Li Gora Markos
14 Awa du roj mabû ku Cejina Derbazbûnê û Cejina Nanê Şkeva* bibûya. Serokên kahîna û qanûnzana mecal digeriyan, wekî Îsa bi fêlbazî bigirin û bikujin, 2 lê wana digot: “Bira ev yek wedê cejinê nîbe, çimkî diqewime cimet tevlihev be”.
3 Gava ew li Beytanyayê, mala Şimhûnê kotîda ber sifrê rûniştibû, jinek hate wêderê. Bal wê derdaneke ji kevirê mermerda rûnê bînxweş* û biha hebû. Ewê serê derdanê şkênand û rûn ser serê Îsada rêt. 4 Hingê hine meriv eciz bûn û hevra digotin: “Çima ev rûnê bînxweş badîhewa hate rêtinê? 5 Ev rûnê bînxweş dikaribû 300 dînarî zêdetir bihata firotanê û ev pere kesîbara bihata belakirinê”. Û ewana ser jinikê gelek hêrs ketin.* 6 Îsa got: “Lê vegerin. Hûn çima dilê wê dêşînin? Ewê bona min tiştekî qenc kir. 7 Yên kesîb her gav tevî we ne, û hûn kengê bixwazin dikarin qenciyê wanra bikin, lê ezê her gav tevî we nîbim. 8 Çi ji destê wê hat ewê kir. Ewê pêşda bedena min bona definkirinê* rûn kir. 9 Ez rast wera dibêjim: Ser temamiya dinyayê, hemû ciya kîderê ev mizgînî bê belakirinê, wê kirina vê kulfetê jî bona bîranîna wê bê gotinê”.
10 Hingê Cihûdayê Îsxeryotî, yek ji Donzdeha,* çû bal serokên kahîna, seva ku Îsa bide destê wan. 11 Gava wana ev yek bihîst, şa bûn û soz dan ku perên zîv bidine wî. Ji wê demê, ewî mecal digeriya wekî nemamiya Îsa bike.
12 Roja pêşine Cejina Nanê Şkeva,* gava li gora edet qurbana Cejina Derbazbûnê dihate dayînê, şagirta ji Îsa pirsîn: “Tu dixwazî em tera kîderê bona Cejina Derbazbûnê xwarinê hazir kin?” 13 Hingê Îsa du şagirtên xwe şandin û wanra got: “Herin bajêr. Merivek wê rastî we bê, yê ku cêrekî avê hilgirtiye. Pey wî herin, 14 û ew meriv bikeve kîjan malê, hûn xweyê vê malêra bêjin: ‘Dersdar dibêje: “Kîderê ye ew oda mêvana, kîjanêda ez dikarim tevî şagirtên xwe xwarina Cejina Derbazbûnê bixwim?”’ 15 Hingê ewê li qatê jorin odeke mezine hevdayî û hazirkirî nîşanî we bike. Wêderê bona me şîvê hazir kin”. 16 Şagirt çûn ketine bajêr, û hemû tişt usa bû çawa Îsa wanra gotibû. Wana bona Cejina Derbazbûnê hemû tişt hazir kir.
17 Çaxê bû êvar, Îsa tevî Donzdeha hat. 18 Gava ewana ber sifrê rûniştibûn û xwarin dixwarin, Îsa got: “Ez rast wera dibêjim, yek ji we, yê ku tevî min xwarinê dixwe, wê nemamiya min bike”. 19 Ewana xemgîn bûn, û yek pey yekêra ji wî pirsîn: “Ew ez im?” 20 Ewî wanra got: “Ew kes yek ji Donzdeha ye, yê ku periyê xwe tevî min tasêda dike. 21 Çimkî Kurê însên gerekê here, çawa ku hatiye nivîsarê. Lê wey li wî, yê ku nemamiya Kurê însên bike! Bona wî kesî wê baş bûya, wekî ew nehata bûyînê”.
22 Gava wana hê xwarin dixwar, Îsa nan hilda, dua kir,* nan ker kir,* da şagirtên xwe û got: “Hildin, ev bedena min tê hesabê”. 23 Peyra ewî kas hilda, şikirî da Xwedê, paşê da wan û hemûya jê vexwar. 24 Û ewî wanra got: “Ev kas tê hesabê ‘xûna mine peymanê’, ya ku wê bona geleka bê rêtinê. 25 Ez rast wera dibêjim: Ezê îda şeravê venexwim, heta roja ku ez Padşatiya Xwedêda tevî we şerava nû vexwim”. 26 Xilaziyê, wana bona pesindayîna Xwedê stira* û paşê derketin çûne Çiyayê Zeytûnê.
27 Hingê Îsa wanra got: “Hûn hemûyê min bihêlin,* çimkî usa hatiye nivîsarê: ‘Ezê li şivan xim û pez wê ji hev bela bin’. 28 Lê çaxê ez ji mirinê rabim, ezê pêşiya we herime Celîlê”. 29 Petrûs jî wîra got: “Hergê hemû te bihêlin jî,* ezê te nehêlim!” 30 Hingê Îsa lê vegerand û gotê: “Ez rast tera dibêjim, îşev, pêşiya ku dîk du cara bang bide, tuyê sê cara min înkar kî”. 31 Lê Petrûs ser gotina xwe ma û digot: “Hergê lazim be ez tevî te bimirim jî, ezê tu car te înkar nekim”. Û yên din jî destpêkirin usa bêjin.
32 Peyra ewana hatin cîkî bi navê Gêtşemanî, û Îsa şagirtên xwera got: “Vira rûnên, heta ez dua bikim”. 33 Ewî tevî xwe Petrûs, Aqûb û Yûhenna birin. Hingê Îsa gelek xemgîn bû û zef dilteng bû. 34 Ewî wanra got: “Derdê dilê min usa giran e, mîna ber mirinê. Vira bin û hişyar bimînin”. 35 Îsa hinekî pêşda çû, deverû kete ser çoka û destpêkir dua ke, wekî hergê dibe, ev sihet bira ser wîra derbaz be. 36 Û ewî got: “Abba,* Bavo, bona te her tişt dibe. Vê kasê ji min dûr xe. Lê bira usa be ne ku çawa ez dixwazim, lê çawa tu dixwazî”. 37 Gava ew vegeriya bal şagirta, dît ku ewana xewra çûne. Hingê ewî Petrûsra got: “Şimhûn, tu razayî? Te nikaribû hema sihetekê hişyar bimayî? 38 Hişyar bimînin û timê dua bikin, seva ku hûn nekevine cêribandinê. Rast e, dil* dixwaze, lê beden sist e”. 39 Îsa dîsa çû, û duada dîsa ew xeber digot. 40 Îsa dîsa hat û şagirt xewêda dîtin, çimkî çevên wan ji xewê giran bibûn, û wana nizanibû çi wîra bêjin. 41 Gava Îsa cara sisiya vegeriya, ewî wanra got: “Hûn çawa dikarin wedekî usada razên û rihet bin! Bes e! Îda sihet hatiye! Va nemamiya Kurê însên dikin û wî didine destê gunekara. 42 Rabin em herin. Va nemamê min îda nêzîk e”.
43 Hema vê demê, gava ewî hê xeber dida, Cihûdayê ku yek ji Donzdeha* bû, tevî gelek meriva hat. Ewana ji aliyê serokên kahîna, qanûnzan û rûspiya hatibûn şandinê, û destê wanda şûr û dar hebûn. 44 Awa nemamê wî seva ku nîşanekê bide wan, wanra usa got: “Ez kîjanî paç kim, hema ew e, wî bigirin û bi nobedara bivin”. 45 Ew derbêra çû bal Îsa, nêzîkî wî bû û got: “Dersdar!” Û ewî Îsa paç kir. 46 Hingê wana Îsa girt. 47 Lê yek ji wan, yê ku wêderê sekinî bû, şûrê xwe derxist, xulamê kahînê mezin xist û guhê wî jêkir. 48 Îsa wanra got: “Çira ez qaçax im, hûn bi dara û şûra hatine min bigirin? 49 Her roj ez tevî we paristgehêda bûm û min hîn dikir, çira hingê we ez nedigirtim? Lê ev her tişt usa qewimî, wekî Nivîsarên Pêxembera bêne sêrî”.
50 Hingê hemû şagirta ew hîşt û revîn. 51 Lê xortekî cahil nêzîkva pey wî diçû û tenê kinceke kitanêye xas li bedena wîye tezî bû. Wana xwest wî bigirin, 52 lê ewî kinca xweye kitanî hîşt û tezî* revî.
53 Wana Îsa bire bal kahînê mezin, û hemû serokên kahîna, rûspî û qanûnzan wêderê top bûn. 54 Lê Petrûs dûrva pey Îsa çû, heta hewşa kahînê mezin. Ew tevî xulamên malê rûnişt û ber agir xwe germ dikir. 55 Serokên kahîna û temamiya Dîwana Bilind* ya Cihûya miqabilî Îsa şede digeriyan, wekî wî bidine kuştinê, lê tu kes nedîtin. 56 Geleka miqabilî wî şedetiya derew didan, lê gotinên wan hev nedigirtin. 57 Çend kes jî radibûn, miqabilî wî şedetiya derew didan û digotin: 58 “Me bihîst ku ewî got: ‘Ezê vê paristgehê ku bi destê meriva hatiye avakirinê, hilşînim û nava sê rojada ezê yeke din ava kim, kîjan ku wê ne bi destê meriva çêkirî be”. 59 Lê vê yekêda jî, gotinên wan hev nedigirtin.
60 Hingê kahînê mezin nav wan hemûyada rabû ser piya û ji Îsa pirsî: “Tu naxwazî caba xwe bidî? Tu se dikî ev meriv miqabilî te çi dibêjin?” 61 Lê Îsa dengê xwe nekir û tu tişt negot. Hingê kahînê mezin dîsa ji wî pirsî: “Tu yî Mesîh, Kurê Xwedêyî Pîroz?” 62 Îsa got: “Erê, ez im. Û hûnê Kurê însên aliyê milê rastê kêleka Yê Herî Qewat rûniştî û bi ewrên ezmên tê, bivînin”. 63 Hingê kahînê mezin kincên xwe qelaştin û got: “Îda şedên zêde çî mera nin? 64 We xwexa bihîst, wekî ew kifiriya dike. Hûn ser vê yekê çi difikirin?” Hemûya ew sûcdar kir û gotin ku ew hêjayî kuştinê ye. 65 Û hineka destpêkir tûyî wî bikin, ser çevê wî girêdan, bi kulma li wî dixistin û wîra digotin: “Hergê tu pêxember î, hela bêje kî te xist”. Nobedara sîle li rûyê Îsa dixistin û birin.
66 Çaxê Petrûs jêrê hewşêda bû, carîke kahînê mezin hate wêderê. 67 Gava ewê dît ku Petrûs xwe germ dike, wî nihêrî û got: “Tu jî tevî Îsayê Nisretî bûyî”. 68 Lê ewî ev yek înkar kir û got: “Ez ne wî nas dikim û ne jî fem dikim tu derheqa çi dibêjî”. Û ew ji wêderê derket, çû ber derê hewşê. 69 Cariyê gava wêderê jî ew dît, gote ewên ku kêlekê sekinî bûn: “Ew yekî ji wan e”. 70 Petrûs dîsa ev yek înkar kir. Hine wede şûnda, yên ku wêderê sekinî bûn, Petrûsra gotin: “Tu bi rastî yek ji wan î, çimkî tu ji Celîlê yî”. 71 Lê ewî nifir li xwe kir û sond xwar: “Ez vî merivî nas nakim, besa kîjanî ku hûn dikin!” 72 Derbêra dîk cara duda bang da. Wê demê giliyên Îsa ketine bîra Petrûs: “Pêşiya ku dîk du cara bang bide, tuyê sê cara min înkar kî”. Û ewî teyax nekir, giriya.