KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g17 № 6 rûp. 4-5
  • Digerin Cab

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Digerin Cab
  • Hişyar Bin!—2017
  • Têmên Mîna Wê
  • Kara Zandariyê Jîyîna Merivêd Îroyînda
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
Hişyar Bin!—2017
g17 № 6 rûp. 4-5

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | GELO RASTÎ HALÊ DINYAYÊ XIRAB E?

Digerin Cab

Hergê tu gelek xemgîn bûyî û hela hê tirsiyayî ji bo haqas deng-besên xirab, berxwenekeve, tu tenê nînî. Di sala 2014-da, Barak Obama, yê ku serokê Amêrîkaya Yekbûyî bû, got ku ji bo haqas nûçeyên xirab derheqa kîjanî ku dinivîsîn, gelek meriv hatin ser vî nêtî, ku “dinya bi lez . . . berbi kutasiyê diçe û tu kes nikare ev kontrol bike”.

Hine wext şûnda paşî vê elametiyê, Obama bi bawerbûnê xeber da derheqa halê îroyîn wekî yan çi ewana wê bikaribin problêmên dinyayê safî kin. Ewî got ku nêt û qewata hukumdariyê ku evê yekê bikin, ev heye “mizgînî”. Ew usa jî got ku xwexa jî vê yekêda “bawer e” û “şikê nakişîne”. Hergê bi giliyê mayîn bêjin, ewî got ku hergê meriv bi nêteke baş qewat bidine xebatê, ewana wê bikaribin dinyayê kontrol bikin û xezaba hemdinyayê jî bidine sekinandinê.

Gelek wîra qayîl in. Besa xeberê, hineka baweriya xwe zandariyê tînin, çimkî dibêjin wekî bi saya têknolojiyên nû wê bikaribin halê dinyayê rast kin. Zanderekî aliyê têknolojiyayê nû bi bawerbûneke mezin got, wekî di sala 2030-da “têknolojiya me wê hezar carî daha qewî be û îda di sala 2045-da, ewê bi mîlyona cara qewîtir be”. Ewî zêde kir: “Em gelek baş dikin. Rast e problêmên ku rastî me tên îro daha zef in, lê yeke em dikarin wan problêma safî kin hê pêşiya wê yekê ça ewana pêşda bên”.

Rastî halê dinyayê usa xirab e? Û em rastî îda ber sînora xezaba hemdinyayê sekinîne? Rast e hine zandar û merivên polîtîkê elam dikin derheqa hêviyê, lê yeke dîsa gelek meriv ji axiriyê ditirsin. Çima?

Teqandina bomba

ÇEKÊN KUTAKIRINÊ. Rast e teşkîleta Miletên Yekbûyî û teşkîletên din, hemû tiştî dikirin ku ev çekên kutakirinê bêxof kin, lê ev yek ji qewata wan der bû. Dewsê serok bi hêrs dinihêrin ser qanûnên derheqa kontrola çekên kutakirinê. Ew welat kîderê ku çekên kutakirinê ya terîxiyê hene, bombên xweye kevin teze dikin û dîsa yên nû çêdikin ku pir xof bin. Usa jî ev welat mecala kîjana ku berê tune bû wekî bi çekên xwe geleka kuta kin, niha îda dikarin.

Ev ku îro milet haqas çekên kutakirinê hazir dikin, dinya me dike cîhekî pir xof hela hê vê wextê “edilayêda”. Çekên atomê ku “dikujin”, hatine çêkirinê ku problêma safî kin, lê bi rastî ji bo vê yekê xemgîniyê pêşda tînin, dibêje kitêba “Bulletin of the Atomic Scientists”.

Mêrik li nexweşxanêda

SIHET-QEWATA ME BERBI QEZIYÊ YE. Zandarî nikare soz bide me ku sihet-qewata me wê baş be. Tansiyona xûnêye bilind, gelek xurtbûn, qirêjbûna hewayê û xebitandina narkotîka, ev hemû tişt dikare nexwaşiyên giran pêşda bîne. Û ev hemû tişt zêde dibe. Gelek meriv dimirin ji bo nexweşiyên hal, yên ku derbazî ser yên dinêna nabin. Mesele, kanser, nexweşiya dilik û şekirê meriya. Usa jî zêde dibe hejmera merivên seqet û nexweşiya psîxîkî. Him jî wan paşwextiya pêşda hatibû nexwaşiyên gelek xof ku dikujin, ev heye nexweşiya vîrûsa Êbola û Zîka. Hergê bi temamî bêjin, meriv nikarin nexweşiya kontrol bikin û kutakirina wan nexweşiya jî qe nayê kifşê!

Qirêjayî ku hewayê û avê jerdadayî dikin

MERIV TEBYETÊ ZEFT DIKIN. Cûre-cûre fabrîka berdewam dikin hevayê qirêj kin. Her sal bi mîlyona meriv dimirin ji bo heva qirêj.

Gelek meriv davêjne okîanê cûre-cûre gemar. Mesele tiştên mêdîsînê, gemarên malê, tiştên plastîkî û dîsa gelek tişt. Ev hemû tişt qirêj dikin û jerdeday dikin heywana û heşnayên avê. Usa jî merivên ku tiştên berê dixwin, ewana jî jerdedayî dibin, tê gotinê li ferhenga “Encyclopedia of Marine Science”.

Cem me hela hê ava temiz jî tune. Zandarê Brîtanî Robîn Mêk, dibêje: “Dinyayêda kêmasiya ava temiz heye, çi ku dikare li ser her qulbê dinyayê hukum ke”. Merivên polîtîkî dibêjin ku kêmasiya ava temiz, ev heye problêma ku meriv xwexa pêşda anîn û ev tiştkeke pir xof e.

Tofan

TEBYET MERIYA ZEFT DIKE. Firtone, bager, tayfûn û erdhej gelek ziyanê tînin çi ku ser riya xwe hemû tişt kuta dike. Berê usa tune bû çawa niha. Gelek meriv ji bo vê yekê hatine kuştinê û yên din jî ziyan standin. Teşkîleta Miletiyêye “Aeronautics û Space Administration” dibêjin, ku wê dîsa gelek firtone û zihayî hebe”. Gelo tebyet wê însanetê kuta ke?

Diqewime tu difikirî derheqa tiştên din jî ku jîyîna me dikine ber qeziyê. Hemikî tê nikaribî caba zelal bivînî li ser wan pirsa, hergê dîna te tenê li ser wan tiştên xirab be ku îro diqewimin. Ser nihêrandina meriya hukum kir nihêrandina zandara û merivên polîtîkê. Çawa ku gotara pêşinda hatibû gotinê, gelek meriv îda cabên zelal dîtin li ser wan pirsa, ku axiriyêva û halê dinyayêva girêdayî ye. Lê gelo kîderê em dikarin cabên wan pirsa bivînin?

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin