Romayara
14 Yê ku baweriyêda sist e, qebûl kin. Û hergê nihêrandina kesekî ji nihêrandina we cude dibe, wî sûcdar nekin. 2 Ewê ku baweriyêda qewî ye, her tiştî dixwe. Lê ewê ku baweriyêda sist e, tenê sebze* dixwe. 3 Ewê ku her tiştî dixwe, bira xwe ser wîra negire, yê ku her tiştî naxwe. Û ewê ku her tiştî naxwe, bira kesê ku her tiştî dixwe sûcdar neke. Çimkî Xwedê ev meriv qebûl kiriye. 4 Tu kî yî wekî xulamê xelqê sûcdar dikî? Wê axayê wî safî ke ew rast e yan nerast e.* Bi alîkariya Yehowa ev meriv dikare pêşdaçûyî be.*
5 Bona kesekî rojek ji rojên din ferztir e, lê bona yekî din hemû roj jî weke hev in. Bira her meriv safîkirina xweda bi temamî bawer be. 6 Ewê ku rojekê diha ferz hesab dike, vê yekê bona Yehowa dike. Ewê ku her tiştî dixwe, bona Yehowa dixwe, çimkî ew bona xwarinê şikiriyê dide Xwedê. Û ewê ku naxwe, ew bona Yehowa naxwe, lê yeke şikiriyê dide Xwedê. 7 Tu kes ji me tenê seva xwe najî, û tu kes ji me tenê seva xwe namire. 8 Çimkî hergê em dijîn, bona Yehowa dijîn, û hergê em dimirin, bona Yehowa dimirin. Lema jî firqî tune em dijîn yan dimirin, em para Yehowa ne. 9 Bona vê yekê jî Mesîh mir û vegeriya jîyînê, seva ku ew him bona kesên mirî, him jî bona kesên sax bibe Xudan.
10 Lê tu çima birê xwe sûcdar dikî? Yan tu çima xwe ser birê xwera digirî? Em hemûyê ber Xwedê bisekinin, û ewê dîwana me hemûya bike. 11 Çimkî Nivîsarên Pîrozda usa tê gotinê: “Yehowa dibêje: ‘Ez serê xwe sond dixwim, her kes wê ber min bikeve ser çoka, û her kes wê qebûl ke wekî Xwedê ez im’”. 12 Hingê, her yek ji me wê bona xwe ber Xwedê cabê bide.
13 Lema were em îda hevdu sûcdar nekin. Lê dewsê çi ji destê we tê bikin, wekî hûn baweriya birê xwe sist nekin û wî nebine berbi gune. 14 Ez ça şagirtê Xudan Îsa, bawer im wekî her tiştê ku em dixwin, heram nîne. Lê hergê kesek difikire ku tiştek heram e, ew bona wî heram e. 15 Hergê tu bi xwarina xwe dilê birê xwe ji xwe dihêlî, tu îda hezkirinê nadî kifşê. Bi xwarina xwe, baweriya wî unda neke, bona kîjanî Mesîh mir. 16 Tiştê ku tu hesab dikî rast e jî neke, hergê ewê bibe menî ku meriv ser te xirab xeber din. 17 Çimkî Padşatiya Xwedê ne ku xwarin û vexwarinêva girêdayî ye, lê rastî, edilayî û şabûnêva girêdayî ye, kîjana ku ruhê pîroz dide. 18 Yê ku bi vî cûreyî Mesîhra xizmet dike, dilê Xwedê xweş tê û meriv ji wî razî ne.
19 Lema jî werên çi ji destê me tê em bikin, wekî nav meda edilayî hebe û em hevdu qewî kin. 20 Rûyê xwarinêda şixulê Xwedê xirab nekin. Rast e hemû xwarin helal e, lê ew xwarina ku dikare kesekî berbi gune bive, tu gerekê nexwî. 21 Ya baş ew e ku tu ne goşt bixwî, ne şeravê vexwî û ne jî tiştekî usa bikî, çi ku dikare bibe sebeb, wekî birê te gune bike. 22 Tu çi jî bawer dikî, bira nav te û Xwedêda bimîne. Bextewar e kesê ku xwe sûcdar nake bona tiştên ku li gora nihêrandina wî rast in. 23 Hergê merivek dikeve bin şikê, wekî filan tiştî bixwe yan na, lê dîsa jî dixwe, ew îda neheq dertê, çimkî ew bê bawerî dike. Her tiştê ku meriv bê bawerî dike, gune ye.