2 Korintî
4 Bona vê yekê ku Xwedê ji rema xwe ev xizmetî daye me, em nawestin. 2 Me terka kirên eybe* veşartî daye. Em fêlbaziya nakin û xebera Xwedê naguhêzin. Bi vê yekê ku em rastiyê eşkere dikin, em ber Xwedê bona her merivekî dibine mesela baş. 3 Hergê mizgîniya ku em bela dikin veşartî be, ew bona kesên ku qir dibin veşartî ye. 4 Çimkî xwedayê vê dinyayê hişê nebawermenda kor kiriye, wekî ronaya mizgîniya rûmet derheqa Mesîh, yê ku sûretê Xwedê ye, ser wan şewq nede. 5 Em mizgîniyê ne ku derheqa xwe bela dikin, lê derheqa Îsa Mesîh ku Xudan e, û em bona xatirê Îsa xulamên we ne. 6 Çimkî Xwedê xwexa usa got: “Bira ji teriyê ronayî şewq bide”, û ewî dilê me bi zanebûna xweş derheqa xwe, ya ku ji rûyê Îsa şewq dide, ronayî kir.
7 Ev xizne nava me derdanên herîda ne, seva ku eşkere be wekî qewata ku ji sînorê meriva zêdetir e, ne ku ji me ye, lê ji Xwedê ye. 8 Her aliyava zorê didine me, lê halê me usa nîne ku em nikarin bilipitin. Em tevlihev in, lê bêçare nînin. 9 Me dizêrînin, lê Xwedê em nehîştine. Em lêdayî-ketî ne, lê ne undabûyî ne. 10 Mîna Îsa, em her gav diçine ber devê mirinê, wekî jîyîna Îsa bedena meda jî eşkere be. 11 Çimkî em, yên ku dijîn, bona xatirê Îsa diçine ber devê mirinê, wekî jîyîna Îsa usa jî bedena meda ya ku dimire, eşkere be. 12 Belê, em diçine ber devê mirinê, lê ev yek bona we riya jîyînê vedike.
13 Hema baweriya* me jî vî cûreyî ye, çawa ku hatiye nivîsarê: “Min bawer kir, lema jî min xeber dida”. Em jî bawer dikin, lema xeber didin. 14 Çimkî em zanin Xwedayê ku Îsa ji mirinê rakir, ewê me jî ji mirinê rake, wekî em tevî Îsa bin. 15 Ev hemû tişt bona we ye, wekî hê zêde meriv kerema Xwedêye mezin bistînin. Bi vî cûreyî hê zêde meriv wê şikirî û rûmetê bidine Xwedê.
16 Lema jî em nawestin. Hergê jî em rûva diçilmisin, yeke dilda em roj bi roj nû dibin. 17 Çimkî cefên meye ku wedekî kin dikişînin û sivik in, mera rûmeteke usa mezin tînin, ya ku heta-hetayê ye. 18 Lema jî em dîna xwe nadine tiştên ku têne dîtinê, lê em dîna xwe didine tiştên ku nayêne dîtinê. Çimkî tiştên ku têne dîtinê bona wextekî ne, lê tiştên ku nayêne dîtinê heta-hetayê ne.