1 Petrûs
1 Ez Petrûs, şandiyê Îsa Mesîh, vê nemê dinivîsim bineliyên wedelûra, yên ku belabûyî ne li herêmên Pontosê, Galatyayê, Kepedokyayê, Asyayê û Bîtênyayê. 2 Xwedê, Bavê me, hûn li gora qirara xwe pêşda bijartin, û pê ruh hûn pîroz kirin, wekî hûn guhdariya wî bikin û bi saya xûna Îsa Mesîh bêne paqijkirinê.
De bira kerema mezin û edilayî li we hê zêde be.
3 Bira Xwedêra, Bavê Xudanê me Mesîhra pesin bê dayînê! Çimkî em bi rema wîye mezin tezeda hatine bûyînê, wekî bi saya rabûna Îsa Mesîh ji mirinê, em bibine xweyê gumaneke sax. 4 Xwedê milkekî ku narize yan naherime û naçilmise daye me. Ewî ev milk bona we li ezmana xwey kiriye. 5 Erê, bona we, kîjana Xwedê bi qewata xwe diparêze, çimkî baweriya we heye. Ewê we bona xilazbûna ku wedê axiriyêda eşkere be, biparêze. 6 Rast e hûn bona vê yekê gelek şa ne, lê dibeke hûn wedekî kin ji bo cûre-cûre cêribandina biçerçirin. 7 Ev seva vê yekê lazim e, wekî baweriya weye cêribandî, wera pesin, rûmet û hurmetê bîne, gava Îsa Mesîh eyan be. Baweriya usa ji zêrê ku agirda tê temizkirinê,* lê paşê xirab dibe, qîmettir e. 8 Rast e we tu car Mesîh nedîtiye, lê dîsa jî hûn wî hez dikin. Rast e hûn niha jî wî navînin, lê dîsa jî hûn baweriya xwe wî tînin, û hûnê bi şabûneke mezin, ya ku pê zar-ziman nayê gotinê, 9 xelata baweriya xwe bistînin, dêmek xilazbûnê.
10 Pêxemberên ku derheqa kerema Xwedêye mezin, kîjan ku bona we ye, pêxembertî dikirin, bi xîret û hûr bi hûr derheqa vê xilazbûnê lêkolîn dikirin. 11 Xwedê berêda bi ruhê pîroz wan pêxemberara gotibû, wekî Mesîh wê cefê bikişîne û paşê bê rûmetkirinê. Bona vê yekê wana xîret dikir têderxin, hela çi wê bê serê Mesîh, û ev tişt wê kengê biqewimin. 12 Xwedê pêxemberara eşkere kir, wekî wana ne ku xwera, lê wera xizmet dikir. Çi ku wana nivîsî, we ji wana bihîst, yên ku ev mizgînî bi ruhê pîroz ku ji ezmana hate şandinê, wera elam kirin. Melek jî gelek dixwazin hema van tişta bizanibin.
13 Hişê xwe bona şixul hazir kin û timê her tiştîda ser hişê xwe bin. Gumana xwe bidine ser kerema Xwedêye mezin, ya ku wedê eyanbûna Îsa Mesîh wê wera bê dayînê. 14 Niha hûn zarên Xwedê ne, yên ku gura wî dikin. Lema jî îda li gora xwestinên xweyî nerast, yên ku we berê ji bo nezaniyê dikir, hereket nekin. 15 Hûn jî hemû rabûn-rûniştina xweda pîroz bin, mîna wî yê ku gazî we kiriye. 16 Çimkî usa nivîsar e: “Pîroz bin, çimkî ez pîroz im”.
17 Hergê hûn Bavra dua dikin, yê ku bê firqî dîwana her kesî dike anegorî kirên wan, de çawa bineliyên vê dinyayê yên wedelû, bi rabûn-rûniştina xwe bidine kifşê ku hûn Xwedê ditirsin. 18 Çimkî hûn zanin ku hûn ji emirê xweyî pûç, ya ku we ji kal-bavên xwe standiye,* aza bûne,* ne ku bi tiştên ku dirizin, yan jî bi zêr û zîv, 19 lê bi xûna Mesîhe qîmet, kîjan ku mîna xûna berxeke bêsûc û bêleke ye. 20 Rast e Xwedê hê pêşiya efirandina dinyayê Mesîh bijartibû, lê ew xilaziya zemanada bona kara we xuya bû. 21 Bi saya Mesîh hûn Xwedê bawer dikin. Xwedê ew ji mirinê rakir û rûmet da wî, wekî bawerî û gumana we hindava Xwedêda hebe.
22 Ji bo vê yekê ku hûn gura hînkirina rast dikin û we xwe paqij kiriye, we çawa bira bê durûtî hev hez kiriye, û lema niha bi dil qayîm hevdu hez bikin. 23 Hûn tezeda hatine bûyînê ne ku ji toximê ku dirize, lê ji toximê ku narize, pê xebera Xwedayê sax û heta-hetayê. 24 Çawa nivîsar e: “Hemû meriv mîna gîhê ne, û temamiya rûmeta wan mîna kulîrka deştê ye. Gîha hişk dibe û kulîrk diçilmise, 25 lê xebera Yehowa heta-hetayê dimîne”. Û ev “xeber” mizgînî ye, kîjan ku wera hatiye dayînê.