1 Korintî
1 Ez Pawlos, yê ku bi qirara Xwedê ça şandiyê Mesîh Îsa hatime gazîkirinê, vê nemê dinivîsim. Sostênîs birê me jî tevî min e. 2 Ez vê nemê dinivîsim civata Xwedêye Korintêra, dêmek wera, yên ku ça şagirtên Mesîh Îsa hatine pîrozkirinê.* Hûn tevî hemû kesên ku her dera gazî navê Xudanê me Îsa Mesîh dikin, ça kesên pîroz hatine gazîkirinê. Ew Xudanê wan û Xudanê me ye:
3 Bira Xwedê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh, qenciya xweye mezin hindava weda bidine kifşê û edilayê bidine we.
4 Ez hertim şikiriyê didime Xwedayê xwe, çimkî ewî bi Mesîh Îsa hindava weda qenciya xweye mezin da kifşê. 5 Ji bo wê yekê ku hûn tevî Mesîh yektiyêda nin, we gelek kerem standiye. Hûn xebera Xwedê bi cûrê baş bela dikin û xebera wî rind fem dikin. 6 Û şedetiya derheqa Mesîh nav weda kûr hîmgirtî ye. 7 Lema jî heta hûn hîviya eyanbûna Xudanê me Îsa Mesîh ne, her tiştê ku wera lazim e, bal we heye. 8 Xwedê wê usa jî alî we bike ku hûn hertim qewî bimînin, seva ku roja Xudanê me Îsa Mesîhda tu kes nikaribe we bona tiştekî neheq ke. 9 Xwedê amin e, yê ku gazî we kiriye, wekî tevî Kurê wî, Xudanê me Îsa Mesîh yektiyêda bin.
10 Birano, ez bi navê Xudanê me Îsa Mesîh ji we reca dikim, wekî giliyên we yek bin. Bira nav weda dutîretî tune be, lê bira fikir û nihêrandina we yek be. 11 Birên min, ez ji hine neferên mala Xilo pêhesiyam, ku nav weda dew-doz hene. 12 Min bihîstiye ku her yek ji we usa dibêje: “Ez pey Pawlos diçim”, yan “Ez pey Apolos diçim”, yan “Ez pey Kîfas* diçim”, yan jî “Ez pey Mesîh diçim”. 13 Gelo Mesîh hatiye parevekirinê? Gelo Pawlos bû ku bona we ser stûnê hate dardakirinê? Yan jî, gelo hûn bi navê Pawlos hatine nixumandinê?* 14 Şikir Xwedêra ku xêncî Kirîspo û Gayos, min tu kes ji we nenixumandiye. 15 Lema jî tu kes ji we nikare bêje, wekî hûn bi navê min hatine nixumandinê. 16 Erê, min neferên Stêfanas jî nixumandine. Lê wekî mayîn, nayê bîra min ku min dîsa kesek nixumandibe. 17 Mesîh ez neşandime ku binixumînim, lê ewî ez şandim ku mizgîniyê bela kim, û min ev yek bi bîlaniya meriva nekir, seva ku mirina Mesîh ser stûna cefê badîhewa nîbe.
18 Xeberdan derheqa stûna cefê, bêaqilayî tê kifşê bona wan, yên ku qir dibin. Lê bona me, yên ku xilaz dibin, ev xeber qewata Xwedê ye. 19 Çimkî Nivîsarên Pîrozda tê gotinê: “Ezê bîlaniya kesên bîlan bidime hildanê, û zanebûna yên aqil betal kim”. 20 Em îda çi dikarin bêjin derheqa kesên bîlan, qanûnzana yan aqilmendên vê dinyayê? Ne Xwedê usa kiriye, ku bîlaniya vê dinyayê bêaqilayî bê hesabê? 21 Ji bo wê yekê ku merivên vê dinyayê gumana xwe didine ser bîlaniya xwe, wana Xwedê nas nekiriye. Xwedê bîlaniya xwe bi vî cûreyî nîşan kir, wekî bi saya xebera ku em bela dikin, kesên ku bawer dikin xilaz ke. Lê ev xeber bona merivên vê dinyayê bêaqilayî ye.
22 Cihû nîşana dixwazin, û Yûnan bîlaniyê digerin. 23 Lê em didine bihîstinê ku Mesîh ser stûnê hate kuştinê. Ev elametî Cihûyara dibe meniya likumandinê, û bona miletên din jî bêaqilayî ye. 24 Lê bona merivên ku ji aliyê Xwedêda hatine gazîkirinê, him bona Cihûya him jî Yûnana, Mesîh qewat û bîlaniya Xwedê ye. 25 Tiştên ji Xwedê, yên ku meriv bêaqilayî hesab dikin, ji meriva bîlantir in. Û tiştên ji Xwedê, yên ku meriv sist hesab dikin, ji meriva qewattir in.
26 Birano, hûn divînin, wekî ewî gazî çi cûre meriva kiriye. Li gora nihêrandina meriva ji wana gelek kes bîlan nînin, gelek kes qewat nînin, û gelek kes ji malbetên nav-deng nînin. 27 Lê Xwedê kesên ku dinê wana bêaqil hesab dike, bijartin, wekî bîlana bide şermê. Û Xwedê kesên ku dinê wana sist hesab dike, bijartin, wekî yên qewat bide şermê. 28 Xwedê kesên ku dinê wana bêqîmet, nimiz û bêkêr hesab dike, bijartin, wekî kesên ku ferz têne hesabê, ret ke, 29 wekî tu kes ber Xwedê payê xwe nede. 30 Bi saya Xwedê hûn niha tevî Mesîh Îsa yektiyêda nin, yê ku bîlaniya Xwedê mera eyan kiriye. Xwedê me bi saya Îsa rast û pîroz hesab dike, û Îsa me xilaz kiriye bi vê yekê, ku bona gunên me heq da. 31 Çawa ku Nivîsarên Pîrozda tê gotinê: “Yê ku payê xwe dide, bira bi Yehowa payê xwe bide”.