Cihûda
1 Ez Cihûda, xulamê Îsa Mesîh, birê Aqûb, we gazîkiriyara dinivîsim, yên ku aliyê Bavê me Xwedêda hezkirî ne û xweykirî ne, wekî tevî Îsa Mesîh bin.
2 Bira Xwedê rema xwe, edilayî û hezkirina xwe li we hê zêde ke.
3 Delalno, min gelek dixwest derheqa xilazbûna me wera binivîsim. Lê min fem kir ku çiqas ferz e vê nemêda dil bidime we, wekî hûn her tiştî bikin, seva baweriya xwe biparêzin. Ev bawerî pîrozara carekê bona hertim hatiye dayînê. 4 Çimkî hine kesên nepak dizîkava ketine nava we, derheqa dîwana kîjana Nivîsarên Pîrozda pêşda hatibû gotinê. Ewana Xwedê natirsin û kerema mezin ya Xwedayê me dikine menî, wekî rabûn-rûniştina robetî* heq derxin. Û ewana xweyê* meyî tekra û Xudan Îsa Mesîhra, amin nemane.*
5 Hemikî hûn van hemû tişta zanin, lê ez dixwazim bînim bîra we, ku rast e Yehowa cimeta xwe ji Misirê xilaz kir, paşê ewî qira wan anî, yên ku baweriya xwe wî neanîn. 6 Û melekên ku kifşkirina xweye ji Xwedê xwey nekirin, lê ciyê xwe li ezmên hîştin, Xwedê ewana terîstaniyêda bi zincîrên heta-hetayê bona dîwana roja mezin xwey dike. 7 Hema usa, Sodom û Gomora û bajarên der-dorê wan jî zinêkariya robetî dikirin û pey xwestinên bedenêye netebiyetî diketin. Xwedê ewana bi agirê heta-hetayê ceza kirin, û ewana bona me ders in.
8 Serda jî, ew meriv pey xeyala dikevin,* bedena xwe diherimînin, serwêrtiyê ber tiştekî hesab nakin û kifiriya kesên xweyîrûmet dikin. 9 Lê gava Mîxayîlê serokê meleka, tevî Mîrê-cina bona cinyazê Mûsa kete dewê, ewî îzin neda xwe ku bi kifiriya wî sûcdar ke, lê got: “Bira Yehowa dîwana te bike”. 10 Lê ew meriv kifiriya wan hemû tişta dikin, kîjana bi rastî fem nakin. Û çi jî ewana fem dikin, qasî heywanên ku nikarin bifikirin, fem dikin, û usa xwe diherimînin.
11 Wey li wan, çimkî ewana riya Qayînda çûn û mîna Bilam bona kara xwe ketine riya nerast. Ewana mîna Qorax bi gotinên xwe miqabilî kesên xweyîhukum radibûn, û usa bela anîne ser xwe. 12 Ewana tevî we kêf û şaya dikin, lê bi rastî mîna zinarên bin avêda veşartî ne. Ewana mîna şivanên bêşerm tenê dixwazin zikê xwe têr kin, mîna ewrên bê av ber ba diçin-tên, mîna darên ku payîzê berên xwe nadin, bi temamî hişk bûne* û kokêva rakirî ne. 13 Û çawa pêlên berê kefa xweye qirêj ser avê dixin, kirên wane şermî jî eşkere dibin. Xwedê ewana mîna steyrkên beredayî, wê ser heta-hetayê bike nava terîstaniya şevereş.
14 Erê, Henox jî, yê ku ji Adem nisilê hefta bû, derheqa wan pêxembertî kiribû: “Yehowa tevî bi deha hezara melekên xweyî pîroz hat, 15 wekî dîwana hemûya bike û gunekarên ku ji wî natirsin, ceza ke bona hemû kirên wane xirab û bona hemû gotinên xirab, ku hindava wîda xeber dan”.
16 Ew meriv derheqa jîyîna xwe dikine kute-kut û gazina dikin. Ewana tenê pey xwestinên xwe dikevin û bi devê xwe gelek payê xwe didin. Û ewana seva kara xwe ber meriva xwe şîrin dikin.
17 Lê hûn delalno, giliyên şandiyên Xudanê me Îsa Mesîh ku pêşda gotine, bînin bîra xwe. 18 Wana wera digot: “Rojên xilaziyêda,* merivên qerfkar wê derên, yên ku pey xwestinên xweye xirab kevin”. 19 Ewana yektiyê xirab dikin, mîna heywana hereket dikin û bêyî ruhê Xwedê ne. 20 Lê hûn delalno, ser hîmê baweriya xweye lape pîroz xwe qewî kin* û pê ruhê pîroz dua bikin. 21 Usa hûnê hezkirina Xwedêda bimînin û hîviya rema Xudanê me Îsa Mesîh bin, wekî jîyîna heta-hetayê bistînin. 22 Rem bin hindava wanda, yên ku dudilî ne. 23 Wana ji agir derxin û xilaz kin. Û berdewam kin rema xwe hindava kesên dinda jî bidine kifşê, lê vê yekê fesal bikin, wekî hela hê kinc jî ku bi gune lewitiye, ber çevê we reş be.
24 Niha wîra, yê ku dikare alî we bike, wekî hûn ji rê dernekevin û bêqisûr û bi şabûneke mezin ber rûmeta wî* bisekinin, 25 dêmek Xwedayê meyî tekra, yê ku me pê Xudanê me Îsa Mesîh xilaz dike, bira rûmet, mezinayî, qewat û hukumetî, berê, niha û heta-hetayê jî be dayînê! Amîn.