Fîlîpiyara
1 Ez Pawlos û Tîmotêyo, xulamên Mesîh Îsa, vê nemê hemû pîrozên li Fîlîpyayêra, yên ku şagirtên Mesîh Îsa ne, û hemû berpirsiyar* û berdestiyên civatêra dinivîsim:
2 Bira kerema mezin û edilaya ji Bavê me Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh ser we be!
3 Ez her gav şikiriyê didime Xwedayê xwe, çaxê we tînim bîra xwe 4 her dua-dirozgên xweda. Ez her gav bona we bi şabûnê dua dikim, 5 çimkî ji roja ku we mizgînî bihîst heta niha, hûn bona şixulê belakirina mizgîniyê komekê didin. 6 Ez bawer im wekî Xwedayê ku destpêkir şixulê qenc nav weda bike, wê heta roja Mesîh Îsa wî şixulî bîne sêrî. 7 Meniyên min hene ku ez derheqa we usa bifikirim, çimkî hûn dilê minda nin. Hûn halê minî girtîda piştgiriya min dikin, usa jî alîkariyê didin ku mizgînî bê parastinê û bi qanûnî îzin bê standinê ku mizgîniyê bela kin. Bi vî cûreyî him ez, him jî hûn ji kerema Xwedêye mezin karê distînin.
8 Xwedê şede ye ku ez çiqas dixwazim we hemûya bivînim.* Çawa ku Mesîh Îsa we hez dike, ez jî we usa hez dikim. 9 Ez her gav dua dikim ku hezkirina we tevî zanebûna rast û femkirina kûr hê zêde û zêde be, 10 wekî hûn dîna xwe bidine tiştên diha ferz û heta roja Mesîh bêkêmasî bimînin û nebine sebebê likumandina kesên din. 11 Usa jî ez dua dikim, ku hûn bi saya Îsa Mesîh bi berê rastiyê tije bin, bona rûmet û pesinê Xwedê.
12 Birano, ez dixwazim ku hûn bizanibin, wekî çi ku hate serê min, ewê yekê diha kar da pêşdaçûyîna mizgîniyê. 13 Çimkî nobedarên Împêratorê Romê û hemû kesên din jî bihîstine, wekî ez bona xatirê Mesîh hatime girtinê. 14 Niha ji bo halê minî girtî, dilê gelek birên ku Xudanra xizmet dikin, diha qewî bûye. Û ewana hê zêde bi mêrxasî û bê tirs derheqa xebera Xwedê gilî dikin.
15 Rast e hine kes mizgîniya derheqa Mesîh ji bo hevsûdî û hevrikiyê bela dikin, lê yên din mizgîniyê bi nêteke baş bela dikin. 16 Ewana derheqa Mesîh ji hezkirinê xeber didin, çimkî zanin ku ez bona parastina mizgîniyê hatime kifşkirinê. 17 Lê kesên ku min pêşiyê besa wan kir, bi nêteke xirab mizgîniyê bela dikin. Vî halê minî girtîda, ewana dixwazin tengasiyên min zêde kin. 18 Lê axiriya vê yekê çi ye? Firqî tune nêt baş e yan xirab e, yeke xebera derheqa Mesîh tê belakirinê. Ez vê yekêra şa me û ezê dîsa jî şa bim. 19 Çimkî ez zanim ku bi dua-dirozgên we û bi alîkariya ruhê Îsa Mesîh, ezê xilaz bim. 20 Ez bawer im û gumana min heye ku ezê tu tiştîda şermî nebim, dîsa bikaribim bi mêrxasî xeber dim, û ça her gav Mesîh rûmet kim. Ez bijîm yan bimirim jî, ezê dîsa jî wî rûmet kim.
21 Hergê ez bijîm, ezê bona Mesîh bijîm, û hergê ez bimirim jî, ev bona kara min e. 22 Hergê ez vê bedenêda berdewam kim bijîm, xizmetiya min dikare hê zêde ber bide. Lê ez eşkere nakim ku minê çi bixwesta bijbarta. 23 Ez ketime orta du kevira, çimkî ez dixwazim ji vê bedenê aza bim, wekî tevî Mesîh bim, çi jî diha baş e, 24 lê bona we diha kar e, ku ez vê bedenêda sax bimînim. 25 Ez vê yekêda bawer im, û zanim ku ezê tevî we hemûya bimînim, wekî hûn xizmetiya Xwedêda pêşda herin û baweriya xweda şa bin. 26 Û gava ez dîsa bême bal we, şabûna we wê hê zêde be, çimkî hûn şagirtên Mesîh ne.
27 Bira rabûn-rûniştina* we hêjayî mizgîniya derheqa Mesîh be, wekî ez bêm yan neyêm jî, derheqa we tiştên qenc bibihêm û bizanibim ku hûn qewî sekinî ne, nêta we yek e û hûn mil bi mil tevayî şixul dikin, wekî baweriya xweye hindava mizgîniyêda xwey kin. 28 Tu car dijminên xwe netirsin. Ev yek ku hûn natirsin, îzbatî ye wekî ewana wê qir bin, lê hûnê xilaz bin. Ev îzbatî ji Xwedê tê. 29 Çimkî we qedir standiye, ku ne tenê baweriya xwe Mesîh bînin, lê usa jî bona wî cefê bikişînin. 30 Hûn hema wan tengasiya dikişînin, kîjan ku min dikişand, û çawa ku hûn niha zanin, ez heta niha jî wan tengasiya dikişînim.