KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g23 № 1 rûp. 15
  • Xwedê Soz Dide ku Planêta Me wê Bê Xweykirinê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Xwedê Soz Dide ku Planêta Me wê Bê Xweykirinê
  • Hişyar Bin!—2023
  • Têmên Mîna Wê
  • Vê Jûrnalêda
    Hişyar Bin!—2023
  • Gelo Erd wê Bê Wêrankirinê?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Kî wê Erdê Xilaz ke?
    Têmên Din
  • Pêşxeber
    Hişyar Bin!—2023
Hê Zêde Binihêre
Hişyar Bin!—2023
g23 № 1 rûp. 15
Gol, mêşe û çiyayên dora wê.

Oleh_Slobodeniuk/E+ via Getty Images

Xwedê Soz Dide ku Planêta Me wê Bê Xweykirinê

“Em ne jî dikarin bidine ber çevê xwe, ku planêta me çawa dikare xwe xwey ke”.

Komeke lêkolînkara ya ku guhastina hewayê lêkolîn dike, tevî wê gotinê razî ye. Hergê hûn bawer dikin ku Xwedê her tişt efirandiye, hûnê usa jî baweriya xwe vê yekê bînin, çi ku komeke zandara gotiye, wekî Xwedê erd usa çêkiriye, ku ew xwexa dikare xwe xwey ke.

Lê dîsa jî meriv ziyaneke usa mezin didine erdê, wekî tenê bi saya prosêsên tebiyetê ew nikare bê xweykirinê. Gelo çima em dikarin bawer bin, ku Xwedê wê bona vê yekê xem bike?

Dîna xwe bidine rêzên ji Kitêba Pîroz, yên ku me didine bawerkirinê wekî erd ne ku wê kuta be, lê diha geş be.

  • Xwedê planêta me çêkiriye. “Destpêbûnêda Xwedê erd û ezman efirandin” (Destpêbûn 1:1).

  • Xweyê planêta me Xwedê ye. “Dinya û hemû kesên ku tê de ne . . . ya Xudan e [Yehowa yea]” (Zebûr 24:1, ÎM).

  • Xwedê planêta me usa çêkiriye, ku ew bê xweykirinê. “Te erd danî li ser bingeh, ku tu car ji cî neheje” (Zebûr 104:5).

  • Xwedê soz dide, wekî emir ser planêtê wê heta-hetayê be. “Yê ku erdê çêkiriye û şikil dayê, Yê ku asê kiriye û vikvala neefirandiye şikil dayê ku li ser were rûniştin usa dibêje: ‘Ez Xudan im û yekî din tuneye’” (Îşaya 45:18).

  • Xwedê soz dide, wekî meriv ser erdê wê heta-hetayê bijîn. “Yên rast welat mîras distînin, her û her li wê derê rûdinin” (Zebûr 37:29).

Xwedê erd usa efirandiye ku ew xwexa dikare xwe xwey ke, lê tenê wî çaxî hergê bi serwaxtî tebyetê bidine xebatê, wekî ew ziyanê nestîne. Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku Xwedê wedê xweyî kifşkirîda wê wan meriva kuta ke, kê ziyanê dide planêta me (Eyantî 11:18).

Kitêba Pîroz soz dide, ku Xwedê wê erd bike cinet û “hemû bînberî gora dilê wan” xwestina wan bîne sêrî (Zebûr 145:16).

a Yehowa, navê Xwedê ye (Zebûr 83:18).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin