Li gora Yûhenna
19 Paşê Pîlato Îsa bir û da ber qamçiya. 2 Eskera ji stiriya tacek çêkirin û dane ser serê wî, û çuxekî şîrk* li wî kirin. 3 Ewana dihatine cem wî û digotin: “Silav li te, ya Padşê Cihûya!” Û usa jî sîle wî dixistin. 4 Pîlato dîsa derkete derva û wanra got: “Va binihêrin! Ez wî tînim derva cem we, wekî hûn bizanibin ku ez tu neheqiyê wîda navînim”. 5 Hingê Îsa bi tacê stiriya û bi çuxê şîrk derkete derva. Û Pîlato wanra got: “Va ye ew meriv!” 6 Lê gava serokên kahîna û nobedara ew dîtin, wana kire qîrîn û digotin: “Wî stûnê xe! Wî stûnê xe!” Pîlato wanra got: “Hûn xwexa wî bivin û stûnê xin, çimkî ez tu neheqiyê wîda navînim”. 7 Cihûya wîra gotin: “Qanûna me heye, û li gora vê qanûnê gerekê ew bê kuştinê, çimkî ewî xwe kire kurê Xwedê”.
8 Gava Pîlato ev yek bihîst, hê zêde tirsiya. 9 Ew dîsa kete hindurê qesira welî û ji Îsa pirsî: “Tu ji kîderê yî?” Lê Îsa cab neda. 10 Hingê Pîlato wîra got: “Tu naxwazî tevî min xeber dî? Tu nizanî ku hukumê min heye ez te berdim û hukumê min heye te stûnê xim?” 11 Îsa jî caba wî da: “Hergê ji jor tera nehata dayînê, tu hukumê te wê ser min tune bûya. Lema gunê wî, yê ku ez dame destê te, hê mezin e”.
12 Ji bo vê yekê Pîlato mecal digeriya ku wî berde, lê Cihûya dikire qîrîn: “Hergê tu wî merivî berdî, tu dostê Qeyser nînî. Her kesê ku xwe dike padşa, miqabilî Qeyser radibe”. 13 Paşê, gava Pîlato ev gilî bihîstin, ewî Îsa derxiste derva û xwexa jî ser kursiya dîwanê rûnişt, ya ku li Selê Kevir bû (navê wî cîyî bi Îbranî Gabata bû). 14 Roja Hazirkirinê* bû ya Cejina Derbazbûnê, û nîvro nêzîkî siheta donzdeha* bû. Pîlato Cihûyara got: “Va ye padşê we!” 15 Lê wana kire qîrîn: “Wî ji me dûr xe! Wî ji me dûr xe! Wî stûnê xe!” Pîlato wanra got: “Ez padşê we stûnê xim?” Serokên kahîna wîra gotin: “Xêncî Qeyser, tu padşakî me tune”. 16 Hingê ewî Îsa da destê wan, wekî wî stûnê xin.
Wana jî Îsa bir. 17 Ewî xwexa stûna xwe hilda, û derkete wî ciyê ku jêra Ciyê Qaf dibêjin (bi Îbranî Golgota). 18 Wêderê wana Îsa ser stûnê mix kir. Kêleka wî du mêr jî dardakirî bûn, her yek alîkî, Îsa orta wanda bû. 19 Pîlato nivîsarek jî nivîsî û stûnêva kir. Wêderê aha nivîsar bû: “Îsayê Nisretî, Padşê Cihûya”. 20 Gelek Cihûya ev nivîsar xwend, çimkî ciyê ku Îsa ser stûnê mixkirî bû nêzîkî bajêr bû û ew bi Îbranî, Latînî û Yûnanî hatibû nivîsarê. 21 Lê serokên kahînên Cihûya Pîlatora gotin: “Nenivîse, ‘Padşê Cihûya’, lê binivîse ku ewî got ‘Ez Padşê Cihûya me’”. 22 Pîlato jî cab da: “Min çi nivîsiye, nivîsiye”.
23 Paşê gava eskera Îsa ser stûnê mix kirin, kincên wî hildan û nav xweda kirine çar para, her yekîra parek. Lê kirasê wî dirûtî nîbû, û ji serî heta binî hûnandî bû. 24 Lema wana hevdura gotin: “Were em vê neqelişînin, lê peşk bavêjin hela ewê kêra bikeve”. Ew yek aha bû, wekî ev nivîsar bê sêrî: “Wana kincên min nav xweda parevekirin, û bona kincê min peşk avîtin”. Eskera hema usa jî kirin.
25 Ber stûna Îsa ya cefayê, diya wî û xatiya wî sekinîbûn. Usa jî, Meryema jina Klopas û Meryema Megdelanî wêderê bûn. 26 Gava Îsa diya xwe û şagirtê ku ewî lê hez dikir, wêderê sekinî dîtin, diya xwera got: “Va ye, kurê te!” 27 Paşê ewî vî şagirtê xwera got: “Va ye, diya te!” Ji hingêva, ewî şagirtî ew bire mala xwe.
28 Paşê, gava Îsa zanibû ku îda her tişt hatiye sêrî, got: “Ez tî me”, wekî bi vê yekê nivîsar bê sêrî. 29 Wêderê firaqeke bi şerava tirş tije hebû. Û wana lûfik hilda kire şerava tirş, serê darikekêva* kirin û dirêjî ber devê wî kirin. 30 Gava Îsa ev şerava tirş tem kir, ewî got: “Hate sêrî!” Û serê xwe berjêr kir û mir.*
31 Ew roja Hazirkirinê bû, lema seva ku roja Şemiyê* cinyaz ser stûnê nemana (çimkî vê rojê Şemiya mezin bû), Cihûya ji Pîlato hîvî kirin, wekî nigên kesên ser stûnê bêne şkênandinê û cinyazên wan bêne hildanê. 32 Hingê esker hatin û nigên herdu merivên ku tevî Îsa dardakirî bûn, şkênandin. 33 Lê gava ewana hatine cem Îsa, dîtin ku ew îda miriye, û wana nigên wî neşkênandin. 34 Lê ji eskera yekî, pê rimê kêleka wî qul kir, û derbêra av û xûn jê derket. 35 Yê ku ev yek dîtibû şedetî daye, û şedetiya wî rast e. Ew zane ku ew çi jî dibêje rast e, wekî hûn jî bawer bikin. 36 Bi rastî ev hemû tişt qewimîn, wekî eva nivîsara bê sêrî: “Tu hestiyê wî wê neyê şkênandinê”. 37 Û nivîsareke din jî usa dibêje: “Ewana wê li wî binihêrin, bedena kîjanî qul kirine”.
38 Paşî van tişta, Ûsivê Arîmetyayî, yê ku yek ji şagirtên Îsa bû, lê ji tirsa Cihûya ev yek vedişart, ji Pîlato hîvî kir wekî cinyazê Îsa hilde. Pîlato îzin da wî û ew jî çû û cinyazê Îsa hilda. 39 Nîkodêmo jî, yê ku cara pêşin şev hatibû cem Îsa, hat, rûnê bînxweş û ûd tevhevkirî weke 30 kîlogram anî. 40 Wana cinyazê Îsa hilda û li gora edetê definkirina Cihûya, biharet lê dan û perçên kitanîda pêçan. 41 Nêzîkî ciyê ku Îsa stûnê xistibûn, baxçek hebû, û nav baxçeda tirbeke teze hebû, ku hê tu kes têda nehatibû danînê. 42 Çimkî roja Hazirkirinê ya Cihûya bû, û tirb jî nêzîk bû, wana Îsa kire wêderê.