PARA 7
Kî Bû Îsa?
Yehowa kurê xwe Îsa şande ser erdê. 1 Yûhenna 4:9
Pêşiya hemû tiştî, Xwedê ser ezmana melekekî gelek qewat efirand. Hergê em dixwazin dilê Xwedê şa kin, em gerekê gura vî melekî bikin.
Yehowa kurê xwe şande ser erdê. Ew li Beytlehmê ji qîzekê, dêmek ji Meryem hate bûyînê. Navê zarokê danîn Îsa (Yûhenna 6:38).
Çaxê Îsa ser erdê dijît, ewî hunurên Xwedê gelek rind eyan dikir. Îsa merîkî gelek qenc, rem, femkar bû, û merivara hêsa bû nêzîkî wî bin. Ewî bê tirs rastiya derheqa Yehowa nava hema meriva bela dikir.
Kirên Îsa baş bûn, lê yeke ew ber çevê geleka reş bibû. 1 Petrûs 2:21-24
Îsa nîşanî meriva dikir, wekî şixul û hînkirinên serwêrên dînê Cihûya nerast in, lema jî Îsa ber çevê wan reş bibû.
Îsa nexweş qenc dikirin û hine mirî jî sax kirin.
Serwêrên dînê Cihûya dixwestin Îsa bidana kutanê û kuştinê, lema jî wana ber serkarê Romê şer diavîtine wî.