PIRSA 16
Ça em dikarin çetinayada qewî bisekinin?
“Tu barê xwe ji Xudanra bihêle, Ewê te li ser linga bihêle. Ew tucar nahêle, ku yê rast bikeve”
“Bikin ku hûn giran-seqirî bijîn û ji we her kes şixulê xweva mijûl be û bi destê xwe bixebite, çawa me temî li we kir”
“Tu netirse, ji ber ku ez bi tera me; li dora xwe nenihêre, ji ber ku Xwedayê te ez im; ezê te zexm bikim; belê, ezê alî te bikim; belê, ezê bi destê rastê dadiya xwe ji tera bibim alîkar!”
“Îdî ji we kî dikare bi xemêd xwe deqekê ser emirê xweda zêde ke?”
“Îdî bona roja sibê xema nekin, çimkî roja sibê wê bona xwe xema bike. Xemêd rojê besî wê ne”
“Kîjan here qenc e, hûn wê bibijêrin”
Bona tu tiştî xem nekin, lê xwestina we bira bi dua-dirozga, razîbûnêva tevayî, Xwedêva eyan be. Û edilayîya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirêd we yektiya Mesîh Îsada xwey ke”