Li gora Yûhenna
10 Îsa got: “Ez rast wera dibêjim, yê ku derîra nakeve axlê pêz, lê cîkî dinra dikevê, ew diz û qaçax e. 2 Lê yê ku derîra dikeve hindur, ew şivanê pêz e. 3 Nobedar wîra derî vedike, û pez guh didine dengê wî. Ew bi nava gazî pezên xwe dike û wana derdixe derva. 4 Gava ew hemû pezên xwe derdixe derva, ew pêşiya wan diçe û pez pey wî diçin, çimkî ewana dengê wî nas dikin. 5 Ewana wê tu car pey yekî xerîb neçin, lê wê ji wî birevin, çimkî ewana dengê xerîba nas nakin”. 6 Îsa ev mesele wanra got, lê wana fem nekir, ku ew derheqa çi dibêje.
7 Lema jî Îsa dîsa got: “Ez rast wera dibêjim, ez im derî bona pêz. 8 Hemû kesên ku xwe dewsa min danîne, diz û qaçax in, lê pêz guh nedane wan. 9 Ez im derî. Her kesê ku bi min dikeve hindur, wê xilaz be. Ewê bikevê, derkeve, û ciyê çêre bivîne. 10 Diz tenê bona diziyê, kuştinê û qirkirinê tê. Lê ez hatime, seva ku pez jîyînê bistînin û heta-hetayê bijîn. 11 Ez im şivanê qenc. Şivanê qenc emirê xwe bona pêz dide. 12 Xebatçiyê ku ne şivan e û ne jî xweyê pêz e, gava divîne gur tê, pêz dihêle û direve. Gur hineka digire û yên din jî ji hev bela dike, 13 çimkî ew meriv tenê xebatçî ye û ew ber pêz nakeve. 14 Ez im şivanê qenc. Ez pezên xwe nas dikim û pezên min jî min nas dikin, 15 çawa ku Bav min nas dike û ez jî Bav nas dikim. Û ez emirê xwe bona pêz didim.
16 Pezên mine din jî hene, yên ku ne ji vî axilî ne. Ez gerekê wana jî bînim, û ewê guh bidine dengê min. Ewê bibine kerîk û wê şivanekî wan hebe. 17 Bav min hez dike, çimkî ez emirê xwe didim, wekî emirê xwe dîsa bistînim. 18 Tu kes emirê min ji min nastîne, lê ez xwexa emirê xwe didim. Hukumê min heye ku ez emirê xwe bidim û dîsa jî bistînim. Min ev temî ji Bavê xwe standiye”.
19 Bona wan giliya nav Cihûyada dîsa dutîretî çêbû. 20 Ji wan geleka digot: “Cin nav wîda ye û ew dîn bûye. Çima hûn guh didine wî?” 21 Hinekên din jî digotin: “Merivê ku cin navda ye, usa xeber nade. Qe cin dikare çevê kora veke?”
22 Hingê li Orşelîmê Cejina Pîrozkirina Paristgehê derbaz dibû û zivistan bû, 23 û Îsa paristgehêda sivdera* Silêmanda digeriya. 24 Hingê Cihûya dora wî girtin û wîra gotin: “Tuyê heta kengê me şikêda bihêlî? Hergê tu yî Mesîh, mera zelal bêje”. 25 Îsa caba wan da: “Min wera got, lê hûn bawer nakin. Kirên ku ez bi navê Bavê xwe dikim, derheqa min şedetiyê didin. 26 Lê hûn bawer nakin, çimkî hûn pezên min nînin. 27 Pezên min guh didine dengê min, ez wana nas dikim û ewana pey min tên. 28 Ez jîyîna heta-hetayê didime wan, û ewana wê tu car nemirin. Û tu kes wê wana ji destê min dernexe. 29 Çi ku Bavê min daye min, ji hemû tiştên din qîmettir e, û tu kes nikare wana ji destê Bav derxe. 30 Ez û Bav yek in”.*
31 Cihûya dîsa kevir hildan, wekî wî bidine ber kevira. 32 Îsa wanra got: “Min gelek kirên qenc ji Bav nîşanî we kir. Seva kîjan ji van kira hûn min didine ber kevira?” 33 Cihûya caba wî dan: “Em seva kirên qenc te nadine ber kevira, lê bona kifiriya. Çimkî tu meriv î, lê xwe dikî xwedê”. 34 Îsa jî caba wan da: “Ne qanûna weda nivîsar e, ku Xwedê dibêje: ‘Hûn xwedê ne’?* 35 Hergê Xwedê wanra, kîjana ku xebera Xwedê sûcdar dike, got ‘hûn xwedê ne’, û nabe jî ku Nivîsarên Pîroz betal be, 36 lê hûn çawa wîra, yê ku Bav wî pîroz kiriye û şandiye dinyayê, dibêjin ‘Tu kifiriya dikî’, ji bo wê yekê ku min got ‘Ez Kurê Xwedê me’? 37 Hergê ez kirên Bavê xwe nakim, min bawer nekin. 38 Lê hergê ez wana dikim, hûn ku min bawer nakin jî, hema kirên min bawer kin, wekî hûn bizanibin û fem kin ku Bav tevî min yektiyêda ye û ez tevî Bav yektiyêda me”. 39 Hingê wana dîsa dixwest Îsa bigirin, lê ew ji destê wan xilaz bû.
40 Ew dîsa derbazî aliyê dine Çemê Ûrdunê bû, li ciyê ku Yûhenna pêşda dinixumand,* û ew wêderê ma. 41 Gelek meriv hatin bal wî û digotin: “Yûhenna keremetek jî nekiriye, lê hemû tiştên ku ewî derheqa wî merivî gotibû, rast bû”. 42 Û wêderê gelek meriva baweriya xwe wî anîn.