Kilam 54
Gere Baweriya Me Hebe
1. Xwedê gele car bi pêxembera,
Meriyara xeber da, hîn kir.
“Awa vegerin, gune tobe kin”,
Kurê Xwedê dibêje.
(Lêwegerandin)
2. Em gura Îsa dil û can dikin,
Bona Padşatiyê xeber din.
Bal me xeberdan bi serbestî ye,
Em rastiyê venaşêrin.
(Lêwegerandin)
3. Mîna lengerê ye ev bawerbûn,
Em natirsin, venagerin.
Dijmin gelek in, pey me dikevin,
Hindik ma em xilaz bin.
(LÊWEGERANDİN)
Gelo çiqas bawer dikin,
Gelo xwey dikin îtbarî.
Were bi şixula îzbat kin,
Bijîn em abadîn bextewarî.
(Binihêrin usa jî Rom. 10:10; Efes. 3:12; Îbrn. 11:6; 1 Yûhn. 5:4.)