1 Korintî
11 Hûn çev bidine min, çawa ez çev didime Mesîh.
2 Ez payê we didim, çimkî hûn hertim min tînin bîra xwe û xwe qewî li wan rêberiya* digirin, yên ku min dane we. 3 Lê ez dixwazim hûn bizanibin, ku serê her mêrî Mesîh e, serê jinê mêr e, û serê Mesîh jî Xwedê ye. 4 Her mêrê ku sergirêdayî* dua dike yan pêxembertiyê dike, ew serê xwe bêhurmet dike. 5 Lê gava jin serê xwe girênade û dua dike yan jî pêxembertiyê dike, ew serê xwe bêhurmet dike. Ew dibe mîna yeke porkurkirî. 6 Hergê jin serê xwe girênade, bira porê xwe jî bibire. Lê çimkî bona jinê şerme e ku porê wê bê birînê yan kurkirinê, bira ew serê xwe girêde.
7 Mêr gerekê serê xwe girênede, çimkî ew sûret û rûmeta Xwedê ye, lê jin rûmeta mêr e. 8 Çimkî ne ku mêr ji jinê çêbû, lê jin ji mêr çêbû. 9 Xêncî vê yekê, ne ku mêr bona jinê hate çêkirinê, lê jin bona mêr. 10 Bona vê meniyê û ji bo meleka, gerekê jin serê xwe girêde, wekî nîşan ke ku ew bin hukumda ye.
11 Xêncî vê yekê, civata Xudanda, mêr hewcê jinê ye û jin jî hewcê mêr e. 12 Çimkî çawa ku jin ji bedena mêr hate efirandinê, usa jî mêr ji jinê tê bûyînê, lê hemû tişt Xwedê efirandiye. 13 Hûn xwexa bêjin: Qe dibe ku jin serê xwe girênede û Xwedêra dua bike? 14 Ne tebiyet jî we hîn dike, wekî bona mêr porê dirêj bêhurmetî ye, 15 lê bona jinê porê dirêj rûmetî ye? Por dewsa sergirêdanê wêra hatiye dayînê. 16 Hergê kesek dixwaze miqabilî vî edetî tiştekî bêje, caba min ev e, ku him bal me û him jî bal civatên Xwedê edetekî din tune ye.
17 Lê gava ez van rêberiya didime we, ez payê we nadim. Civînên we hê zêde zirarê didine we, ne ku karê. 18 Ya pêşin, ez dibihêm ku gava hûn civatêda top dibin, nav weda dutîretî pêşda tê. Û ez bawer dikim wekî hine tiştên ku ez dibihêm, rast in. 19 Erê, nav weda wê dutîretî* hebe, û ev yek wê eşkere ke, ku Xwedê kê qebûl dike.
20 Gava hûn cîkî tevayî top dibin ku Şîva Xudan bixwin, hûn wê bi cûrekî nerast derbaz dikin. 21 Çimkî pêşiya derbazkirina Şîva Xudan, hinek ji we îda şîva xwe dixwin, û usa dibe ku yek birçî dimîne, yekî din jî serxweş e. 22 Çira malên we tune ne ku hûn têda bixwin û vexwin? Yan hûn civata Xwedê nimiz dikin û dixwazin yên kesîb bidine şermê? Ez çi wera bêjim? Gerekê ez payê we bidim? Vê yekêda ez nikarim payê we bidim.
23 Çi jî ez we hîn dikim, ez ji Xudan hîn bûm. Wê şeva ku Xudan Îsa hate nemamkirinê, ewî nan hilda, 24 û gava şikirî da Xwedê, nan ker kir* û got: “Eva bedena min tê hesabê, ya ku wê bona we bê dayînê. Vê yekê bona bîranîna min bikin”. 25 Wî cûreyî pey şîvêra ewî kas jî hilda û got: “Ev kas peymana nû tê hesabê, ya ku wê ser hîmê xûna min bona we bê rêtinê. Hertim gava hûn jê vedixwin, vê yekê bona bîranîna min bikin”. 26 Gava hûn ji vî nanî dixwin û ji vê kasa şeravê vedixwin, hûn berdewam dikin mirina wî elam dikin, heta hatina Xudan.
27 Lema jî kî bi nelayîqî vî nanî dixwe û kasa Xudan vedixwe, ew miqabilî beden û xûna Xudan gune dike. 28 Bira pêşiyê her kes xwe rind bicêribîne, û tenê paşê ji vî nanî bixwe û ji vê kasa şeravê vexwe. 29 Hergê kesek dixwe û vedixwe û fem nake ku ev bedena Xudan tê hesabê, ew dîwana Xwedê ser xweda tîne. 30 Lema gelek kes nav weda sist û nexweş in û hinek jî mirine.* 31 Lê hergê me xwe rind bicêribanda, dîwana me wê nehata kirinê. 32 Lê gava dîwana me tê kirinê, ev tê hesabê ku Yehowa me şîret dike, wekî em tevî dinyayê neyêne dîwankirinê. 33 Lema birano, gava hûn bona Şîva Xudan tevayî top dibin, hîviya hevdu bin. 34 Hergê kesek birçî ye, bira ew mala xweda xwarinê bixwe, wekî gava hûn tevayî top dibin, dîwana we neyê kirinê. Lê pirsên ku mane, gava bêm ezê hingê safî kim.