ji bedena xweye gunekar mirinê* biçine. Lê yê ku bona ruhê Xwedê diçîne, ewê ji ruhê Xwedê jîyîna heta-hetayê biçine. 9 Werên em terka qencîkirinê nedin, çimkî hergê em newestin, emê wededa biçinin. 10 De heta mecala* me heye, werên em hemûyara qenciyê bikin, îlahî xûşk-birên xweye bawermendra.
11 Hela binihêrin, min ev neme pê destê xwe bi herfên çiqas gir wera nivîsiye!
12 Hemûyên ku dixwazin meriva xweş bên, zorê li we dikin ku hûn bêne sinetkirinê. Lê ewana tenê bona vê yekê usa dikin, wekî seva Mesîh* neyêne zêrandinê. 13 Çimkî hela hê yên ku têne sinetkirinê jî, xwe li Qanûnê nagirin. Lê ewana zorê li we dikin ku hûn bêne sinetkirinê, wekî pê we payê xwe bidin. 14 Lê ez tu car pê tiştekî din payê xwe nadim, xêncî pê Xudanê me Îsa Mesîh, yê ku ser stûna cefê mir. Bi saya mirina wî, dinya bona min mir* û ez jî bona dinyayê mirim. 15 Çimkî sinetbûn tiştek nîne, ne jî nesinetbûn, lê efrînekî teze ferz e. 16 Bira edilayî û rem ser wan hemûya be, yên ku li gora vî qeydî dijîn, belê ser Îsraêla Xwedê be!
17 Bira ji vir şûnda tu kes zemetê nede min, çimkî ser bedena min dexme hene, yên ku nîşan dikin wekî ez xulamê Îsa me.
18 Bira Xudanê me Îsa Mesîh pê kerema xweye mezin we kerem ke bona vî ruhî, kîjanî hûn didine kifşê. Amîn.