Li gora Yûhenna
18 Paşî wê gotinê Îsa tevî şagirtên xwe derbazî aliyê dine Newala* Qidronê bû, kîderê baxçek hebû, û ew şagirtên xweva ketinê. 2 Nemamê wî Cihûda jî ev cî zanibû, çimkî wêderê gelek cara Îsa rastî şagirtên xwe dihat. 3 Cihûda tevî xwe hilda komeke eskera û nobedarên ku serokên kahîna û Fêrisiya şandibûn, û bi çira, agira û çeka hatine wêderê. 4 Îsa her tişt zanibû, ku wê çi bê serê wî, pêşda çû û wanra got: “Hûn kê digerin?” 5 Wana caba wî da: “Îsayê Nisretî”. Ewî jî wanra got: “Ev ez im”. Nemamê wî Cihûda jî tevî wan sekinî bû.
6 Gava Îsa wanra got, “Ev ez im”, ewana paşda çûn û erdê ketin. 7 Hingê ewî dîsa ji wan pirsî: “Hûn kê digerin?” Wana got: “Îsayê Nisretî”. 8 Îsa caba wan da: “Min wera got ku ez im. Hergê hûn min digerin, bihêlin bira ewana herin”. 9 Ewî ev yek got, seva ku ev giliyên wî bêne sêrî: “Ewên ku te dane min, min ji wan qe yek unda nekir”.
10 Hingê Şimhûn Petrûs, şûrê ku cem wî hebû derxist, li xulamê kahînê mezin xist û guhê wîyî rastê jêkir. Navê wî xulamî Malxo bû. 11 Îsa Petrûsra got: “Şûrê xwe bike qabê. Ezê çawa wê kasa ku Bav daye min venexwim?”
12 Hingê eskera, serokê eskera û nobedarên Cihûya Îsa girtin û girêdan. 13 Wana pêşiyê ew bire bal Henan, çimkî Henan xezûrê Qeyafa bû. Qeyafa wê salê kahînê mezin bû. 14 Ewa ew Qeyafa bû, yê ku Cihûyara gotibû wekî hê baş e, ku yek bona cimetê bimire.
15 Şimhûn Petrûs û şagirtekî din pey Îsa diçûn. Ev şagirt nasê kahînê mezin bû, û ew tevî Îsa kete hewşa kahînê mezin, 16 lê Petrûs derva ber derî sekinî bû. Hingê şagirtê ku nasê kahînê mezin bû, derket û tevî dergehvanê xeber da û Petrûs bire hindur. 17 Ev cariya ku dergehvan bû ji Petrûs pirsî: “Dibe tu jî yek ji şagirtên vî merivî yî?” Ewî got: “Na, ez nînim”. 18 Xulam û nobedara pê komirê agir vêxistibûn, dorê sekinî bûn û xwe germ dikirin, çimkî sar bû. Petrûs jî tevî wan sekinî bû û xwe germ dikir.
19 Hingê serokê kahîna pirs dane Îsa derheqa şagirtên wî û hînkirinên wî. 20 Îsa caba wî da: “Min ber hemû meriva eşkere xeber dida, û min hertim kinîşt* û paristgehêda, kîderê hemû Cihû top dibûn, hîn dikir û min tu tişt dizîva negotiye. 21 Tu çima ji min dipirsî? Ji wan bipirse, yên ku bihîstine min wanra çi gotiye. Ewana zanin min çi gotiye”. 22 Gava ewî usa got, ji nobedara yekî ku wêderê sekinî bû, sîlek li Îsa xist û wîra got: “Tu çi cûreyî caba serokê kahîna didî?” 23 Îsa jî caba wî da: “Hergê min tiştekî nerast got, bêje. Lê hergê min rast got, tu çima min dixî?” 24 Paşî vê yekê, Henan ew girêdayî şande cem kahînê mezin, Qeyafa.
25 Gava Şimhûn Petrûs ber agir sekinî bû û xwe germ dikir, ji wî pirsîn: “Dibe tu jî yek ji şagirtên wî yî?” Ewî ev yek înkar kir û got: “Na, ez nînim”. 26 Wêderê xulamekî kahînê mezin hebû. Ew merivê wî kesî bû, yê ku Petrûs guhê wî jêkiribû, û ewî Petrûsra got: “Ne baxçeda min tu tevî wî dîtî?” 27 Lê Petrûs dîsa ev yek înkar kir, û hema wê demê dîk bang da.
28 Hingê wana Îsa ji cem Qeyafa birine qesira welî. Serê sibehê bû. Lê yên ku Îsa birin, xwexa neketine qesira welî, seva ku ewana heram nebin, wekî bikaribin xwarina Cejina Derbazbûnê bixwin. 29 Lema Pîlato derkete derva cem wan û pirsî: “Hûn vî merivî çida neheq dikin?” 30 Wana caba wî da: “Hergê ev meriv neheq nîbûya, me ew nedida destê te”. 31 Hingê Pîlato wanra got: “Ewî xwera bivin û li gora qanûna xwe dîwana wî bikin”. Cihûya jî wîra gotin: “Îzina me tune em kesekî bikujin”. 32 Ew yek usa qewimî, wekî ew gotina Îsa, ku ewê çi cûreyî bimire, bê sêrî.
33 Pîlato dîsa kete qesira welî, gazî Îsa kir û ji wî pirsî: “Tu yî Padşê Cihûya?” 34 Îsa cab da: “Tu vê yekê xwexa dibêjî, yan kesên din tiştek derheqa min tera gotine?” 35 Pîlato got: “Çima ez Cihû me? Miletê te û serokên kahîna tu dane destê min. Te çi kiriye?” 36 Îsa got: “Padşatiya min mîna padşatiya vê dinyayê nîne. Hergê Padşatiya min mîna padşatiya vê dinyayê bûya, xizmetkarên min wê şer kirana, wekî ez neketama destê Cihûya. Lê Padşatiya min ne ji vê dinyayê ye”. 37 Hingê Pîlato ji wî pirsî: “Wekî usa ne tu padşa yî?” Îsa cab da: “Tu xwexa dibêjî ku ez padşa me. Ez bona vê yekê hatime bûyînê û hatime dinyayê, wekî bona rastiyê şedetiyê bidim. Her kesê ku aliyê rastiyê ye, guh dide dengê min”. 38 Pîlato wîra got: “Rastî çi ye?”
Paşî vê yekê, ew dîsa derkete derva cem Cihûya û wanra got: “Ez tu neheqiyê wîda navînim. 39 Him jî, edetê we heye ku ez wedê Cejina Derbazbûnê girtîkî bona we berdim. Hûn dixwazin wekî ez bona we Padşê Cihûya berdim?” 40 Wana kire qîrîn û got: “Ne ku vî merivî, lê Barabas berde!” Lê Barabas qaçax bû.