Îbraniyara
9 Peymana berêda qanûn hebûn. Ev qanûn girêdayî bûn tevî hebandinê û ciyê pîroz ser erdê. 2 Kon bi du para hatibû çêkirinê. Para pêşinra Ciyê Pîroz dihate gotinê û têda şemdank, sifre û ser sifrê nanê pêşkêşkirinê hebû. 3 Para dinra Ciyê Herî Pîroz dihate gotinê, û ev par pişt perda duda bû. 4 Wêderê agirdankeke zêrîn û sindoqa peymanê hebû, ya ku ji her aliyava zêrkirî bû. Hindurê sindoqêda firaqeke zêrîn bi mana, şivdara Harûne guldayî û selên peymanê hebûn. 5 Ser sindoqê xêrûbên rûmet hebûn û siya wan dikete ser qalpaxê* sindoqê. Lê niha wext nîne, ku derheqa van tişta hûr bi hûr xeber din.
6 Paşî vê yekê ça ev tişt bi vî cûreyî hatine çêkirinê, kahîn her car dikevine Ciyê Pîroz, wekî xizmetiya pîroz bînin sêrî. 7 Lê salê carekê, tenê kahînê mezin dikeve hindurê Ciyê Herî Pîroz. Ew gerekê xûnê tevî xwe bive hindur, wekî vê xûnê bona xwe û bona gunên cimetê bide, yên ku wana bi nezaniya xwe kirine. 8 Bi vî cûreyî, ruhê pîroz zelal eyan dike, wekî heta konê pêşin* hebû, riya ku diçe berbi ciyê pîroz* hê nehatibû eşkerekirinê. 9 Ev kon mesela vê yekê ye, çi ku niha heye, û bona vê yekê, heta niha Xwedêra pêşkêş û qurban têne dayînê. Lê ev tişt nikarin îsafa merivê ku xizmetiya pîroz dike, paqij kin. 10 Ew tenê bona xwarin, vexwarin û edetên şûştinê ne. Ew pê qanûnê dihatine dewakirinê, û tiştên bedenîva girêdayî bûn û gerekê qewatêda bimana, heta ku wextê rastkirina hemû tiştî bihata.
11 Lê gava Mesîh hat, ew bû kahînê mezin, yê ku gerekê kerem bianiyana, û me ev kerem îda standine. Ew kete konê hê mezin û hê kamil, yê ku ne bi destê meriva hatiye çêkirinê û ne ji vê dinyayê ye. 12 Mesîh ne ku bi xûna nêriya û canega kete hindurê ciyê pîroz, lê bi xûna xwe. Ewî ev yek tenê carekê kir û ser heta-hetayê em xilaz kirin.* 13 Hergê kahîn xûna nêriya, xûna ga û koziya* çêleka, ser kesên ku hatibûn heramkirinê, direşînin, û bi vî cûreyî ev kes ber çevê Xwedê paqij dibin, 14 lê qîmeta xûna Mesîh çiqas hê mezin e. Bi saya rêberiya ruhê* heta-hetayê, ewî xwe ça qurbaneke bêleke da Xwedê. Xûna wî îsafa me ji kirên pûç* paqij dike, wekî em bikaribin Xwedayê saxra xizmetiya pîroz bikin.
15 Bona vê yekê, ew orteçiyê peymana nû ye, wekî kesên ku aliyê Xwedêva hatine gazîkirinê, sozê bona keremên heta-hetayê bistînin. Ev hemû tişt bi saya mirina wî hate standinê, çimkî heqê kirînê ku ewî da, ji sûcên ku wana bin peymana berêda kiribûn, aza kirin. 16 Gava peymanek tê girêdanê, gerekê kesê ku ev peyman girêda, bimire. 17 Çimkî peyman pê mirina kesê ku ev peyman girêda, qewatêda ne. Heta ku ev meriv sax e, peyman qewatêda nîne. 18 Lema peymana berê jî pê rêtina xûnê kete qewatê. 19 Paşî wê yekê ku Mûsa her temîke Qanûnê cimetêra elam kir, ewî xûna canega û xûna nêriya tevî avê xist, hiriya sor û darek* hilda, xûna wan ser kitêbê* û ser hemû cimetê reşand. 20 Û ewî got: “Ev xûna peymanê ye, ya ku Xwedê temî daye ku hûn xwe lê bigirin”. 21 Anegorî vê yekê ewî xûn ser kon û hemû firaqên ku bona xizmetiya pîroz dihatine xebitandinê, reşand. 22 Belê, li gora Qanûnê heçî zef tişt bi xûnê têne paqijkirinê. Heta ku xûn neyê rêtinê, baxşandin nabe.
23 Lema çi ku sûretê tiştên ezmanî ne, gerekê bi xûna heywana bihatana paqijkirinê, lê tiştên ezmanî hewcê qurbanên diha baş in. 24 Çimkî Mesîh nekete vî ciyê pîroz ya ku bi desta hatiye çêkirinê, kîjan ku sûretê tiştê rast e, lê ew kete nav ezmana, wekî bona me ber Xwedê bisekine. 25 Kahînê mezin salê carekê ne ku bi xûna xwe dikeve ciyê pîroz, lê bi xûna heywana. Lê Mesîhra nelazim e ku ew gelek cara xwe bike qurban. 26 Hergê usa bûya, ewî gerekê ji wextê efirandina dinyayê gelek cara cefa bikişanda. Lê niha, xilaziya van wextada, ewî xwe tenê carekê eyan kir, wekî xwe bike qurban, seva ku gune bide hildanê. 27 Û çawa ku meriv tenê carekê dimirin û paşî vê yekê ber dîwanê disekinin, 28 Mesîh jî tenê carekê bona hertim xwe qurban kir, seva ku gunên geleka hilde. Û gava ew cara duda bê, wê bona gunehildanê neyê, lê ewê wan merivara xuya be, yên ku gelek hîviya wî ne, wekî ew wana xilaz ke.