Li Gora Markos
16 Pey Şemiyêra,* Meryema Megdelanî, Meryema diya Aqûb, û Selomayê biharet* kirîn, wekî herin û li cinyazê Îsa xin. 2 Roja pêşin ya heftiyê, serê sibehê zû, gava ro derket, ew çûne ber tirbê, 3 û hevra digotin: “Kî wê bona me kevirê ber derê tirbê gilor ke?” 4 Lê gava nihêrîn, dîtin ev kevirê ku gelek mezin bû, ji ciyê xwe hatiye gilorkirin. 5 Gava ewana ketine tirbê, wana xortekî bi çuxê sipî xwekirî dît, yê ku aliyê rastê rûniştî bû, û ewana gelek zendegirtî man. 6 Ewî wanra got: “Zendegirtî nemînin. Hûn Îsayê Nisretî, yê ku ser stûnê hate dardakirinê, digerin. Ew ji mirinê hatiye rakirinê. Ew vira nîne. Va ye, ciyê ku cinyazê wî lê bû. 7 De niha herin şagirtên wîra û Petrûsra bêjin: ‘Ew pêşiya we diçe Celîlê. Hûnê wî wêderê bivînin, çawa ku ewî wera gotibû’”. 8 Ewana jî ji tirbê derketin revîn, çimkî zendegirtî man û tirsa dilerizîn. Wana tu kesîra tiştek negot, çimkî tirs ketibû dilê wan.*