KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g21 № 3 rûp. 6-7
  • Jîyîn Çi Îzbat Dike?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Jîyîn Çi Îzbat Dike?
  • Hişyar Bin!—2021
  • Têmên Mîna Wê
  • Jîyîn Ça Destpêbûye?
    Têmên Din
Hişyar Bin!—2021
g21 № 3 rûp. 6-7
Şanên meyayê.

Şanên meyayê gelek çetin in. Nav wanda heye elametiya bîolojî, dêmek ADN û usa jî organîzmên biçûk, kîjan ku molekula ji hev dijbêrin, cîguhastî dikin û teze dikin. Ew yek bona wan şaneya gelek ferz e.

Jîyîn Çi Îzbat Dike?

Efrînên bînber mezin dibin, cîguhastî dibin û hev zêde dibin. Bi wan erd gelek bedew dibe. Û derheqa wana însanet îro hê zêde tişt zane, ne ku berê. Jîyîn çi îzbat dike derheqa wê yekê, ku emir ça destpêbûye? Were em şêwir kin.

Jîyîn îzbat dike ku ew hatiye efirandinê. Efrînên bînber ji parên hûr hatine çêkirinê, kîjan ku têne navkirinê şane. Evan şaneya em dikarin beramberî karxanê bikin, çimkî bi hezara prosêsên çetin têne kirinê, seva ku efrînên bînber bêne xweykirinê û hev zêde bin. Hela hê tiştên hêsa û biçûkda jî em ev prosêsên çetin divînin. Mesele, werên em şêwir kin derheqa organîzmên yekşanî. Himberî şanên meriva, ev şanên meya (yên bîolojî), dikarin hêsa bêne kifşê. Wan şanên meyada înformasiya bîolojî heye (ADN). Her şaneke meya dikare molekula ji hev bijbêre, cîguhastî ke û teze ke, çi ku bona wan organîzmên biçûk gelek ferz e, seva ku ewana sax bimînin. Ew yek bona wan şaneya çawa nanxwarin e. Hergê ewana xwarinê nestînin, wê ça bêjî razên. Bi saya vê yekê meya (havên) dikare gelek wext bê xweykirinê, heta ku dîsa bidine xebatê.

Zandar gelek sala şanên meyayê lêkolîn dikin, seva ku hê rind şanên meriya fem bikin. Lê dîsa gelek tişt hene, çi ku wanara femdarî nîne. Ros Kîng, zandarê Zaningeha Têknolojiyayê ya Çalmêrsê (Şwêdya), usa dibêje: Êpêce zandarên me tune ne, ku hê rind lêkolîn kin û hema fem bikin, wekî şanên meyayê ça dixebitin”.

Çaxê hûn difikirin, wekî formên jîyînêye ku hêsa têne xanê çiqas çetin in, wera nade kifşê ku ev yek kesekî efirandiye? Hûn ça difikirin, şanên meyayê xwexa çêbûne?

Emir tenê ji emir dikare pêşda bê. ADN ji molekula ne, yên ku têne navkirinê nukleotîd. Her şaneke merivada 3.2 mîlyard nukleotîd hene. Bi saya wan tişta ça bêjî şifrek çêdibe, kîjan ku şanera elam dike ku ça ew dikarin enzîma û proteîna pêşda bînin.

Li gora giliyê zandara, hergê ev nukleotîd bi mîlyarda cara jî bicivin, yeke ewana wê tenê carekê ADN çêkin. Ev prosês nerêalî tê kifşê, lema jî naqewime wekî ev xwexa destpêbûya.

Bi rastî tu lêkolîneke zandara îzbat nekiriye, wekî jîyîn bi xwe yan jî ji tiştên nesax pêşda hatiye.

Jîyîna meriya mexsûs e. Meriv bi xwe usa nin, ku dikarin jîyînêra şa bin û lezetê bivînin, çi ku wana ji efrînên din cude dike. Mesele, feresetên meyî usa hene, ku em xwexa tişta çêdikin, xeber didin û êmosiyên xwe didine kifşê. Em usa jî tema cûre-cûre xwarina texmîn dikin, bînê hildidin, denga dibihên, tişta divînin û renga têderdixin. Ev hemû tişt şabûn û lezetê mera tînin. Em him jî tivdîr dikin, ku emirê xwe ça derbaz kin û nêta jîyînê digerin.

Ça hûn difikirin, ev hemû tişt mera lazim in, seva ku emirê me bê xweykirinê û hev zêde bin? Yan ev hemû tişt Efirandar ji hizkirinê pêşkêş daye me?

Robotê bi navê Adam, şanên meyayê lêkolîn dike

Çapa Adam weke avtoke barkêşe biçûk e. Bûzxaneya vê robotê heye, usa jî dest, kamêra, sênsor û çar kompoterên wê hene. Ew mekîne bona vê yekê çêkirine, seva ku bê alîkariya meriva lêkolîna şaneyên meyayê bike.

Zandar ber robotê bi navê Adam sekiniye, kîjan ku hatibû sazkirinê, seva ku şanên meyayê lêkolîn ke.

Hergê kesekî wera bigota ku ev robot xwexa çêbûye, weyê bawerkira? Hemikî na. Lê ew şanên ku têbêjî neçetin in, ji sazkirina vê robotê çetintir e. Hergê ev robot xwexa nehatiye çêkirinê, lê şane wê ça xwexa çêbûna?

Ser malpera jw.org dîna xwe bidine gotara, yan jî vîdêoya binihêrin bi navê “Gelo Ew Yek Kesekî Efirandiye?”, û hê zêde pêbihesin derheqa bînbera

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin