1 Korintî
12 Birano, ez dixwazim ku derheqa pêşkêşên Xwedê zanebûna we hebe. 2 Hûn zanin pêşiya hûn bibûna bawermend, hûn pey pûta ketibûn, yên ku nikarin xeber din. Hûn pey wan diçûn, û we anegorî xwestina wan dikir. 3 Ez dixwazim hûn bizanibin, wekî tu kes pê rêberiya ruhê Xwedê usa nabêje: “Bira nifir li Îsa be!” Û tu kes nikare bêje: “Îsa Xudan e!”, hergê pê rêberiya ruhê pîroz nîbe.
4 Cûre-cûre pêşkêşên ji Xwedê hene, lê ruh tenê yek e. 5 Gelek cûre xizmetî hene, lê Xudan tenê yek e. 6 Cûre-cûre şixul hene, lê Xwedayê ku qewatê dide wekî ev şixul bêne kirinê, yek e. 7 Alîkariya ku ruhê pîroz dide her kesî, bona kara hemûya ye. 8 Yek bi saya ruh dikare bi bîlanî xeber de, yek bi saya vî ruhî dikare bi zanebûnê xeber de. 9 Yek bi saya vî ruhî baweriyê distîne, yekî din jî pêşkêşên qenckirinê distîne. 10 Yek bi saya vî ruhî dikare keremeta bike, yek dikare pêxembertiyê bike, yek dikare têderxe hela gilî-gotin ji bîna ber Xwedê ne yan na, yek dikare ser cûre-cûre zimana xeber de, û yek jî dikare zimanên din tercime ke. 11 Ev hemû tişt bi saya vî ruhî têne sêrî. Li gora rêberiya ruhê Xwedê her kes dikare tiştê ku wîra hatiye dayînê, bike.
12 Çawa ku beden yek e, lê endemên wê gelek in û ew hemû endem hevra bedenek in, bedena Mesîh jî hema usa ye. 13 Em hemû bi ruhekî hatine nixumandinê* ku bibine bedenek. Em Cihû bin, yan Yûnan bin, yan xulam bin, yan jî kesên aza bin, me hemûya jî ev ruh standiye.
14 Belê, beden ne tenê endemek e, lê ji gelek endema ye. 15 Hergê nig bêje: “Ez pareke bedenê nînim, çimkî ez dest nînim”, ew nayê hesabê wekî ew endemê bedenê nîne. 16 Û hergê guh bêje: “Ez pareke bedenê nînim, çimkî ez çev nînim”, ew nayê hesabê wekî ew endemê bedenê nîne. 17 Hergê temamiya bedenê çev bûya, îja meriv wê çawa bibihîsta? Hergê temamiya bedenê guh bûya, meriv wê nikaribûya bîn hilda. 18 Lê Xwedê her endemekî bedenê li gora xwestina xwe cî kiriye.
19 Hergê hemû endem mîna hev bûna, gelo ew beden wê çi cûreyî bûya? 20 Belê, gelek endem hene, lê beden yek e. 21 Çev nikare destra bêje: “Ez hewcê te nînim”, û serî nikare nigra bêje: “Ez hewcê te nînim”. 22 Endemên bedenê, yên ku sist têne kifşê, bi rastî lazim in. 23 Em hê zêde dîna xwe didine wan endemên bedena xwe, yên ku em haqas ferz hesab nakin, bi vî cûreyî em gelek fesal dîna xwe didine endemên bedena xwe, kîjan ku gerekê neyêne xanê. 24 Lê ne hewce ye ku em hê zêde dîna xwe bidine endemên bedenêye berbiçev. Xwedê beden usa çêkiriye, ku endemên sistra hê zêde hurmet bê dayînê. 25 Ewî usa kir ku bedenêda dutîretî tune be, lê wekî endemên bedenê bona hevdu xem bikin. 26 Gava endemekî bedenê êşê dikişîne, hemû endemên din jî tevî wî êşê dikişînin. Lê gava endemekî bedenê tê hurmetkirinê, hemû endemên din jî tevî wî şa dibin.
27 Hûn bedena Mesîh ne, û her yek ji we endemekî vê bedenê ye. 28 Xwedê civatêda her yek bona tiştekî kifş kiriye: Ya yekê şandî, ya duda pêxember, ya sisiya dersdar, paşê ewên ku keremeta dikin, paşê jî ewên ku pêşkêşên qenckirinê standine, ewên ku alîkariyê didin, ewên ku rêberiyê dikin, û ewên ku ser cûre-cûre zimana xeber didin. 29 Gelo gişk şandî ne? Gelo gişk pêxember in? Gelo gişk dersdar in? Gelo gişk keremeta dikin? 30 Gelo gişka pêşkêşên qenckirinê standine? Gelo gişk ser zimanên din xeber didin? Gelo gişk dikarin tercime kin? 31 De xîret kin ku hûn ji Xwedê pêşkêşên diha mezin bistînin. Lê niha ezê riya here baş nîşanî we kim.