Tîtora
1 Ez Pawlos, xulamê Xwedê û şandiyê Îsa Mesîh me. Bawerî û xizmetiya min li gora baweriya bijartiyên Xwedê ye. Him jî bawerî û xizmetiya min li gora zanebûna rast e, ku aminiya hindava Xwedêva girêdayî ye 2 û ser hîmê gumana jîyîna heta-hetayê ye. Xwedayê ku nikare derewa bike, hê dewrên berêda ev guman soz daye. 3 (Lê ewî wedê xweyî kifşkirîda, xebera xwe bi saya belakirina mizgîniyê eyan kiriye, mizgîniya ku ewî tesmîlî min kiriye. Ev yek li gora temiya Xilazkarê me Xwedê bû.) 4 Ez vê nemê Tîtora dinivîsim, yê ku heval-bawermendê min e û ça kurê minî helal e:
Bira kerema mezin û edilaya Bavê me Xwedê û Xilazkarê me Mesîh Îsa ser te be!
5 Min tu Kirêtayêda hîştî, wekî tiştên ku gerekê bêne rastkirinê, rast kî û çawa min temî li te kiribû, her bajarekîda rûspiya kifş kî. 6 Rûspî gerekê yekî usa be, ku tu kes nikaribe wî neheq derxe, û tenê mêrê jinekê be. Usa jî zarên wî gerekê bawermend bin û ça kesên bi rabûn-rûniştina necayîz û miqabil neyêne neheqkirinê. 7 Çimkî berpirsiyar çawa xizmetkarê Xwedê, gerekê yekî usa be ku tu kes nikaribe wî neheq derxe. Ew gerekê serhişk* nîbe, zû hêrs nekeve, bi zêdeyî îçke venexwe, zordar nîbe* û pey keda heram nekeve. 8 Lê ew gerekê mêvanhez be, qenciyê hez bike, aqilda giran be, merivekî rast be, amin be û xwegirtî be. 9 Gava ew hîn dike, gerekê xwe li xebera Xwedê bigire, wekî bikaribe bi saya hînkirina rast* him dil bide, him jî şaşiyên miqabila bide rûyê wan.
10 Çimkî gelek kes miqabil, zimandirêj û derewîn in, îlahî ewên ku piştgirên sinetkirinê ne. 11 Merivên usa gerekê bidine kerkirinê, çimkî ewana mala xirab dikin, tiştên ku gerekê neyêne hînkirinê, hîn dikin, û vê yekê bona kara xweye heram dikin. 12 Merivekî Kirêtî, yê ku xût pêxemberekî wan bû, usa got: “Kirêtî her gav derewa dikin, ewana mîna heywanên beyaniye xof in û pirxurên tembel in”.
13 Ev gilî rast in. Lema jî sert wana şîret ke, wekî baweriyêda saxlem bin, 14 û guh nedine çîrokên Cihûya û temiyên wan meriva, yên ku pişta xwe didine rastiyê. 15 Bona merivên paqij her tişt paqij e. Lê bona merivên nepaqij û bêbawer, tu tişt paqij nîne, çimkî him hişê wan, him jî îsafa wan herimî ye. 16 Ewana ber meriva dibêjin ku Xwedê nas dikin, lê bi kirên xwe, wî înkar dikin, çimkî ewana heram û neguhdar in, û her kirineke qencra bêkêr in.