KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Karên Şandiya 11
  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

Karên Şandiya Naveroka Kin

      • Petrûs şandiyara besa tiştên qewimî dike (1-18)

      • Barnabas û Şawûl Entakya Sûryayîda (19-26)

        • Cara pêşin şagirt têne navkirinê Mesîhî (26)

      • Hagabo dibêje ku xelayî wê destpêbe (27-30)

Karên Şandiya 11:12

Spartin

  • *

    Dêmek ruhê Xwedê.

Karên Şandiya 11:18

Spartin

  • *

    Raste-rast “dengê xwe nekirin”.

  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
  • 13
  • 14
  • 15
  • 16
  • 17
  • 18
  • 19
  • 20
  • 21
  • 22
  • 23
  • 24
  • 25
  • 26
  • 27
  • 28
  • 29
  • 30
Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
Karên Şandiya 11:1-30

Karên Şandiya

11 Şandî û birên ku Cihûstanêda bûn, bihîstin wekî merivên ji miletên din jî xebera Xwedê qebûl kirine. 2 Gava Petrûs hilkişiya Orşelîmê, merivên ku piştgiriya sinetkirinê dikirin, destpêkirin wîra bikevine dewê. 3 Wana got: “Çira tu çûyî mala merivên nesinetkirî û te tevî wan nan xwar?” 4 Hingê Petrûs destpêkir her tiştî hûr bi hûr wanra şiroveke:

5 “Gava min bajarê Yafayêda dua dikir, min dîtinokek dît. Tiştekî mîna perçekî mezinî kitanî, kîjan ku her çar niçên wê bilindkirî bûn, ji ezmên daket, û hate ber min. 6 Gava min hindurê wê rind nihêrî, min heywanên çarnig, heywanên beyanî, şûlikiyên erdê û teyredên ezmana dîtin. 7 Min usa jî dengek bihîst, ku minra got: ‘Petrûs, rabe, heywanekî serjêke û bixwe!’ 8 Lê min got: ‘Ez nikarim Xudan, çimkî tiştekî mirdar û heram min tu car nexwariye. 9 Min cara duda dengek ji ezmên bihîst, ku got: ‘Tiştên ku Xwedê helal kirine, îda heram hesab neke’. 10 Ev yek cara sisiya jî qewimî, û paşê hemû tişt hilkişiya li ezmên. 11 Û hema wî çaxî, sê meriv ber mala ku em diman, sekinî bûn. Ewana ji Qeyseryayê hatibûne şandinê bal min. 12 Hingê ruh* minra got, wekî ez tevî wan herim û dudilî nebim. Ev şeş bira jî tevî min hatin, û em ketine mala wî merivî.

13 Ewî mera got ku mala xweda melekek dîtiye, yê ku wîra gotiye: ‘Meriva bişîne Yafayê, û bira ewana Şimhûnê ku jêra Petrûs tê gotinê, tevî xwe bînin. 14 Ewê tera bêje wekî tu tevî hemû neferên xwe çawa dikarî xilaz bî’. 15 Lê gava min destpêkir xeber dim, ruhê pîroz hate ser wan, çawa ku ew destpêkêda hatibû ser me. 16 Hingê ev gotinên Xudan hatin bîra min: ‘Yûhenna bi avê dinixumand, lê hûnê bi ruhê pîroz bêne nixumandinê’. 17 Lema hergê Xwedê ew pêşkêş da wan jî, kîjan ku dabû me, yên ku baweriya xwe Xudan Îsa Mesîh anîne, îja ez kî me ku riya Xwedê bigirim?”

18 Gava wana ev yek bihîst, îda nediketine dewê,* pesinê Xwedê dan û digotin: “Dêmek Xwedê mecal da merivên ji miletên din jî, wekî ewana tobe kin û jîyînê bistînin”.

19 Pey kuştina Steyfanra bawermendên ku ji bo zêrandinê hev bela bûn, gihîştine Fînîkyayê, Kîprûsê û Entakyayê, lê tenê Cihûyara mizgînî bela dikirin. 20 Lê hinek ji wan ji Kîprûsê û Kûrênê hatine Entakyayê, û mizgîniya derheqa Xudan Îsa elam dikirin wan merivara, yên ku bi zimanê Yûnanî xeber didan. 21 Destê Yehowa ser wan bû, û gelek kes bûne bawermend û pey Xudan çûn.

22 Derheqa wan deng-bes gihîşte civata Orşelîmê, û wana Barnabas şande heta Entakyayê. 23 Gava ew gihîşte wêderê û dît ku Xwedê çawa qenciya xweye mezin hindava wanda daye kifşê, gelek şa bû. Ewî dilê wan hemûya qewî kir, wekî ewana dîsa jî bi temamiya dilê xwe Xudanra amin bimînin. 24 Barnabas merivekî qenc bû, ew bi ruhê pîroz tijî bû, û baweriya wî qewî bû. Û gelek meriva baweriya xwe Xudan anîn. 25 Peyra Barnabas çû Tarsûsê ku Şawûl bigere. 26 Gava ewî ew dît, lê anî Entakyayê. Ewana salekê tevî civatê top dibûn û gelek meriv hîn dikirin. Entakyayêda cara pêşin bi rêberiya Xwedê şagirt hatine navkirinê “Mesîhî”.

27 Wan rojada, pêxember ji Orşelîmê hatine Entakyayê. 28 Yekî ji wan, bi navê Hagabo, pê rêberiya ruhê pîroz pêxembertî kiribû, ku zûtirekê ser temamiya erdê wê xelayîke giran bibe. Û ew yek rojên Qeyser Klawdyoda qewimî. 29 Hingê şagirta safî kir, ku destê kêva çiqas tê, komekê bidine birên Cihûstanêda. 30 Wana hema usa jî kir û hemû tişt pê destê Barnabas û Şawûl rûspiyara şandin.

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Elametiyên Konfêdênsîal
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin