Îbraniyara
8 Ji hemû tiştên ku me gotin, fikira sereke ev e: Kahînê meyî mezin yekî usa ye, û ew li ezmana aliyê textê Xwedêyî rastê rûniştiye. 2 Ew xizmet dike ciyê pîrozda û konê rastda. Ev kon Yehowa daniye, ne ku mêriv. 3 Her kahînekî mezin tê kifşkirinê, wekî pêşkêşa û qurbana bide. Lema lazim bû, wekî ewî jî tiştek qurban kira. 4 Hergê ew ser erdê bûya, ewê nebûya kahîn, çimkî vira îda merivên usa hene, yên ku li gora Qanûnê pêşkêşa qurban dikin. 5 Xizmetiya wan, sî û sûretê wan tiştên ezmên e, çawa aliyê Xwedêda Mûsara temî hatibû dayînê, gava ewî gerekê kon çêkira: “Dîna xwe bidê, wekî her tiştî wî cûreyî bikî, çawa serê çiyê min nîşanî te kir”. 6 Lê xizmetiya ku Îsa standiye diha bilind e, çimkî ew orteçiyê peymaneke diha baş e. Û ev peyman bi cûrekî qanûnî ser hîmê sozên diha baş hatiye danînê.
7 Hergê peymana pêşin bêkêmasî bûya, hingê peymana duda wê nelazim bûya. 8 Çimkî Xwedê kêmasiyên cimetê divîne û dibêje: “‘Va ye, ev roj tên’, Yehowa dibêje: ‘ku ez tevî mala Îsraêl û tevî mala Cihûda peymaneke nû girêdim. 9 Ev peyman wê ne mîna wê peymanê be, ya ku min tevî kal-bavên we girêdabû. Roja ku min destê wan girt û ewana ji Misirê derxistin, min ev peyman tevî wan girêda. Lê çimkî wana peymana min pişt guhê xweva avît, min îda bona wan xem nedikir’, Yehowa dibêje.
10 ‘Paşî wan roja, peymana ku ezê tevî mala Îsraêl girêdim, ev e’, Yehowa dibêje: ‘Ezê qanûnên xwe bikime hişê wan û ser dilê wan binivîsim. Ezê bibime Xwedayê wan û ewê bibine cimeta min.
11 Îda tu kes wê hembajarvanê xwe û birê xwe hîn neke û nebêje: “Yehowa nas ke!” Çimkî ewana hemû jî, ji biçûka heta mezina,* wê min nas kin. 12 Ezê hindava kirên wane nerast rem bim, û ezê gunên wan îda neynim bîra xwe’”.
13 Gava Xwedê besa “peymana nû” dike, ew nîşan dike ku peymana berê îda kevin bûye. Û tiştê ku kevin bûye û maşiya ye, wê zûtirekê betavebe.