KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lv rûp. 222-rûp. 223 abz. 3
  • Ça Safî kin Wan Problêma, Çaxê ji bo Xebatê yan Şixulekî, Hev Fem Nakin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Ça Safî kin Wan Problêma, Çaxê ji bo Xebatê yan Şixulekî, Hev Fem Nakin
  • “Xwe Nava Hezkirina Xwedêda Xwey Ke”
  • Têmên Mîna Wê
  • Çetinayên nav Hevda bi Hizkirin Safî kin
    Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
  • Rûspîno, Berdewam kin Çev Bidine Pawlosê Şandî
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
“Xwe Nava Hezkirina Xwedêda Xwey Ke”
lv rûp. 222-rûp. 223 abz. 3

ELAMETIYA ZÊDE

Ça Safî kin Wan Problêma, Çaxê ji bo Xebatê yan Şixulekî, Hev Fem Nakin

Ji 1 Korintî 6:1-8 tê kifşê wekî Mesîhiyên Korintiyê ya qirna yekê, diçûne dergeh-dîwana çaxê problêm orta wan çêdibûn. Lema jî Pawlos ji bo wê yekê gelek berxwediket (Rêza 1). Pawlos rind da kifşê, ku xûşk-bira gerekê neçine dîwana, lê dewsê gerekê di civatêda çetinayên xwe safî kin. Weren em niha xeber din derheqa hine meniya ku çima ew şîret hate dayînê. Usa jî emê pêbihesin, ku kîjan derecada em dikarin ew şîreta Pawlos hilnedin hesab.

Hergê di civatêda orta me û kesekîda problêm pêşda bê ji bo xebatê yan şixulekî, em gerekê li gora xwestina Xwedê ewê problêmê safî kin (Metelok 14:12). Îsa rind da kifşê ku em gerekê problêma zû safî kin, çimkî ew problêm dikarin hê mezin bin (Metta 5:23-26). Yazix, lê hineka wedê problêmên usa rê nedane hev û him jî çûn dîwanê. Pawlos giliyê usa got: “We rastî vê yekêda lap daye der, ku hûn hevra dikevine dergeh-dîwana”. Çaxê Mesîhî “hevra dikevine dergeh-dîwana”, ew yek dikare xirab hukum be li ser navê civatê û Xwedêyê me, kîjanîra ku em xizmet dikin. Lema jî em gerekê şîreta Pawlos hildin, yê ku usa nivîsî: “Gelo hê qenc nîne, ku hûn bêne şêlandinê [zirarê kevin]?” (Rêza 7).

Pawlos usa jî da kifşê, ku Xwedê rêberiya pir baş dide civatê ku çawa problêma safî kin. Di civatêda hene rûspiyên serwaxt, û ji giliyê Pawlos tê kifşê ku rûspî dikarin pirsên xebatêva û şixulên dinva girêdayî “nava birada serederiyê bikin” (Rêza 3-5). Îsa Mesîh nîşan kir, wekî şixulên ku derewiyêva û delkbaziyêva girêdayî ne, çawa gerekê bêne safîkirinê. Berî pêşin, ewên ku nava wî şixulîda nin, gerekê bixebitin ku xwexa ewê problêmê safî kin. Hergê nehate standin, wî çaxî gerekê şedekî yan jî du şeda bînin. Hergê îjar jî ewana lev nehatin, wî çaxî îda gerekê ewî şixulî bidine destê rûspiya (Metta 18:15-17).

Seva ku rûspî bikaribin pirsên xebatêva yan jî şixulekîva girêdayî, safî kin, eseyî nîne ku rûspî yûrîst bin yan jî şixulê arşwêrşiyê rind bizanibin. Çimkî rûspî ne ku konkrêt problêma safî dikin, lê ewana dixwazin alîkariyê bidine xûşk-bira ku prînsîpên Kitêba Pîroz bidine xebatê û bi edlayî hemû tiştî safî kin. Derecên gelek çetinda rûspî dikarin alîkariyê bixwazin ji berpirsiyarê mihalê yan jî ji fîlîala Şedên Yehowa. Lê hene hine derece kîjanada ku em dikarin giliyê Pawlos hilnedin hesab û herine dîwanê. Were em derheqa wan dereca pêbihesin.

Hine derecada qanûna wê dinyayê dewa dike ku herine dîwanê. Wan derecada xûşk û bira diçine dîwanê ne ku bona şer-dewa yan bona kara xwe, lê seva ku edilayî xwey kin. Mesele tenê bi dîwanê mêr-jin dikarin ji hev biqetin, îzinê bistînin ku xweyîtiyê zara bikin, safî kin ku alîmênt bona zara wê çiqas be, ji kompaniya bêxofiyê heqê xwe bistînin, yan jî çaxê dixwazin peymanê çêkin ku paşî mirinê hebûn wê bigihîje kê. Di hine derecada Mesîhîk dibeke jî safî ke cara duda şixulê xwe bide dîwanê, seva ku xwe biparêze.a

Hergê Mesîhî diçe “dergeh-dîwana”, lê tu kesîra nakeve hucetê, ew bi wê yekê miqabilî şîreta Pawlos naçe.b Ça jî hebe, seva me pîrozbûna navê Xwedê, yektî û edilayî di civatêda gerekê ciyê pêşin bigire. Ewên ku pey Îsa Mesîh diçin gerekê bêne naskirinê bi hizkirina orta hev, çimkî “hizkirin . . . ya xwe nagere” (1 Korintî 13:4, 5; Yûhenna 13:34, 35).

a Kêm cara dikare usa biqewime ku Mesîhîk gunekî giran bike himberî xûşk yan bira. Mesele, bikute, bikuje, dizîke giran bike, yan jî bi destê zorê xirab ke. Wan derecada Mesîhî dikare ewê yekê elamî qulixkarên dewletê bike. Diqewime ji bo wê yekê wî merivê gunekar bidine dîwanê, lê ji aliyê prînsîpê Mesîhîtî virada tiştekî nerast tune.

b Bona hê zêde elametî binihêrin “Birca Qerewiliyê” ya 15 Adarê, sala 1997, li ser rûpêlên 17-22, û ya 15 Cotmehe, sala 1991, li ser rûpêlên 25-28.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin