2 Korintî
11 Hergê ez carna bêfem tême kifşê jî, ez guman im hûnê li min sebir kin. Lê hûn usa jî li min sebir dikin. 2 Çawa ku Xwedê dixwaze we biparêze, ez jî dixwazim we biparêzim. Çimkî min xwexa hûn Mesîhra nîşan kirin, û ez dixwazim we ça qîzeke bikir bidime wî. 3 Lê tirsa min ew e, ku çawa mer bi fêlbazî Hêwa xapand, usa bê serê we jî û hişê we xirab be, û hûn ji temizayî û helaliya hindava Mesîhda dûr kevin. 4 Çimkî çaxê yek tê û ne derheqa vî Îsayî gilî dike, derheqa kîjanî me gilî kiriye, yan jî çaxê hûn ruhekî din distînin, kîjan ku we nestandiye, yan jî çaxê wera mizgînîke din bela dikin, ne ku kîjan ku we qebûl kiriye, hûn wî merivî sebir dikin. 5 Lê ez difikirim tu tiştekî usa tune ku îzbat ke, wekî ez ji şandiyên weyî “herî baş” kêmtir im. 6 Hergê ez xeberdanêda ser xwe nîbim jî, zanebûna min derheqa Xwedê heye. Me ev yek hemû aliyava û her tiştîda wera zelal kiriye.
7 Min bi dil û bêheq mizgîniya Xwedê da we, û min xwe nimiz kir, wekî hûn bilind bin. Gelo min bi vê yekê gune kir? 8 Min alîkarî ji civatên din distand, ça bêjî min ew talan kirin, seva ku ez wera xizmet kim. 9 Çaxê ez bal we bûm û bûme hewcê tiştekî, ez tu kesîra nebûme bargiranî. Gava birên ji Makedonyayê hatin, wana destê xwe dirêjî min kir çida jî ez hewce bûm. Belê, min her tiştîda xîret kir, ku wera nebime barê giran, û ezê hema usa jî berdewam kim. 10 Heta ku ez şagirtê Mesîh me, tu tişt wê riya min negire, ku derheqa vê yekê herêmên Axayayêda payê xwe bidim. 11 Çima min xwe usa da kifşê? Çimkî ez we hez nakim? Xwedê zane ku ez we hez dikim.
12 Hine kes payê xwe didin û dibêjin, ku ewana jî mîna me şandî ne. Lema tiştê ku ez dikim, ezê berdewam kim bikim, wekî tu menîkî nedime wan ku ewana payê xwe bidin. 13 Çimkî merivên usa şandiyên qelp in, ewana kesên din dixapînin, û xwe ça şandiyên Mesîh didine kifşê. 14 Ez vê yekêra ecêbmayî namînin, çimkî Şeytan jî xwe ça melekê ronayê dide kifşê. 15 Lema jî ecêbmayî nîne, ku xizmetkarên wî jî xwe ça xizmetkarên rastiyê didine kifşê. Lê axiriya wan wê li gora kirên wan be.
16 Ez dîsa dibêjim: Bira tu kes nefikire, wekî ez yekî bêfem im. Lê hergê hûn usa bifikirin jî, min qebûl kin, wekî ez jî hinekî payê xwe bidim. 17 Çi ku ez niha dibêjim, usa nabêjim çawa ku wê Xudan bigota, lê ça yekî bêfem dibêjim, yê ku xweda bawer e û payê xwe dide. 18 Hergê gelek kes bi tiştên vê dinyayê payê xwe didin, ezê jî payê xwe bidim. 19 Rast e hûn usa “serwaxt” in, lê ji dil kesên bêfem sebir dikin. 20 Hergê yek we dike xulam, yan hebûna we dixwe, yan we talan dike, yan xwe li ser wera digire, yan rûyê we dixe, hûn wan tişta sebir dikin.
21 Çiqas şerm e ku em usa dibêjin, çimkî dikare usa bê kifşê, wekî em sist in.
Lê hergê hine kes şerm nakin payê xwe bidin, ez jî şerm nakim payê xwe bidim, hergê jî kesek min bêfem hesab ke. 22 Ewana Îbranî ne? Ez jî Îbranî me. Ewana Îsraêlî ne? Ez jî Îsraêlî me. Ewana ji zureta Birahîm in? Ez jî ji zureta Birahîm im. 23 Ewana xizmetkarên Mesîh ne? Ezê mîna yekî bêaqil bêjim: Ez hê zêde usa me. Ez hê zêde xebitî me, hê zêde kelêda bûme, hê zêde hatime lêdanê, û ez gelek cara ber mirinê bûme. 24 Min aliyê Cihûyada pênc cara 39 lêdan standiye. 25 Ez sê cara bi şiva hatime lêdanê, carekê ez dame ber kevira, sê cara ez rastî gemîwelgerandinê hatime, şev û rojekê ez bera vekirîda mame. 26 Ez gelek cara rêwîtiyêda bûme û ketime cûre-cûre qeziya çemada, ji destê qaçaxa, ji destê miletê xwe û ji destê miletên din, bajêrda, beriyêda, ser berê, ji destê birên qelp. 27 Ez nava şixulê giranda bûme, min gelek şev bê xew derbaz kirine, ez tî û birçî mame, gelek car bê xwarin mame, sermêda û bê kinc* mame.
28 Xêncî wan tişta, derdekî min heye, kîjan ku her roj min eciz dike, ev heye xemgîniya min bona hemû civata. 29 Gava kesek sist e, ne ez jî sist dibim? Gava kesekî dilikumînin, ne ez hêrs dikevim?
30 Hergê lazim e payê xwe bidim, ezê bi tiştên ku halê minî sist didine kifşê, payê xwe bidim. 31 Xwedê, Bavê Xudan Îsa, yê ku her û her hêjayî rûmetê ye, zane ku ez derewa nakim. 32 Şamêda, weliyê Arêtas padşa, nobedar ber dergehên bajêr danîne, seva ku min bigire. 33 Lê ez pê sevetê* ji pencera dîwarê bajêr hatime daxistinê, û ez ji destê wî xilaz bûm.