Serhatiyêd Kitêba Pîroz
SERHATIYÊD vê kitêbê çîrok nînin, ew rastî qewimîn. Ev serhatî hatine hildanê ji Kitêba Pîroz, ya ku kitêbeke gele navdar û ji hemûşka mezintir e. Ji van serhatiya em terîxiya dinyayê pêdihesin, destpêbûyî ji efirandina dinyayê, heta roja îro. Ewana usa jî gilî dikin, ku Xwedê di axiriyêda wê çi bike.
Ev kitêba ku niha di destê teda ne, meriya nasiya Kitêba Pîroz dike. Serhatiyêd vê kitêbê gilî dikin, derheqa jîyîna meriya û şixulêd wan. Ev serhatî ji Kitêba Pîroz hatine hildanê. Ev kitêb usa jî dîna me dide li ser gumana jîyîna heta-hetayê di cinetêda, yê ku Xwedê wê bide meriya.
Di temamiya kitêbêda 116 serhatî hene. Ev kitêb li ser heyşt kudora hate paravekirinê. Di her parekîda li ser belgê pêşin kin tê şirowekirinê, di van serhatiyada derheqa çi wê bê gotinê. Serhatiyêd vê kitêbê usa nivîsîne, wekî alî me bikin pêbihesin, çi paşî çi qewimî.
Ev serhatî pê zimanê hêsa hatine nivîsarê. Hûn zarno, hêsa bikaribin vê kitêbê xwexa bixûnin. Dê û bavno, hergê hûn vê kitêbê zarêd xweyê biçûkra her gav bixûnin, hûnê texmîn kin, ku ev serhatî zarêd wera gele hewas in. Dîna xwe bidinê, ku ev kitêb hin seva cahila, hin jî seva mezina gelek kar e.
Xilaziya her serhatiya, herfê nivîsar ji Kitêba Pîroz nivîsîne. Em we dil dikin, wekî her gav bixûnin wan herfa, li ser hîmê kîjanî ev serhatî hatine nivîsarê.