KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 12
  • Merî Bîrka Mezin Ava Dikin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Merî Bîrka Mezin Ava Dikin
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Birca Babîlonê
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 12

Serhatî 12

Merî Bîrka Mezin Ava Dikin

GELE wede derbaz bû û bal kurêd Nuh gelek zar hatin bûyînê. Ewana jî mezin bûn û zar anîn. Usa li ser erdê merî zêde bûn.

Nav wana merîk hebû, navê wî Nemrûd, yê ku nebîçirkê Nuh bû. Ew merîkî gele xirav bû. Nemrûd nêçîrvan bû û ewî hin heywana, hin jî meriya dikuşt. Ewî usa jî xwe kivş kir ça padşa, ku hukumtiyê li ser meriya bike. Xwedê wî hez nedikir.

Meriyêd wî çaxî tenê li ser zimanekî xever didan. Nemrûd dixwest hemû meriya cîkî top ke, ku bikaribe li ser wan hukumtiyê bike. Zanî ewî çi kir? Ewî gote meriya ku ewana gerekê şeher ava kin. Usa jî wana gerekê têda bîrka mezin ava kira. Binihêre, li ser şikil tê kivşê ça ewana kerpîça çêdikin.

Avakirina usa dilê Yahowa xweş nedihat. Çimkî Xwedê dixwest ku merî bela bûna û li ser temamiya erdê bijîtana. Lê dewsa vê yekê, wana got: “Werên em şeherek ava kin! Û bîrka usa bilind têda çêkin, ku bigihîje heta ezmana, wekî navekî mezin mera çêbe!” Wana dixwest, ku navê wan bilind be, ne ku navê Xwedê.

Lema jî Xwedê avakirina bîrkê da sekinandinê. Gelo bi çi cûreyî? Tê bîra te, ku merî tenê li ser zimanekî xever didan. De Xwedê usa kir, ku nişkêva meriya destpêkir li ser cûre-cûre zimana xeverdin. Sazkarêd bîrkê îda hev du fem nedikirin. Lema jî navê wî şeherî danîn Babîlon, yê ku tê hesavê “Tevlihevbûyîn”.

Meriya destpêkir ji Babîlonê cihê bin. Komêd meriya, yêd ku zimanê hev fem dikirin başqe dibûn, ku cîkî dinê li ser rûyê erdê bijîn.

Destpêbûn 10:1, 8-10; 11:1-9.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin