Li Gora Lûqa
18 Paşê Îsa wanra meselek anî, ku çiqas ferz e ewana hertim dua bikin û dilteng nebin. 2 Ewî got: “Bajarekîda hakimek hebû, yê ku ne ji Xwedê ditirsiya û ne jî qedirê meriva digirt. 3 Vî bajarîda jinebîk jî hebû, ya ku her gav diçû bal wî û wîra digot: ‘Heqiyê bike, min ji destê neyarê min xilaz ke’. 4 Wedekê ewî nedixwest, lê paşê xwera got: ‘Ez ne ji Xwedê ditirsim, û ne jî qedirê meriva digirim, 5 lê çimkî ev jinebî zemetê dide min, ezê heqiyê jêra bikim, wekî ew her gav neyê û pê xwestina xwe min eciz neke’”. 6 Paşê Xudan got: “Rast e ev hakim neheq e, lê we dîna xwe dayê ewî çi got? 7 Gelo Xwedê jî bijartiyên xwera, yên ku şev û roj hewar-gaziya xwe wî dikin, wê heqiyê neke wî wedeyîda ku ew hindava wanda bi sebir e? 8 Ez wera dibêjim, ewê derbêra bona wan heqiyê bike. Lê gava Kurê însên bê, gelo ewê baweriya usa* ser erdê bivîne?”
9 Lê Îsa wanra, yên ku rastiya xweda bawer bûn û merivên din ber tiştekî hesab nedikirin, ev mesele got: 10 “Du merî hilkişiyane paristgehê, wekî dua bikin. Yek Fêrisî bû, yê din jî xercgir. 11 Yê Fêrisî sekinî bû û dilê xweda usa dua dikir: ‘Ya Xwedê, ez şêkirdar im ku ez mîna merivên din nînim; yên ku talaniyê, neheqiyê, yan zinêkariyê dikin, û ne jî mîna vî xercgirî me. 12 Ez heftiyê du cara rojî digirim û dehekê* ji hemû kara xwe jî didim’. 13 Lê ew xercgir dûr sekinî bû, newêribû li ezmên jî binihêriya, sîngê xwe dixist û digot: ‘Xwedê, li min gunekarî were remê’. 14 Ez wera dibêjim, gava ew meriv vegeriya malê, çevê Xwedêda diha yekî rast bû, ne ku Fêrisî. Çimkî her kesê ku xwe bilind dike, wê bê nimizkirinê. Û kesê ku xwe nimiz dike wê bê bilindkirinê”.
15 Meriva zarên biçûk dianîn bal Îsa, wekî ew destên xwe dayne ser wan, lê gava şagirta ev yek dîtin, riya wan digirtin. 16 Lê Îsa gazî zarên biçûk kir, û got: “Bihêlin bira zar bêne bal min. Riya wan negirin, çimkî Padşatiya Xwedê bona yên mîna wan e. 17 Ez rast wera dibêjim, kesê ku Padşatiya Xwedê mîna zarekê qebûl neke, ewê tu car nekeve wê”.
18 Serokekî ji wî pirsî: “Dersdarê qenc, ez gerekê çi bikim, wekî jîyîna heta-hetayê bistînim?” 19 Îsa wîra got: “Tu çima minra dibêjî qenc? Pêştirî Xwedê tu kes qenc nîne. 20 Tu van temiya zanî: ‘Qaviyê neke, nekuje, nedize, şedetiya derew nede, qedirê dê û bavê xwe bigire’”. 21 Hingê ewî got: “Ez ji biçûktayê van hemû temiya tînim sêrî”. 22 Gava Îsa ev yek bihîst, jêra got, “Tiştek te kêm e: Hemû tiştên xwe bifiroşe û pera kesîbara bela ke. Hingê wê xizna te li ezmana hebe. Û paşê pey min were”. 23 Gava ewî ev yek bihîst, gelek dilteng bû, çimkî zef dewletî bû.
24 Îsa li wî nihêrî û got: “Dewletiyara wê çiqas çetin be bikevine Padşatiya Xwedê! 25 Bi rastî, deve wê qula derziyêra diha hêsa derbaz be, ne ku yê dewletî bikeve Padşatiya Xwedê”. 26 Kesên ku ev yek bihîstin, gotin: “Îda kî dikare xilaz be?” 27 Ewî got: “Tiştên ku bona meriva nebûyî ne, bona Xwedê dibe”. 28 Lê Petrûs got: “Awa destê meda çi hebû, me hîşt û em pey te hatin”. 29 Ewî wanra got: “Ez rast wera dibêjim, her kesê ku bona xatirê Padşatiya Xwedê mal, yan jin, yan bira, yan dê-bav, yan zar hîştiye, 30 ewê niha diha zêde bistîne, û dinya tezeda jî jîyîna heta-hetayê”.
31 Paşê ewî Donzdeh* dan alîkî û wanra got: “Va em niha hildikişine Orşelîmê, û her tiştê ku bi destê pêxembera derheqa Kurê însên hatine nivîsarê, wê bêne sêrî. 32 Wê wî bidine destê merivên ji miletên din, wê qerfên xwe wî bikin, wî bêhurmet kin û tûyî wî bikin. 33 Û paşî vê yekê gava wî bidine ber qamçiya, wê wî bikujin. Lê roja sisiya wê ji mirinê bê rakirinê”. 34 Wana mena van giliya fem nekir, çimkî ev yek ji wan veşartî bû.
35 Çaxê Îsa nêzîkî Erîhayê bû, merivekî kor kêleka rê rûniştî bû û pars dikir. 36 Gava ewî bihîst ku gelek meriv derbaz dibin, dipirsî hela çi diqewime. 37 Wîra gotin: “Îsayê Nisretî derbaz dibe!” 38 Hingê ewî bi dengekî bilind kire gazî: “Îsa, Kurê Dawid, gunê xwe min bîne!”* 39 Merivên ku pêşiyê diçûn eciz bûn û wîra gotin, wekî xwe ker ke. Lê ewî bi dengê hê bilind dikire gazî: “Kurê Dawid, gunê xwe min bîne!” 40 Hingê Îsa sekinî û ferman da, wekî wî merivî bînin bal wî. Gava merivê kor nêzîkî wî bû, Îsa jê pirsî: 41 “Tu çi dixwazî ez bona te bikim?” Ewî got: “Xudan, ez dixwazim wekî çevên min dîsa bivînin”. 42 Îsa wîra got: “Bira çevên te dîsa bivînin. Baweriya te tu qenc kirî”. 43 Û derbêra çevên wî vebûn, ew pey Îsa çû û pesinê Xwedê dida. Temamiya wê cimetê jî gava ev yek dît, pesinê Xwedê didan.