KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Karên Şandiya 4
  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

Karên Şandiya Naveroka Kin

      • Petrûs û Yûhenna têne girtinê (1-4)

        • Hejmara bawermenda digihîje 5 000 (4)

      • Ber Dîwana Bilind ya Cihûya (5-22)

        • Şandî nikarin xwe ker kin (20)

      • Dua bona mêrxasiyê (23-31)

      • Şagirt her tiştî parevedikin (32-37)

Karên Şandiya 4:4

Spartin

  • *

    Raste-rast “mêra”.

Karên Şandiya 4:11

Spartin

  • *

    Raste-rast “kevirê enîşkêyî sereke”. Wedê avakirinê ev kevir qulçê jorinda dihate danînê, wekî her du dîwar hev bigirin. Lema jî ev kevir herî ferz bû.

Karên Şandiya 4:13

Spartin

  • *

    Dêmek wana hînbûna mektebên rêlîgîda nestandiye. Ev nayê hesabê, ku ew meriv bi temamî nexwendî bûn.

Karên Şandiya 4:15

Spartin

  • *

    Dêmek Sanhedrîn.

Karên Şandiya 4:26

Spartin

  • *

    Yan “Mesîhê wî”.

Karên Şandiya 4:28

Spartin

  • *

    Raste-rast “destê te”.

Karên Şandiya 4:29

Spartin

  • *

    Raste-rast “dîna xwe bide gefên wan”.

  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
  • 13
  • 14
  • 15
  • 16
  • 17
  • 18
  • 19
  • 20
  • 21
  • 22
  • 23
  • 24
  • 25
  • 26
  • 27
  • 28
  • 29
  • 30
  • 31
  • 32
  • 33
  • 34
  • 35
  • 36
  • 37
Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
Karên Şandiya 4:1-37

Karên Şandiya

4 Hê Petrûs û Yûhenna xelqêra xeber didan, kahîn, serwêrê nobedarên paristgehê û Sadûqî hatine bal wan. 2 Ewana gelek eciz bûn, çimkî şandiya xelq hîn dikirin û eşkere elam dikirin, ku Îsa ji mirinê hatiye rakirinê. 3 Lema wana ew girtin, û heta roja din kelêda hîştin, çimkî êvar bû. 4 Lê gelek kesên ku xeberdana wan bihîstin, bawer kirin, û hejmara wan meriva* gihîşte weke 5 000.

5 Roja din, serwêr, rûspî û qanûnzanên Cihûya Orşelîmêda tevayî top bûn. 6 Usa jî serokê kahîna Henan, Qeyafa, Yûhenna, Skender û hemû merivên serokê kahîna, wêderê bûn. 7 Wana Petrûs û Yûhenna orta xweda dane sekinandinê û destpêkirin pirsa bidine wan: “We ev yek pê qewata kê, yan jî pê navê kê kir?” 8 Hingê Petrûs bi ruhê pîroz tije bû û wanra got:

“Gelî serwêrên cimetê û rûspîno! 9 Hergê îro hûn ji bo qencîkî ku me merivekî seqetra kiriye, pirsa didine me, û dixwazin bizanibin ku kê ew meriv qenc kiriye, 10 bira hûn û temamiya cimeta Îsraêlê bizanibin ku ev yek qewimî bi navê Îsa Mesîhê Nisretî, yê ku we ser stûnê dardakir, lê Xwedê ew ji mirinê rakir. Bi saya wî ev meriv qenc bû û ber we sekiniye. 11 Ew e ‘kevirê ku we avakara înkar kir, lê ew bûye kevirê sereke’.* 12 Xêncî wê yekê, xilazbûn ji tu kesekî din nayê, çimkî bin ezmênda navekî din tune, bi saya kîjanî em dikarin xilaz bin”.

13 Gava wana dît ku Petrûs û Yûhenna bi mêrxasî xeber didin û fem kirin ku ewana nexwendî* û nezan in, ecêbmayî man. Wana têderxist ku ewana tevî Îsa bûn. 14 Wana merivê ku hatibû qenckirinê û bal wan sekinî bû, dinihêrîn û nikaribûn tiştekî bêjin. 15 Lema wana ferman da wan, wekî ji oda Dîwana Bilind ya Cihûya* derkevin, û destpêkirin hevra bişêwirin, 16 û gotin: “Em van meriva çawa bikin? Çimkî bi rastî jî wana keremet kir, ku temamiya cimeta Orşelîmêra eşkere ye, û em nikarin vê yekê înkar kin. 17 Seva ku ev yek nav cimetêda hê zêde bela nebe, were em wana bitirsînin û wanra bêjin ku bi vî navî îda kesekîra xeber nedin”.

18 Wana gazî van du şagirta kir û temî da wan, wekî bi navê Îsa tu tiştî nebêjin û hîn nekin. 19 Lê Petrûs û Yûhenna wanra gotin: “Hûn xwexa bifikirin, gelo ber çevê Xwedê çi rast e, em guh bidine Xwedê yan guh bidine we? 20 Em nikarin derheqa tiştên ku me dîtine û bihîstine, nebêjin”. 21 Wana dîsa ewana tirsandin û paşê berdan, çimkî tu sebeb nedîtin ku wana ceza kin. Û him jî ewana ji cimetê ditirsiyan, çimkî gişka ji bo tiştê qewimî şikirî didane Xwedê. 22 Ew merivê ku bi vê keremetê qenc bû, emirda 40 salî zêdetir bû.

23 Gava ewana hatine berdanê, çûn bal şagirtên din û wanra gilî kirin çi ku serokên kahîna û rûspiya wanra gotibûn. 24 Gava wana ev yek bihîst, hevra bi dengê bilind Xwedêra usa dua kirin:

“Ya Xudanê Mezin, yê ku erd û ezman, ber û hemû tiştên nav wanda çêkirine, 25 û yê ku pê ruhê pîroz bi devê xizmetkarê xwe û bavê me Dawid gotibû: ‘Çima milet hêrs dikevin û xelq derheqa tiştên pûç difikirin? 26 Padşên dinyayê bûne yek û serwêr li hev top bûn, ku miqabilî Yehowa û bijartiyê* wî rabin’. 27 Bi rastî, him Hêrodes him Pontiyo Pîlato tevî merivên ji miletên din û tevî cimeta Îsraêlê li vî bajarî miqabilî xizmetkarê teyî pîroz Îsa, top bûn, yê ku te bijartiye, 28 wekî vê yekê bikin çi ku pê qewata* te û xwestina te pêşda hatibû qirarkirinê. 29 Û niha, ya Yehowa, dîna xwe bidê ça ewana me didine tirsandinê* û alî xulamên xwe bike, seva ku em bi mêrxasî derheqa xebera te xeber din. 30 Dîsa jî destê xwe bona qenckirinê dirêj ke û bira bi navê xizmetkarê teyî pîroz, Îsa, nîşan û keremet biqewimin”.

31 Çaxê wana dua-dirozge xilaz kir, ciyê ku ewana top bibûn hejiya, û hemûşk bi ruhê pîroz tije bûn û bi mêrxasî derheqa xebera Xwedê xeber didan.

32 Xêncî wê yekê, gelek kesên ku bawer kirin, ser fikir û nêtekê bûn, û tu kesî ji wan ser hebûka xwe nedigot “Eva ya min e”, lê wana her tiştê xwe nav hevda parevedikir. 33 Û şandiya berdewam dikirin bi qewateke zor derheqa saxkirina Xudan Îsa şedetiyê bidin, û Xwedê qenciya xweye mezin ser wan hemûya dibarand. 34 Bi rastî, nav wanda tu kesê destteng tune bû, çimkî erd û malên kê hebûn, difirotin, pere dianîn 35 û didane şandiya. Ev pere li gora hewcên her kesî dihate belakirinê. 36 Ûsivê ku jêra usa jî Barnabas dihate gotinê (çi ku li gora welgerandinê tê hesabê “Kurê Berdiliyê”), Lêwî bû û esilê xweda ji Kîprûsê bû, 37 ewî erdê xwe firot û ev pere anî da şandiya.

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Elametiyên Konfêdênsîal
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin