Li Gora Lûqa
8 Hine wede şûnda, Îsa li bajar û gunda digeriya, mizgîniya Padşatiya Xwedê bela dikir. Û Donzdeh* tevî wî bûn, 2 usa jî çend jin, yên ku ji cina xilaz bibûn û ji nexweşiya qenc bibûn: Meryema Megdelanî, ya ku heft cin jê derketibûn, 3 Yohana jina Xûzayê rêberê mala Hêrodes, Sosin û gelek jinên din, yên ku pê mal-milkê xwe wanra berdestî dikirin.
4 Çaxê elaleteke giran û kesên ku tevî wî bajar bi bajar digeriyan, li hev top bûn, ewî meselek wanra got: 5 “Cotkarek derket ku toxim biçîne. Gava ewî toxim direşand, hinek ji wan ketine ser rê, û hatine pêpeskirinê, û çivîkên ezmana ew xwarin. 6 Hinek ji wan ketine ser erdê kevirî, û çaxê ew şîn bûn ji kêmasiya şilayê hişk bûn. 7 Hine toxim ketine nava stiriya, stirî jî pêra şîn bûn û nehîştin ew mezin bin. 8 Lê hine toxim ketine ser erdê baş, û çaxê ew şîn bûn, wana 100 car zêdetir ber dan”. Paşê ewî bi dengekî bilind got: “Guhên kê hene, bira bibihê”.
9 Lê şagirtên wî jê pirsîn, ku ev mesele çi tê hesabê. 10 Ewî got: “Wera hatiye dayînê wekî hûn surên pîroz yên Padşatiya ezmana fem bikin, lê bona kesên mayîn ew pê mesela têne gotinê, wekî ewana binihêrin, lê nevînin, û guh bidin, lê fem nekin. 11 Ev e mena vê meselê: Toxim xebera Xwedê ye. 12 Mena toximên ku ketine ser rê ev e, ku meriv xebera Xwedê dibihên, paşê Mîrê-cina tê û xeberê ji dilê wan derdixe, wekî ewana bawer nekin û xilaz nebin. 13 Mena toximên ku ketine ser erdê kevirî, ev e, ku meriv gava xebera Xwedê dibihên, bi şabûn qebûl dikin, lê koka wan tune ye. Ewana wexteke kin bawer dikin, lê wedê cêribandinê, ji rê derdikevin. 14 Mena toximên ku ketine nav stiriya, ev e, ku meriv xebera Xwedê dibihên, lê ji bo xema, dewlemendtiyê, û kêfên vê jîyînê, ew bi temamî dixeniqin û berê gihîştî nadin. 15 Mena toximên ku ketine ser erdê baş, ev e, ku meriv xebera Xwedê bi dilê sax û qenc dibihên, xweyî dikin û bi sebir berê xwe didin.
16 Tu kes çirê vênaxe û nake bin firaqekê yan binê nivînê, lê datîne ser şemdankê, wekî kesên ku dikevine hundur ronayê bivînin. 17 Tu tiştê veşartî tune ku neyê eşkerekirinê, û tu tiştê dizîva tune, ku tu car neyê eyankirinê û veşartî bimîne. 18 Ji bo vê yekê, dîna xwe bidinê ku hûn çawa guh didin, çimkî bal kê heye, wîra wê hê zêde bê dayînê. Lê bal kê tune ye, tiştê ku ewî tirê bal wî heye jî, wê ji wî bê standinê”.
19 Dê û birên wî hatine cem wî, lê çimkî elalet zef bû, ewana nikaribûn nêzîkî wî bûna. 20 Lema jêra gotin: “Diya te û birên te derva sekinî ne, dixwazin te bivînin”. 21 Îsa jî caba wan da: “Diya min û birên min ew in, yên ku guh didine xebera Xwedê û tînin sêrî”.
22 Rojekê, ew tevî şagirtên xwe kete qeyîkê û wanra got: “Werên em derbazî aliyê golêye din bin”. Û ewana rê ketin. 23 Gava ewana bi qeyîkê diçûn, Îsa xewra çû. Li golê bakî qayîm rabû, qeyîka wan bi avê tije dibû û dikete binê avê. 24 Şagirt çûn ew ji xewê rakirin û gotin: “Dersdar, Dersdar, emê bixeniqin!” Ew jî rabû, ferman da ba û pêlên avêye gur. Hingê bayê qayîm sekinî û her tişt seqirî. 25 Paşê ewî wanra got: “Ka baweriya we?” Lê ewana gelek tirsiyan, ecêbmayî man û hevdura gotin: “Gelo ev kî ye? Ew hela hê fermanê dide ba û avê jî, û ewana jî li gora gotina wî dikin”.
26 Ewana gihîştine herêma Girasîniya, kîjan ku pêşberî Celîlê ye. 27 Gava Îsa ji qeyîkê peya bû, ji vî bajarî merivekî cinaketî derkete pêşiya wî. Ewî zûdava kinc xwe nedikir û malda nedijît, lê nava mezelada dima. 28 Gava ew çev Îsa ket, kire qîrîn, li ber wî kete ser çoka û bi dengekî bilind got: “Tu çi ji min dixwazî, Îsayê Kurê Xwedayê Herî Jorin? Ez hîvî te dikim, min neçerçirîne”. 29 (Çimkî Îsa ferman dabû cin, ku ew ji wî merivî derkeve. Cin gelek cara ev meriv bin hukumê xweda digirt.* Meriva dest-nigên wî bi zincîra girêdidan û bin nobedariyêda xwey dikirin jî, lê yeke ewî zincîr diqetandin û cin ew dibire ciyên xewle.) 30 Îsa ji wî pirsî: “Navê te çi ye?” Ewî got: “Lejyon e”,* çimkî gelek cin ketibûne nav wî. 31 Û wana gelek cara ji wî hîvî dikirin, wekî ew fermanê nede wan, ku ewana bikevine çela bê binî. 32 Wêderê ser çiyê gelek xinzîr* diçêriyan, û cina reca ji wî kirin, wekî ew bihêle, ku ewana bikevine nav xinzîra, û ewî jî îzin da wan. 33 Hingê cin ji wî merivî derketin û ketine nav xinzîra, û hemû xinzîra xwe jorda avîtine golê* û xeniqîn. 34 Lê gava şivanên xinzîra dîtin ku çi qewimî, ewana revîn û derheqa vê yekê bajar û gundada bela kirin.
35 Meriv derketin, seva ku bivînin çi qewimiye. Gava ewana hatine bal Îsa, dîtin wekî merivê ku cin ji wî derketibûn, kincê wî lê ye, ser hişê xwe ye û ber nigên Îsa rûniştî ye. Ewana gelek tirsiyan. 36 Ewên ku ev yek dîtibûn, wanra gilî kirin, ku çawa merivê cinaketî qenc bû. 37 Hingê gelek merivên der-dorê herêma Girasîniya ji Îsa hîvî kirin, wekî ew ji wêderê here, çimkî tirseke mezin ketibû dilê wan. Ew jî kete qeyîkê û çû. 38 Lê merivê ku cin ji wî derketibûn ji Îsa reca dikir ku tevî wî here, lê Îsa ew şand û got: 39 “Vegere mala xwe û hemû tiştî gilî ke, çi ku Xwedê bona te kiriye”. Ew jî çû û hemû tiştên ku Îsa bona wî kiribû, temamiya bajêrda gilî dikir.
40 Gava Îsa vegeriya Celîlê, meriva bi şabûn ew qebûl kirin, çimkî ewana hîviya wî bûn. 41 Wê demê serwêrekî kinîştê* hat, navê kîjanî Yayîro bû. Ewî xwe avîte nigên Îsa û jê lava kir, ku ew here mala wî, 42 çimkî tenê qîzeke wîye weke 12 salî hebû û ew jî ber mirinê bû.
Gava Îsa rêda bû, gelek meriv pey wî diçûn û der-dorê wî teng dikirin. 43 Wêderê jinek hebû, ku îda 12 sal bû ser xûnê vebibû, û tu kesî nikaribû ew qenc kira. 44 Ew piştêva hat, dest da rîşiyên kincê wî û derbêra xûna ku jê diçû sekinî. 45 Hingê Îsa got: “Kî destê xwe da min?” Gava hemûya înkar kir, Petrûs got: “Dersdar, her aliyava tijî xelq e û der-dorê te teng dikin”. 46 Lê Îsa got: “Kesekî destê xwe da min, çimkî min texmîn kir ku qewat ji min çû”. 47 Gava jinikê fem kir ku nikare xwe veşêre, ji tirsa lerizî, hat xwe avîte ber nigên wî, û ber hemûya got ku çima destê xwe da wî, û ew çawa derbêra qenc bû. 48 Îsa jî wêra got: “Qîza min, baweriya te tu qenc kirî. Bi xêr û silamet here”.
49 Gava Îsa hê xeber dida, ji mala serwêrê kinîştê merivek hat û got: “Qîza te mir! Îda zemetê nede Dersdar”. 50 Gava Îsa ev yek bihîst, wîra got: “Netirse, tenê bawer ke, û ewê bijî”.* 51 Gava ew gihîşte malê, nehîşt tu kes bikeve hundur, xêncî Petrûs, Yûhenna, Aqûb û dê-bavê keçikê. 52 Lê hemû meriv digiriyan, sîngê xwe dixistin û şîn dikirin. Lema ewî got: “Negirîn, çimkî ew nemiriye, lê raza ye”. 53 Ser vê yekê ewana wî keniyan, çimkî zanibûn ku keçik miriye. 54 Lê ewî destê wê girt û bi dengekî bilind got: “Keçê, rabe!” 55 Wê gavê ew vegeriya jîyînê,* û derbêra rabû ser xwe. Îsa got, ku xwarinê bidine wê. 56 Şabûna dê-bavê wê bêhesab bû, lê Îsa temî da wan, ku derheqa vê yekê tu kesîra nebêjin.