KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 60
  • Abîgaîl Û Dawid

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Abîgaîl Û Dawid
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • “Bira Femkariya Te Pîroz be”
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
  • Kengê ye Wextê Xeberdanê?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 60

Serhatî 60

Abîgaîl Û Dawid

TU EWÊ kulfetê nas dikî, ya ku berbi Dawid tê? Zanî ku navê wê Abîgaîl e, û ew jineke gele serwaxt e. Derbekê ewê Dawid ji gunekirinê xilaz kir. Lê heta emê derheqa wê serhatiyê xeber din, emê pêbihesin hela çi serê Dawid hat.

Çaxê Dawid ji Şawûl revî, ewî xwe di şkeftêda vedişart. Birêd wî û neferêd mala wî temam bûne yek û hatin cem Dawid. Weke 400 mêr hatibûn ku pişta wî bigirin, û usa Dawid bû serkarê wan. Paşê Dawid çû bal padşê Mowabê û wîra got: “Bi kerema xwe, bihêle ku dê-bavê min li vir bimînin, heta binihêrim hela ça be halê min”. Paşî vê yekê Dawid û mêrêd ku pişta wî digirtin xwe di çiyada vedişartin.

Ahan çawa Dawid rastî Abîgaîl hat. Mêrê Abîgaîl, Nabal, merîkî gele dewletî û xweyê erdekî mezin bû. Weke 3 000 pez û 1 000 dewarêd wî hebûn. Nabal merîkî xirav bû. Lê jina wî hin aqil bû û hin jî gele bedew. Derbekê ewê malbata xwe ji mirinê xilaz kir. Ka em pêbihesin ça ev yek qewimî.

Dawid û mêrêd piştovanî wî, miqatî pezêd Nabal dibûn, û bi wê yekê qencî wîra dikirin. Derbekê Dawid çend mêr şande cem Nabal ku tiştekî ji wî bixwazin. Meriyêd Dawid jî hatibûn cem Nabal çaxê ewana hiriya pêz dibirîn. Wî çaxî cem wan şayî û kêfa mezin bû, û lema jî xwarina wan têr-tije bû. Meriyêd Dawid gotine Nabal: “Me qencîke mezin tera kiriye. Em timê ber pezêd te bûn, lê me qe pezek jî xwera hilnedaye. Lema jî bi kerema xwe, hine xwarin bide me”.

Nabal gote wan: “Ez xwarina xwe tu car nadime meriyêd mîna we”. Ewî gele bêqedir wanra xeber da, û hin jî giliyê xirav got ser Dawid. Çaxê ewana vegeriyan û hemû tişt Dawidra gilî kirin, Dawid gele hêrs ket. Ewî gote wan: “Şûrêd xwe hazir kin!” Û ewana bi vê nêtê rê ketin ku Nabal û malbata wî bikujin.

Lê qulixkarekî Nabal, yê ku bihîstibû xeberdana Nabale bêqedir, çû bal Abîgaîl û hemû tişt wêra gilî kir. Abîgaîl pêra-pêra hine xwarinê hazir dike, datîne li ser kera û rê dikeve. Çaxê Abîgaîl rastî Dawid hat, ew ji kerê peya bû û gote Dawid: “Xweyê min, hîvî te dikim dîna xwe nede mêrê min. Ew bêfem e û tiştêd bêfem dike. Bi kerema xwe van pêşkêşa hilde û seva kirêd me bibaxşîne me”.

Dawid gotê: “Tu jineke aqil î. Çimkî te nehîşt ku ez Nabal ji bo neheqiya wî bikujim. Niha dikarî bi xêr û silamet vegerî mal”. Paşwextiyê, çaxê Nabal mir, Abîgaîl bû jineke Dawid.

1 Samûyêl 22:1-4; 25:1-43.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin