Li Gora Lûqa
7 Gava Îsa gotinên xwe xelqêra got û xilaz kir, ew kete Kepernahûmê. 2 Wêderê, xulamê sersedekî* hebû, yê ku gelek nexweş bû û ber mirinê bû. Sersed ew xulam gelek hez dikir. 3 Gava ewî derheqa Îsa bihîst, çend rûspiyên Cihûya şandine bal wî, wekî ji wî hîvî kin ku ew bê û xulamê wî qenc ke. 4 Ewana hatine cem Îsa, lavaya wî kirin û gotin: “Ew hêja ye wekî tu vê yekê bona wî bikî, 5 çimkî ew miletê me hez dike û ewî xwexa bona me kinîşt* ava kiriye”. 6 Hingê Îsa tevî wan çû. Lê gava ew nêzîkî malê bû, sersed hevalên xwe şandine pêşiya wî, wekî wîra bêjin: “Xudan, zemetê nekişîne, çimkî ez nehêja me ku tu bêyî mala min. 7 Lema min xwe hêja hesab nekir, ku bihatama cem te. Lê tenê xeberekê bêje, û xulamê minê qenc be. 8 Çimkî ez jî bin hukumê kesên dinda me, û bin destê minda jî esker hene. Gava ez yekîra dibêjim ‘Here!’, ew diçe, yekî dinra dibêjim ‘Were!’, ew tê, û gava ez xulamê xwera dibêjim ‘Vî tiştî bike!’, ew dike”. 9 Çaxê Îsa ev yek bihîst, ser wî ecêbmayî ma. Ewî berê xwe da elaletê, ya ku pey wî diçû û got: “Ez wera dibêjim, qe Îsraêlêda jî min bawerîke haqas qewî nedîtiye”. 10 Û gava yên ku hatibûne şandinê vegeriyane malê, wana dît ku xulam qenc bûye.
11 Hine wext şûnda, Îsa çû bajarekî bi navê Nayîn. Şagirtên wî û gelek meriv jî tevî wî diçûn. 12 Gava ew nêzîkî dergehê bajêr bû, dît ku cinyazê gedekî ji bajêr derdixin. Ew kurê jinebîkê tayê tenê bû. Gelek meriv jî tevî diya wî diçûn. 13 Gava Xudan lê dît, dilê wî ser wê şewitî, û jêra got: “Negirî”. 14 Paşê ew nêzîk bû, destê xwe da darbestê, û yên ku ew dibirin, sekinîn. Hingê ewî got: “Xorto, ez tera dibêjim: Rabe!” 15 Û yê mirî rûnişt û destpêkir xeber de, û Îsa ew da diya wî. 16 Saw kete ser hemûya, wana destpêkir şikiriyê bidine Xwedê, û digotin: “Nav meda pêxemberekî mezin eyan bûye”, û “Xwedê dîna xwe daye cimeta xwe”. 17 Û nav-dengê wî li temamiya Cihûstanê û der-dorê wê bela bû.
18 Şagirtên Yûhenna derheqa van hemû tişta jêra gilî kirin. 19 Hingê Yûhenna du şagirtên xwe şandin, wekî ji Xudan bipirsin: “Gelo yê ku wê bihata tu yî, yan gerekê em hîviya kesekî din bin?” 20 Gava ewana hatine bal Îsa, gotin: “Yûhennayê Nixumdar* em şandin bal te, wekî ji te bipirsin: ‘Gelo yê ku wê bihata tu yî, yan gerekê em hîviya kesekî din bin?’” 21 Wê demê Îsa gelek meriv ji nexweşî û êşên giran qenc kirin, cin derxistin, û çevên gelek kora vekirin. 22 Îsa caba wan da: “Herin û tiştên ku we bihîstine û dîtine Yûhennara bêjin: Yên kor niha divînin, yên seqet digerin, yên kotî qenc dibin,* yên ker dibihên, mirî radibin û kesîbara mizgînî tê dayînê. 23 Çiqas bextewar e ew kes, yê ku minda nakeve şikê”.
24 Gava şagirtên Yûhenna çûn, Îsa destpêkir elaletêra derheqa Yûhenna xeber de: “Gava hûn çûn beriyê, we çi dixwest bidîta? We dixwest qamîşekî ku ji ba diheje, bidîta? 25 Yan we dixwest wêderê çi bidîta? Hûn çûn wekî merivekî kincên biha li xwe kirî bivînin? Ne kesên ku kincên biha li xwe dikin û dewletî dijîn, qesirên padşada nin? 26 De bêjin, hûn çûn çi bivînin? Pêxemberekî? Belê, ez wera dibêjim, ew pêxember e, lê ji pêxemberekî zêdetir e jî. 27 Eva ew kes e, derheqa kîjanî nivîsar e: ‘Ez qasidê xwe pêşiya te dişînim. Ewê pêşiya te rê hazir ke’. 28 Ez wera dibêjim, ji nav hemû merivên ku hatine bûyînê, kesek ji Yûhenna mezintir, tune ye. Lê Padşatiya Xwedêda, yê herî biçûk ji wî mezintir e”. 29 (Gava temamiya cimetê û xercgira ev yek bihîst, wana qebûl kir ku Xwedê rast e, çimkî ewana bi destê Yûhenna hatibûne nixumandinê. 30 Lê Fêrisî û yên ku Qanûn rind zanibûn, rêberiya ku Xwedê dabû wan qebûl nekirin, çimkî ewana bi destê Yûhenna nehatibûn nixumandinê.)
31 Îsa xeberdana xwe berdewam kir: “Ez merivên vî nisilî beramberî kê bikim, ewana mîna kê ne? 32 Ewana mîna wan zara ne, yên ku bazarêda rûniştî ne, gazî hevdu dikin û dibêjin: ‘Me bona we bilûrê dixist, lê hûn nedireqisîn. Me şîn dikir, lê hûn nedigiriyan’. 33 Mîna vê yekê, Yûhennayê Nixumdar hat, ne nan dixwe û ne jî şeravê vedixwe, lê hûn dibêjin: ‘Cin wîda heye’. 34 Kurê însên hatiye, dixwe û vedixwe, lê hûn dibêjin: ‘Hela binihêrin! Ew yekî pey xwarin û vexwarinê ketî ye, û hevalê xercgir û gunekara ye!’ 35 Lê bîlanî pê kirên xweyî rast* îzbat dibe”.
36 Yekî Fêrisî çend cara Îsa teglîfî ser xwarinê dikir. Ew jî çû mala wî û ber sifrê rûnişt. 37 Wî bajarîda jinek hebû, ya ku ça gunekar nas dikirin. Gava ew pêhesiya ku Îsa mala Fêrisîda şîvê dixwe, ew hate wêderê û rûnê bînxweş derdaneke ji kevire mermerda anî. 38 Ew ber nigên wî kete ser çoka, digiriya, bi hêsirên xwe nigên wî şil dikirin û bi porê xwe ew ziha dikirin. Ewê usa jî nigên wî bi nermî paç dikir û rûnê bînxweş lêdixist. 39 Fêrisiyê ku ew teglîfî mala xwe kiribû, ev yek dît û dilê xweda got: “Hergê ev meriv bi rastî pêxember bûya, wê bizanibûya ku ev kî ye û yeke çawa ye ku destê xwe dide wî, çimkî ew yeke gunekar e”. 40 Lê Îsa wîra got: “Şimhûn, ez dixwazim tiştekî tera bêjim”. Ewî got: “Kerem ke, Dersdar!”
41 Îsa got: “Du meriv deyndarên kesekî bûn. Yek 500 dînarî, lê yê din 50 dînarî deyndarê wî bû. 42 Lê çimkî tiştekî wan tune bû ku deynê xwe bidin, ewî bi merdanî deynê herda baxşande wan. Îja ji wan herda, kîjanê gelek wî hez bike?” 43 Şimhûn got: “Bi texmîna min, kîjanîra gelek hate baxşandinê”. Îsa wîra got: “Te rast têderxist”. 44 Paşê ewî dîna xwe da jinikê û Şimhûnra got: “Tu vê jinikê divînî? Ez hatime mala te, lê te bona şûştina nigên min av neda. Lê ewê nigên min bi hêsirên xwe şil kirin û bi porê xwe ziha kirin. 45 Te ez paç nekirim, lê evê jinikê ji hingêva ku ez hatime, heta niha dest ji paçkirina nigên min nekişandiye. 46 Te rûn nerête ser serê min, lê evê jinikê rûnê bînxweş nigên min xist. 47 Lema ez tera dibêjim, gunên vê jinikê çiqas gelek in* jî, hatine baxşandinê, çimkî ewê hezkirineke mezin da kifşê. Lê kêra kêm tê baxşandinê, ew kêm hezkirinê dide kifşê”. 48 Paşê wêra got: “Gunên te hatine baxşandinê”. 49 Yên ku tevî wî ber sifrê rûniştibûn, hevdura digotin: “Gelo ev meriv kî ye, ku hela hê guna jî dibaxşîne?” 50 Lê ewî jinikêra got: “Baweriya te tu xilaz kirî. Bi silametî here”.